Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Hinceta bendemayinê nemaye, divê gava şênber bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peymana Tifaqa Parastinê ya Mekkeyê ji bo TBMM’yê hat pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin
Rojane

Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

Siyasetmedar Azîme Kiliç, bal kişand ser zêdebûna tecrîd û binpêkirinên mafan li girtîgehan û got, “Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê bê pejirandin, û girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

“Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hate lidarxistin, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoya Stenbolê didome. Siyasetmedar Azîme Kiliç, di rûniştina bi sernavê “Tecrubeyên Çareserkirina Pevçûnan” de, li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, pêşkêşiyek kir.

Azîme Kiliç, ku bi salan di girtîgehê de maye û ji ber nebûna delîlan hatiye berdan, bal kişand ser sîstema tecrîdê ya li Tirkiyeyê. Kılıç, behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, “Ez bê sûc di girtîgehê de mam. Ez difikirim ku ji ber pêvajo hebû ez hatim berdan. Niha zêdetirî 3 hezar girtiyên PKK’ê hene. Heke em qala veguhertinê bikin, divê pîvana edaletê bê pejirandin.”

JI SEDÎ 90’Ê KURDAN DI GIRTÎGEHÊ DE NE

Azîme Kiliç, bal kişand ser zextên ku di 10 salên dawî de zêde bûne û got ku girtîgehên tîpa bajarî “mîna qenciyekî” tên pêşkêşkirin. Azîme Kiliç anî ziman ku tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kiriye û wisa got: “Li Tirkiyeyê getto nîn in, lê ev girtîgehên bajaran hene. Bi giştî li girtîgehan êşkence heye. Di 10 salên dawî de tecrîd hebû. Berê em di qawîşên komî de diman û me çalakî dikir. Tecrîd pêşî li Îmraliyê dest pê kir. Birêz Ocalan li Îmraliyê hate girtin û ji bo wî girtîgeheke taybet hate çêkirin. Ev nehat pirsîn ji ber ku dihat fikirîn ‘serekê terorîstan’ li wir e. Paşê ev bû serlêdanek bingehîn. Tecrîda ku pêşî li Kurdan dihat sepandin, li ser her kesî belav bû. Rewşa girtîgehan dest bi jiyana di civakê de kir. Girtîgeh neynika hikûmetên heyî ne. Ji sedî 90ê Kurdan di girtîgehê de ne. Piraniya girtiyên edlî û siyasî Kurd in. Dibe ku Kurd ne di kampên komkirinê de bin, lê gelek Kurd ketine girtîgehan.”

‘ŞANEYA YEK KESÎ ÊŞKENCEKE GELEKÎ CIDÎ YE’

Azîme Kiliç anî ziman ku derbasbûna ji qawîşên qerebalix bo sîstema şaneya yek kesî encamên giran bi xwe re aniye û got, “Zindanîkirina mirovekî di şaneya yek kesî de êşkenceke gelekî cidî ye. Li hewşên girtîgehên ewlehiya bilind ceyran heye, heta çûk jî dimirin.”

‘JINÊN GIRTÎ DU QAT ZORÎ DIJÎN’

Azîme Kiliç bal kişand ser rewşa girtiyên ku zêdetirî 30 salan li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne û got, guhertinên ku di qanûna serbestberdana bi şert de hatine kirin, derketina girtiyan dereng xistine.

Kılıç diyar kir ku Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên Girtîgehan bi pirsa “Gelo tu poşman î?” berdana wan asteng dikin û got, “Hevalên me hene ku 34-35 sal in di girtîgehê de mane. Malbatên wan jî bi rengekî dîlîtiyê dijîn.”

Azîme Kiliç bal kişand ser wê yekê ku şert û mercên jinên girtî giran in û wiha got: “Jinên girtî dû qat zêdetir bi zoriyan re rû bi rû dimînin. Ez difikirim ku rewşa jinên di girtîgehê de tecrubeyeke girîng e ku divê bê lêkolîn kirin.”

Azîme Kiliç got ku divê girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin û zagonên azadiyê werin derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji aliyekî din ve polîtîkayeke zextê ya domdar li ser Kurdan heye. Divê ev were rakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meş hate lidarxistin
Nûçeya Pişt re 14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nêçirvan Barzanî: Em piştgiriyê didin peymanê mafên Kurdan divê bi destûra bingehîn bên misogerkirin

Nêçirvan Barzanî anî ziman ku ew piştgiriyê didin peymana navbera QSD û Hikumeta Demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojnamevana binçavkirî: Nikarin me têk bibin

Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglu got, “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim…

Ji aliyê Stêrk TV

Yekîtiya Ewropayê nerazîbûnên xwe nîşanî pêkanînên DYE’yê da

Berpirsê bazirganiya hundirîn û xizmetên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Stephane Sejourne bi tundî nerazîbûnên xwe nîşanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Çiyayê Gabarê birîna daran a li derdora qadên petrolê berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Yekîtiya Ewropayê hişyar kir: Dibe ku Rûsya rê li ber krîza xurekê ya global veke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?