Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê zêdetirî 5 hezar Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin û piraniya wan jin û zarok bi hezaran kes hatin revandin. Li gel ku 11 sal di ser fermanê de derbasbûye jî hîn jî zêdetirî hezar zarokên Êzidî winda ne. Ji bo Êzidiyan, ku di dîroka xwe de rastî 73 fermanan hatine, ev qirkirin wekî “Fermana 74’an” tê binavkirin.
Fermana ku li ser gelê Êzidî hat kirin bi taybetî ji aliyê DYE, Fransa, Elmanya, Brîtanya û gelek dewletan ve wekî jenosîd hate naskirin. Berdevka Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay ku ji bo naskirina Fermana 74’an bi taybetî li Elmanyayê roleke girîng lîst, li ser xebatên meşandine û têkiliya di navbera statuya Şengal û fermanê de ji ajansa me ANF’ê re axivî.
Em ber bi salvegera qirkirina Êzidiyan a 3’yê Tebaxê ve diçin. Hûn beşek ji rêxistina Êzidiyan a li Ewropayê ne û berdevka SMJÊ ne. Rêxistinên Êzidiyan ên li Ewropayê ji bo qirkirin were naskirin û qebûlkirin xebatên cîdî dimeşînin. Ev xebata heta niha gihîştiye kîjan qonaxê? Hûn dikarin ji me re qala xebatan bikin?
Ez destpêkê şehîdên Fermana 74’an bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber rûmeta wan bejna xwe ditewînim. Wekî ku we jî behs kir, em hêdî hêdî nêzîkî salvegera 11’emîn a Fermana Şengalê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji hêla DAÎŞ’ê, hevkarên wê û dewletên ku wan damezrandin, birêvebirin û berê wan dane Şengalê pêk hat, dibin.
Piştî fermanê, bêguman rêxistinên civaka Êzidî li Ewropayê, rêxistinên jinan ên mîna SMJÊ û rêxistinên civaka Êzidî yên mîna NAV-YEK hewl dan ku bersiva fermanê bidin. Me têkildarî fermanê ji kesên ku ji DAÎŞ’ê reviyane û berê xwe dane Ewropayê agahî û belgeyên kom kirin. Wekî SMJÊ me di destpêkê de bi van kesan re hevpeyvîn kirin û me xwest wan arşîv bikin. Bi vî awayî me xwest arşîvek şahîd û mexdûrên fermanê çêbikin. Me ferq kir ku ji bo vê xebatê demek dirêj hewce dike û me bi saziyên ku di vî warî de dixebitin re hevkariyê kir û tomarên xwe bi wan re parve kir. Wekî rêxistinek jinan, me xebateke wisa meşand.
Me wekî SMJÊ û NAV-YEK me xebata dîplomatîk jî meşand. Me li seranserê Ewroapyê bi siyasetmedar û parlamenteran re xebat meşand. Armanca sereke ya vê hewldanê ew bû ku ev fermanê wekî jenosîd were naskirin. Ev jenosîd ji aliyê gelek welatan ve hatiye naskirin. Wekî ku hûn jî dizanin, di Çileya 2023’yan de li Berlînê bi yekdengî hat pejirand. Ew ji hêla Parlamentoya Federal a Elmanyayê ya Bundestagê ve jî bi yekdengî hat pejirandin. Piştre zêdetirî deh welatên Ewropayê fermanê wekî jenosîd nas kirin.
‘NASKIRINA JENOSÎDÊ LI SER KAXIZÊ MA’
Di vir de dikarim vegerim ser pirsa we. Piştî ku ferman wekî jenosîd hat naskirin çi qewimî? Em dikarin bibêjin ku ferman hat naskirin, lê tenê li ser kaxizê ma. Gotineke me Kurdan heye, “Ji qirikê ber bi jor ve” an jî dibe ku bi tenê zimanê wan qebûl kirine. Çima ew li ser kaxizê ma? Ji ber ku ev naskirin bi tevahî neketiye meriyetê û pirsgirêkên civakî yên 200 hezar Êzidî 11 berê koçî Iraqê û welatên din kirine çareser nebûne. Êzidiyên ku di şert û mercên herî xirab de dijîn û hîn jî komîsyonek ku êşa wan sivik bike û pirsgirêkên wan çareser bike nehatiye avakirin. Hewldanên ji bo jinûveavakirina Şengalê jî tên astengkirin. Ev aliyê wê yê civakî ye.
