Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Maya dixwaze li ser Çemê Zorê, ku di navbera navçeya Sason a Êlihê û navçeya Pasûrê ya Amedê de ye, Santrala Enerjiyê ya Hîdroelektrîkê (HES) çêbike. Di vê pêvajoyê de ku bi qasî heft sal in dewam dike, raporên pisporan li hemberî HES’ê bûn, lê belê li gel vê yekê jî şîrket dest ji israra xwe ya ji bo çêkirina bendavê bernade.
Herî dawî piştî doza jinûve hate destpêkirin, dadgehê heyeta pisporan guhert û ji bo HES’ê bersiva erênî da şîrketê. Li hemberî vê yekê jî Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê serlêdan kir, lê belê serlêdan hate redkirin.
Pêvajoya ku li Dadgeha Îdareyê ya 2’yemîn a li Amedê temam bû, derbasî Dadgeha Şêwirmendiyê bû. Ev projeya bendavê ji aliyê parêzeran ve weke ‘pêvajoyeke bêûsil û nehiqûqî’ hate pênasekirin û gundiyên herêmê jî bi gotina, ‘Nêta me nîne ku warê pêşiyên xwe biterikînin’ nerazîbûn nîşanî projeyê dan.
DIXWAZIN GEL CAREKE DIN SIRGÛN BIKIN
Projeya ku tê ferzkirin, li gel zeviyên çandiniyê yên bi dehan gundan û bexçeyên fêkî yên di nava avê de bihêle, her wiha wê gundiyan jî neçarî bihêle ku koç bike.
Li vê herêmê ku gelek gundên di salên 1990’î de ji ber operasyonên leşkerî hatin valakirin lê hene, çavkaniya esasî ya debarê ya gel çandinî û sewalkarî ye. Gundiyên ku piştî bi salan careke din li gundên xwe vegeriyan û jiyaneke nû ji xwe re ava kirin, dixwazin zarokên xwe li vê xakê mezin bikin.
Gundiyan ragihandin ku bi projeyê re wê hem çavkaniyên wan ên debarê û hem jî qadên jiyanê tine bibin, her wiha sirgûna ber bi bajêr li wan bê ferzkirin û gotin, wê li hemberî projeyê li ber xwe bidin.
‘RAPORA DESTPÊKÊ YA PISPORAN JINEDÎTÎ VE HATIN’
Serokê Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Amedê Ahmet Înan li ser pêvajoya hiqûqî ya projeyê agahî da û diyar kir ku hîn ji destpêka pêvajoyê ve bêhiqûqiyên cidî hene.
Înan got, “Di doza betalkirinê de ku beriya niha ji aliyê baroyên Êlih û Amedê ve hate vekirin, proje bi piştgiriya gel hate rawestandin” û bi vî rengî dewam kir: “Ev proje wê xisareke mezin li xwezayê bike. Dadgehê hikum da ku ji ber heft salan kar nehate destpêkirin rapora ÇED’ê bê hikum bûye û rapor ji aliyê hiqûqî ve bêkêr e.
Şîrketa pêwendîdar biryarên beriya niha ji nedîtî ve hat û rapora ‘ÇED a revîze’ wergirt. Lê belê li gorî qanûnê ji bo rapora ÇED a revîze karibe bê wergirtin, divê rapora beriya wê derbasdar be. Dadgehê diyar kir ku ev rapor ji aliyê hiqûqî ve bêkêr e.
Li gel vê yekê jî şîrket hewl dide jinûve dest bi projeyê bike. Di rapora destpêkê ya heyeta pisporan de hate ragihandin ku proje wê qadeke daristanî ya ji 4 hezar donimî û zeviyên çandiniyê yên berhemdar tine bike; di heman demê de wê bandorê li wan herêman bike ku gilyaz, gûz û hingivê herî bi kalîte yê Tirkiyeyê lê çêdibin.
Lê belê Dadgeha Îdareyê ya 2’yemîn a li Amedê ev heyet guhert û biryar da ku lêkolîneke nû ya pisporan bê kirin.”
