Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Canesê ya Silêmaniyeyê bi merasîma şewitandina çekan a komek ji gerîla derbasî qonaxeke nû bû. Vê merasîmê bandoreke xurt a hestewarî li Dayikên Aştiyê kir ku di şer de berdêla herî giran wan dane û ti carî dest ji daxwaza aştiyê bernedane. Yek ji van dayikan jî Gulsum Dag e ku gundê wan şewitî û neçar hate hiştin ku koç bike. Gulsum Dag ji ANF’ê re axivî.
Gulsum Dag anî ziman ku gundê wan Wastin ê li Bedlîsê sala 1993’an ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin û got, “Wê rojê zarokên gund li hev kom kirin û birin nava zeviyan. Gef li me jinan xwarin ku wê me tazî bikin û bibin pêşiya mêran. Mifteyên me wergirtin û malên me şewitandin, gundê me şewitandin, wêneyên me şewitandin. Gef xwarin ku eger em gund vala nekin wê dest biavêjin jin û zarokan. Me gund vala kir û em ji wir çûn. Piştre çûn Tetwanê, lê belê ji me re gotin ‘Hûn terorîst in’ û nehiştin em bikevin xaniyan. Ji wir jî em çûn mala xalê min ku li sûka Tetwanê ye. Wan em xistin xaniyê xwe. Gotin, ‘Netirsin em ê we li derve nehêlin’. 4-5 hefteyan em li wir man. Hemalan jî barê me ranedikirin, digotin ‘Hûn terorîst in’. Bi wî rengî em li wesayitan siwar bûn û bi rê ketin. Zarok digiriyan, pereyê me tine bû, em gelekî perîşan bûn.”
JI MERSÎNÊ HETA STENBOLÊ NÊZÎKATIYÊN NIJADPERESTÎ
Dag anî ziman ku li gel pênc malbatan ew neçar man koçî Mersînê bikin, lê li wir jî rastî nijadperestiyê hatin. Dag got, “Li taxê zarokên me timî li derve dihatin hiştin” û ragihand ku ji ber ew Kurd in, li taxê têkilî bi wan re nedihat danîn. Dag diyar kir ku ew du malbat çûn zozanan, lê belê hatin xapandin, heywanên wan ji wan hatin standin û got, “Piştî ku heywanên me ji me standin em vegeriyan Mersînê, lê belê kesî xanî neda me. Em ji wir çûn taxeke cuda û du malbat li malekê man. Lê belê pevçûn û pirsgirêk neqediya. Ji ber ku me nekarî li wir debara xwe bikin me koçî Stenbolê kir. Li Stenbolê xwediyê xaniyê ku me kirê kir Tirk bû û wan jî cihêkarî li me kir, got, ‘Hûn terorîst e’. Giliyê me kirin û em ji xanî avêtin. Yanî mebesta min ew e; tişta bi serê me hat û bi serê zarokên me hat, bi serê kesî nehat. Ez heta sibehê qalê bikim jî naqede. Hevalên keça min hebûn, timî ew li derveyî xwe dihiştin. Keça min dihat ji min re digot, ‘Dayê ev ji me re dibêjin terorîst, terorîst çi ye?’ Min jî jê re digot, em terorîst nînin, Xwedayê me yek e, zimanê me Kurdî ye, Xwedê em bi vî rengî afirandiye. Min keça xwe dibir dibistanê û ji ber ku bi Kurdî diaxivîm nedixwest careke din biçim. Dema ku min sedema wê jê pirsî, digot, ji ber ku bi Kurdî diaxivim zarok henekê xwe pê dike. Keça min ji min fedî dikir, nedixwest ez pê re bim. Tişta bi serê me hat bila bi serê kesî neyê.”
‘BIRAYÊ MIN 30 SAL IN GIRTÎ YE, LÊ HÎN JÎ NAYÊ BERDAN’
Dag anî ziman ku wê demê birayê wê hate girtin, 30 sal in girtî ye û got, “Min 7 salan birayê xwe nedît. Ew sirgûnî Girtîgeha li Dîlokê kirin. Gelekî êşkence dît. Em diçûn serdana wî, digotin ‘hevdîtin lê hatiye qedexekirin’. 7 rojan li Dîlokê mam ji bo birayê xwe bibînim. Lê belê piştî 7 salan min karîbû wî bibînim. Ew sirgûnî Stenbolê kirin. 9-10 salan li Stenbolê girtî ma, piştre jî sirgûnî Balikesîrê kirin. Me gelekî êş kişand. Dayika min 7 salan birayê min nedît. Cih dûr e, tu nikare bibe, ji ber ku dayika min nexweş e. Derfetên me jî nîne. Dayika min bi salan e bi hesreta kurê xwe ye. Birayê min 30 sal in girtî ye, lê hîn jî nayê berdan. Hêvîdar im ew û hemû girtiyên siyasî wê bêne berdan.”
‘ME GELEKÎ KIŞAND, BILA HINEKÎ DIN NEKIŞÎNIN’
Dag destnîşan kir ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û yekane daxwaza wan jî pêkhatina aştiyeke bi rûmet e. Dag ragihand ku ew heta dawiyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawer dike û got, “Kî aştiyê pêk bîne bila Xwedê jê razî be. Bêguman aştiyeke bi rûmet. Em ê jî bi hatina aştiyê re kêfxweş bibin, dilê me wê rehet bibe. Xwezî beriya 20 salan aştî pêk hatibûya. Me timî aştî xwest, xwezî aliyê din jî destê xwe dirêjî vê daxwaza me kiribûya. Em di nava dert, êş û zilmê de mezin bûn. 52 salî me, derdê ku min nekişand nema. Ji ber wan derdan extiyar bûm. 30 sal in li ber deriyên girtîgehê me. Diçim, birayê xwe 5 deqeyan dibînim, ji bo 5 deqeyan jî nikarim atmosfera li wir rakim, lê ew û hevalên wî 30 sal in îdare dikin. Hêvîdar im wê aştiyeke bi rûmet pêk were ku bi dilê her kesî be. Banga Rêbertî gelekî girîng e. Demeke welê ye ku ne bi zilm, zext û zordariyê lê bi xweşiyê her tişt wê pêk were. Bila êdî dayika kesî negirî, dilê ti dayikê neşewite. Zarokên dayikan an şehîd in an jî girtî ne. Lê belê ew dayik hîn jî daxwaza aştiyê dikin. Tişta ku me kişand bila kes nekişîne. Çend meh in ji bo aştiyê hin gav hatina vêtin, her kesên ku dilê xwe heye ji vê rewşê kêfxweş e. Dema me li nûçeyên şer temaşe dikir dilê me timî dişewitî. Ji ber vê yekê em aştiyê bi kêfxweşiyê pêşwazî dikin. Me gelekî kişand, em dixwazin aştiyeke bi rûmet bibînin. Hêvîdar im wê rojên xweş û aştiyeke xweş pêk werin.”