Aliyek din jî ewlehî ye. Misogerkirina pêşeroja civaka Êzidî, an jî li ser axa xwe bijîn ne bi ewle ye. Hîn jî li ser civaka Êzidî gef hene. Fermana ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ber çavên cîhanê derket holê û mirovahî bêdeng ma, hîn jî berdewam dike. Hîn bi dawî nebûye. Heta îro jî xwîn hîn jî ji birînên civaka Êzidî diherike. Birînên me hîn baş nebûne û naxwazin baş bibe.
Ji ber vê yekê em, hem wekî rêxistineke jinên Êzidî û hem jî rêxistinên mîna NAV-YEK ên ku bang li tevahiya civaka Êzidî dikin, dixwazin bersiva vê fermanê bidin. Lê hîn jî aliyê wê yê qanûnî bi temamî nehatiye bicîhanîn.
‘DIVÊ DADGEHEKE TAYBET A NAVNETEWEYÎ WERE AVAKIRIN’
Elmanya jenosîda Êzidiyan bi fermî nas kir û hin kesên ku ev jenosîd kirine hatin darizandin. Dema ku ev darizandin berdewam dikirin, gelo rayedarên dadgeriyê yên Elmanya beşdariya rêxistinên Êzidî qebûl kirin? Gelo rêxistinên Êzidî dikarin beşdarî dozê bibin?
Dadgeha Elmanyayê cara yekem kesek ji ber endametiya DAÎŞ’ê û “sûcdariya li dijî mirovahiyê” darizand. Lê divê em ji bîr nekin ku ev darizandinek kesane bû. Ew bi kesane hat destgirtin. Lê nabe ku fermana li dijî civakekê hatiye plankirin û pêkanîn bi kesekî re were sînordarkirin. Yanî heke dixwazin ji vê qirkirinê re bibin bersiv, nikarin bi cezakirina yek bi yek û yên din li cihekî din ceza bikin re edaletê pêk bînin. Teqez ev ji fermanê re nabe bersiv. Lê divê dadgehek navneteweyî ya taybet were avakirin û divê hemû Ewropa û cîhanê bigire nav xwe. Ji ber ku endamên DAÎŞ’ê ne tenê ji herêmê çûn, ji çar aliyên cîhanê çûn û beşdarî qirkirina Êzidiyan bûn. Rêya bersivdayina qirkirinê, misogerkirina qirkirinê û pêkanîna hiqûqê bi avakirina dadgeheke navneteweyî pêkan e. Elman ji vê re dibêjin Sondertribunal, yanî divê dadgehek taybet were avakirin. Tenê bi vê rêyê dikarin edaletê pêk bînin. Berovajî vê nikarin bibin bersiv.
Bi vî rengî barê we sivik e. Ji ber ku yên ku ew hovîtî pêk anîne, bi xwe ew tomar kirine û belav kirine. Wan bi kamerayan xwe qeyd kirine û di medyaya dijîtal de bi xwe parve kirine. Bêguman ne hemû DAÎŞ’îyan sûcên qirkirinê yên ku kirine tomar kirin û parve kirin, lê em dizanin ku bi hezaran hebûn. Ji bo edalet pêk were, birînên civaka Êzidî bên dermankirin û birînên jinên Êzidî bên dermankirin divê dadgeheke navneteweyî ya taybet were avakirin. Wekî SMJÊ, em niha li ser dadgeheke navneteweyî ya taybet disekinin.
Dadgeha navneteweyî ya ku hûn behsa wê dikin gelo dişibe dadgehên taybet ên ku ji bo darizandina sûcên qirkirinê yên ku di sala 1994’an de li Ruandayê hatin kirin, hatibûn avakirin?
Em dadgeheke navneteweyî ya bi vî rengî dixwazin. Em dadgeheke navneteweyî ya ku ne tenê dişibe yê li Ruandayê, bi taybetî yên ji bo darizandina sûcên di salên 1990’î li Balkanan hatin kirin, bêhtir yên li dijî jinan hatine kirin, dixwazin. Pêşî li Yugoslavyayê bû, paşê li Bosnayê bû, lê li hemberî jinan hovîtiyên mezin hatin kirin. Li wir ji bo lêkolîna sûcên qirkirinê “Sondertribunal” hat damezrandin.