‘HIQÛQ BILA NEBE AMÛREK JI TÊKILIYÊN SERMAYEYÊ YÊN QIRÊJ’
Ahmet Înan anî ziman ku rapora nû ya pisporan talankirina qadên jiyanê û xwezayê ji nedîtî ve tê û got, “Xwe spartin raporekê ku dûrî zanistê ye û îradeya xweza û gel ji nedîtî ve tê. Bi vî rengî biryareke dijber dan.
Em dixwazin ku hiqûq ji têkiliyên sermayeyê yên qirêj û bê ûsiliyê re nebe amûrek. Destûra Bingehîn û mafên mirovan ji nedîtî ve tên. Ev yek ne tenê meseleya xelkê herêmê ye, meseleya me hemûyan e.”
‘EM DIXWAZIN ZAROKÊN XWE LI VÊ XAKÊ MEZIN BIKIN’
Şêniyên herêmê li hemberî projeya talan û bê hiqûqiyê axivîn û diyar kirin ku ji bo proje bi cih neyê anîn wê têbikoşin.
Ji gundê Sindê Mehmet Salih Aslan diyar kir ku wê xaka xwe neterikînin û got, “Li vê derê yekane çavkaniya debarê ya gundiyan ev xak e. Eger ev xak nebe em ê li vir çi bikin? Bav û kalên me li vê xakê mezin bûn; em jî weke wan dixwazin zarokên me li vir bimînin. Em naxwazin li vê derê bendavek bê çêkirin. Em naxwazin koç bikin û bi cihekî din ve biçin.
Ev bendav wê hem mala me hem jî bexçe û zeviyên me yên çandiniyê tine bike. Bi vê bendavê re em ê ne karibin sewalên xwe xwedî bikin ne jî zeviyên xwe biçînin. Hîn wê çiqasî zerarê li me bike? Wê her tiştî bi me bikin. Em ê jî tişta ji destê me tê bikin û xaka xwe neterikînin. Em ê li vî warê bav û kalên xwe li ber xwe bidin û li vir bin.”
‘DIXWAZIN ME SIRGÛNÎ BAJARAN BIKIN’
Yek ji gundiyên li ber projeyê radibin Hatîce Çîçek jî anî ziman ku bendav wê ne tenê zerarê bide xakê, her wiha zerarê bide jiyana wan û got, “Eger ev bendav bê çêkirin wê gelekî zerarê li me bike. Em li vê derê bendavê naxwazin. Heta ji destê me bê em ê têbikoşin. Em li vê derê bi bexçeyekî fêkî, bi zeviyekî debara xwe dikin. Ev çem ne tenê ya vir e, çavkaniya avê ya gelek deveran e. Bi vê bendavê re ne av, ne jî xaka me dimîne. Dixwazin me koçber bikin û bişînin bajaran. Lê belê em ne vê bendavê ne jî vê koçberiyê dixwazin.
Kes naxwaze xaka xwe ji bîr bike û vê derê biterikîne. Em naxwazin careke din tişta di salên 1990’î de bi serê me hate careke din rû bide. Heta ku dareke bi tenê, dilopeke bi tenê ya ava me bimîne em ê li vê derê bin û têbikoşin. Em naxwazin qadên me yên jiyanê tine bibin.”
‘EV BENDAV WÊ BI KÊRÎ ME NEYÊ’
Ji heman gundî Amîne Çîçek jî nerazîbûna xwe ya li hemberî projeya bendavê bi van gotinan anî ziman: “Malê me hemû li vê derê ne. Em li dijî vê projeyê ne ku wê jiyana me tine bike. Ji dema ji dayik bûne û vir ve me li vê derê ne, me cihekî din nedît. Em naxwazin ji vir biçin devereke din. Çend sal jî derbas bibin, çi dibe bila bibe em ê li vê derê bin, em ê li ser xaka xwe bin.
Dixwazin her cihê xaka Kurdan di nava avê de bihêlin. Em vê naxwazin, bila dengê me êdî bibihîzin. Bi van bendavan re dixwazin dawî li vê derê bînin. Em nikarin li bajaran debara xwe bikin. Li vê derê dareke bi tenê têra me ji bo salekê dike. Ji ber vê yekê em ê ji vir neçin; Em ê vê xakê û vê avê ji kesî re nehêlin. Bi vê bendavê re gel wê xizan bibe, dewlemend jî hîn bêhtir dewlemend bibe. Ev bendav wê bi kêrî me neyê.”