Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Mijara esasî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e
Rojane

Bakirhan: Mijara esasî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Divê komîsyon ne tenê di nava hewldana çek danînê de be. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê ava bike.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Aştiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê civiya. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berî civînê geşedanên rojevê nirxand.

Bakirhan, li dijî redkirina biryara Dadeha Mafê Mirovan a Ewopayê (DMME) ya têkildarî daxwaza tehliyeya Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bertek nîşan da û got: “Hevalên me ev 9 sal in di girtîgehê de ne. Ji dêleva ku tavilê bên berdan, bêdeng in. Dadgeh bi awayeke aşkera hiqûqa navneteweyî, xala 90’emîn a destûra bingehîn bin pê dike û sûceke giran dike. Diviyabû hevalên me divê pêvajoyê de bi me ra bixebitiyana. Hêvîdar im ku hevaên me berî demekî bên berdan û bi me re beşdarî xebatan bibin.”

Bakirhan, destnîşan kir ku di nava 3 mehên dawî de ji 100’î zêdetir jin hatine kuştin û ev tişt got: “Qetlîama jinan polîtîk e. Qetilkirina Ayşe Tokyaz a 22 salî jî polîtîk e. Hejmara jinên ku di nava 3 mehan de hatine qetilkirin ji 100’î derbas kiriye. Wek şerek aşkera ye. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Bakirhan da zanîn ku li Rojhilata Navîn rojên dîrokî tên jiyîn û wiha got: “Şerên hêzên hegemonîk bi dijwarî dewam dikin. Em hemû dibînin ku pêşbaziya şer û desthilatdariyê her ku diçe li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyeyê giran dibe. Welatan carinan herêm veguherandine serşoka xwînê, an bi tena serê xwe an jî bi rêya hêzên wekîl. Bi afirandina nediyariyên li wir re hêzên hegemon di rastiyê de hewl didin pozîsyonên xwe xurt bikin. Mînaka şer ya dawî geşedanên li Suweydayê ne. Em komkujiya ku li hemberî gelê Durzî pêk tê lanet dikin. Li Sûriyeyê gelek netew û bawerî hene û di bin banê netewe dewletê de helandina van bawerî û neteweyan çare nîn e. Bi salan e Esad wisa dikir. Gelên Sûriyeyê bi dehan sal in gelek berdêl dan. Ger çare yekperestî bûya Esad û Rojhilata Navîn nedihatin rewşeke wiha.”

Bakirhan anî ziman ku tekane çareserî projeya Kurdan e û wiha got: “Pevçûnên dijwar diqewimin, lê ti kes xwedî projeyeke çareseriyê nîne. Dema Durzî tên qetilkirin fêm dikin. Dema mijareke din derket holê, hewl didin karwanê li ser rê sererast bikin. Tekana pêşniyara çareseriyê hêza Kurdan e, DEM Partî ye, bernameya me ye. Em hemû şahidin ku ji derveyî pergaleke ku derfetê dide ku gel wek hemwelatiyên wekhev bijîn ku nasname û cudahiyên hev di hawireke demokratîk de nas dikin ti alternatîfeke din nîne.

Bakirhan bal kişand ser pêvajoyê û wiha axivî: “Hewldanên me wê nesekinin; ew dê bi formên cur bi cur berdewam bikin. Ev hemû hewldan ji bo entegrasyona demokratîk a erênî û hiqûqa yekpare ye ku Birêz Ocalan îfade kiriye. Baş e, Entegrasyona Demokratîk a pozîtîf çi ye? Entegrasyona Demokratîk ne li ser aliyekê ye ku bi temamî xwe radestî aliyê din bike. Xuya ye ji aliyê hin derdoran ve bi vî rengî tê fêmkirin. Polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên yekalî bi ti awayî yek alî nînin. Tam berovajî vê ne. Li ser avakirina jiyaneke hevpar û wekhev, welatîbûna wekhev a li ser bingeha veguherîna hevpar û beşdariyê ye. Civakeke demokratîk e, komareke demokratîk e.”

Bakirhan diyar kir ku divê guhertin û veguhertineke dualî pêk were û bêyî ku pêvajo were derengxistin pêwîst e dewlet gav bavêje. Bakirhan têkildarî komîsyona ku were avakirin wiha axivî: “Divê ev komîsyon ne tenê ji bo danîna çekan bikeve nava hewldanan. Mijarên bi vî rengî jî tên nîqaşkirin. Ev yek bi tenê aliyekî pêvajoyê ye. Pirsgirêka bingehîn, vîna siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û rakirina astengiyên girîng ên li pêşiya vê çareseriyê ye. Ev komîsyon dikare modela aştiyê ya Tirkiyeyê biafirîne.  Bi rastî jî di pêşerojê de belkî di pêvajoya pevçûn û çareseriyê de pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike ji aliyê aliyên ku tevlî pevçûn û çareseriyê bûne ve bi baldarî weke modela aştiyê bên lêkolînkirin.”

Bakirhan da zanîn ku dê ji bo pêşketina pêvoyê bêhtir têbikoşin û pusulaya wan jî neteweya demokratîk e. Bakirhan herî dawî got ku di vê pêvajoyê de roleke mezin dikeve ser milê CHP’ê û divê rola xwe ya dîrokî bîne cih.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ şehîdên fermanê li cihê hatin qetilkirin bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Iraq wê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gule li ciwanan hate reşandin ên sînor derbas kirin: 2 ciwan û 2 jin birîndar bûn

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi fîşekên rastî êriş birin ser ciwanan ên ku ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên YRK’ê li çiyayên Kurdistanê Newroz pîroz kirin

Gerîlayên Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li çiyayên Kurdistanê agirê Newrozê dadan û Newroz…

Ji aliyê Stêrk TV

Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, ew li bendê ne ku Hevseroka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?