Pêncşem, 11 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari bang li Enqereyê kir ku serdana Rojava bike
Rojane

Tulay Hatîmogûllari bang li Enqereyê kir ku serdana Rojava bike

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li rayedarên hikumetê kir ku serdana Rojava bikin û got, "Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî, bûyerên di rojevê de ne nirxand û xwest, cenazeyê helbestvan Nazim Hîkmet bînin Tirkiyeyê.

Tulay Hatîmogûllari got, “Di vê mijarê de divê gavek bê avêtin. Ji bo avakirina aştiyeke mayinde, di heman demê de ji bo zindîhiştina bîrê û rûbirûbûna bi dîrokê re ev yek girîng e.”

Tulay Hatîmogûllari işaret bi bûyerên navneteweyî û herêmî kir û got, “Weke herêmek ku bûye qada têkoşîna hêz û hevrikiyê ya hêzên herêmî û navneteweyî, em her roj ji bûyerên nû re şahidiyê dikin. Bûyerên li Xezeyê diqewimin, weke ku me beriya niha jî got, nuqteya herî kûr a bi êş a mirovahiyê ye. Bûyerên li vê derê diqewimin têkildarî paşerojê bi dersan dagirtî ye.”

Tulay Hatîmogûllari bi dewamî got, “Hiqûqa navneteweyî li vê derê veguheriye parçeyekî kaxizê, pîvan tine bûne. Vekirina vê girêka li Fîlîstînê wê gelek mijaran çareser bike û tevkariyê li aramiyê bike. Li aliyê din bi piştgiriya Îngilistan û DYE’yê, bi pêşengiya welatên Kendavê û Îsraîlê dema nû bi şer û krîzan ava dibe. Avaniya jeopolîtîk a herêmê ji pêvajoyeke veguherînê ya kaotîk derbas dibe. Dînamîkên navxweyî, hevsengiyên hêzê û rolên aktoran bi rengekî bingehîn nû dibin. Gotin di cih de be qalik heman qalik e, lê belê nava wê bi lez diguhere.

JEOPOLÎTÎKA KURD DERIYÊ DERKETINA JI LABÎRENTÊ YE

Dema dawî li Rojhilata Navîn sê nuqteyên bingehîn derdikevin holê; pêla hişk a ji bandora hêzên global a li herêmê, nakokiyên hêzên herêmî û krîza temsîlkirina gel. Di çareseriya gelek pirsgirêkên tevlîhev de yên li herêmê jeopolîtîk a Kurdan bi roleke diyarker radibe, deriyê derketina ji labîrenta Rojhilata Navîn e. Yên ku vî derî ji nedîtî ve bên mehkûm in ku di nava vê labîrentê de winda bibin. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û tevahiya herêmê girîngiya realîteya Kurd bi rengekî dîrokî careke din derdikeve pêşiya me.

DIVÊ TIRKIYE SERDANA ROJAVA BIKE

Rewşa jeostratejîk û rabirdûya dîrokî ya Tirkiyeyê rola wê ya li herêmê gihandiye asteke hîn krîtîk. Gelekî girîng û pêwîst e ku Tirkiye êdî bi rola pêşeng û navbeynkar a aştiya herêmê û çareserkirina pirsgirêkan rabe. Pêwîstiya herêmê bi vê heye. Ev nêzîkatî wê hem bi kêrî civaka Tirkiyeyê bê hem jî tevkariyeke mezin li aştiya herêmê bike. Em ji dil û can ji vê yekê bawer dikin. Mînak; Tirkiye dikare serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, rêveberiyên ji wê derê jî li Enqereyê yan jî Rojava vehewîne.

EV YEK NE TENÊ JI BO AŞTIYA NAVXWEYÎ YA TIRKIYEYÊ YE…

Ji bo pêvajoya aştiyê bi gavên baş bi pêş ve biçe, ev yek wê tevkariyeke mezin bike. Ev yek ne tenê ji bo aştiya Kurd û Tirk e, ne tenê ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Em careke din bi girîngî destnîşan dikin; em vê mijarê gelekî girîng dibînin û her carê tînin ziman. Ev gavên bêne avêtin wê tevkariyeke mezin li aştiya Tirkiye û herêmê bike. Em careke din banga xwe dubare dikin; werin em aştiyê bi hev re ava bikin. Di heman demê de aştiya herêmê bi hev re ava bikin. Werin em Tirkiyeyeke demokratîk û komareke demokratîk bi hev re ava bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
Nûçeya Pişt re Endamên Koma Arsîsa serbest hatin berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîlê li herêma rojhilat a Xezeyê dest bi tevgereke bejahî kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku sibeha Înê li herêma rojhilat a Xezeyê, Şucaiyeyê dest bi tevgereke…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE dixwaze statuya penaberiyê ya demkî ya 240 hezar Ûkraynayiyan betal bike

Hate ragihandin ku rêveberiya Trump dixwaze statuya 'parastina demkî' ya 240 hezar penaberên ji Ûkraynayê…

Ji aliyê Stêrk TV

ÎHD’ê rapora xwe ya li ser hilbijartinên xwecihî eşkere kir

ÎHD'ê rapora xwe ya li ser binpêkirinên di dema hilbijartinên xwecihî de eşkere kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?