Em wek jinên Êzidî, em mafên xwe dixwazin. Em zêdetir naxwazin û neheqî û bêedaletiyê jî qebûl nakin. Em bi rêyên qanûnî mafên xwe yên hiqûqî dixwazin. Birînên ku ji ber fermanê çêbûne tenê bi bidestxistina mafên xwe dikarin bên dermankirin. Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe di astên qanûnî, siyasî û civakî de têkoşînek şoreşgerî dimeşînin.
‘CIVAKA ÊZIDÎ XWE JI XWELIYA XWE AVA KIR’
Ji bo qirkirin bê naskirin, an jî wekî ku we beriya niha anî ziman ji bo mîna Elmanyayê li ser kaxizê nemîne, ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê tê çi wateyê?
Naskirina xweseriya Şengal wê dawî li fermanê bîne. Divê em sedema pêşxistina fermanê ji bîr nekin. Her tim vê rewşê bi bîr bînin. Ji ber ku parastina civaka Êzidî ne di destê wan de bû, ferman pêk anîn. Civaka Êzidî ne rêxistinkirî bû, jinên Êzidî ne rêxistinkirî bûn. Beriya sala 2014’an civaka Êzidî yê her kesî bûn, lê em tenê ne yê xwe bûn. Civaka Êzidî piştî 3’yê Tebaxa 2014’an xwe ji xweliyê ava kir. Di wê gengeşiya şer de, kesî bawer nedikir ku ew xwedî hêza ku karibin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku di civakek wisa ye ku jin, zarok, dayik û bav bi her cûre hovîtiyê re rû bi rû bimînin, xwişk bên revandin, dayik werin şewitandin, bav werin serjêkirin, bira werin gulebarankirin, bêguman trawmayek wekî erdhejekê jiyan. Mirov ji hêla psîkolojîk vê trawmayê dijî. Di demek wisa de, di bin şert û mercên şer de û di heman şert û mercan de, jinan bi hêza xwe jinûve ji xweliya xwe xwe afirandin, rabûn ser piyan û bi gotina “Em hene” rêxistina xwe ava dikin. Bi gotina, “Ji qirkirinê re, ji fermanê re na, em ê xwe bi xwe birêve bibin” rabûn ser piyan. TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) di sala 2015an de li Şengalê hat damezrandin. YBŞ û YJŞ hatin damezrandin. YJŞ (Yekîtiya Parastina Jinê ya Şengalê) yanî aliyê wê yê leşkerî ye. Û ji bo parastina xwe bû. Ji aliyekî din ve ji bo nûnertiya siyasî û bibe dengê civaka Êzidî PADÊ hat damezrandin. Dikare were gotin ku civaka Êzidî îro xwedî îradeya azad e. Ew rêxistinkirî ye û parastinek wê heye. Ew di her warî de aîdî xwe ye. Ji bo me rêyek din tineye. Divê em biryarên xwe bi xwe bidin. Jiyana me di destên me de ye. Kes nikare ji derve were û li ser me biryaran bide. Ne mafê kesî ye û ne jî hadê kesî ye ku ew ji civaka Êzidî re bêjin, “Xwe neparêzin, em ê we birêve bibin, em ê li ser pêşeroja we û zarokên we biryar bidin!” Ev ne mafê kesî ye û nayê qebûlkirin.
Naskirina xweseriya Şengalê tê wateya bidawîkirina fermanê. Kî vê xweseriyê nas neke, rasterast ji me jinên Êzidî re dibêje, “Em deriyên ji bo 3’yê Tebaxê dîsa vekirî dihêlin. Em dihêlin ku jinên Êzidî dest û lingên wan girêdayî li bazarên Mûsil û Helebê bêne firotin.” Bi vê yekê bêrêzî û bêrûmetiyê li ser civaka me ferz dike. Bêguman ev nayê qebûlkirin. Çi dibe bila bibe ev yek nayê qebûlkirin. Ji bilî xweseriya Şengalê, ji bilî statuya wê ya xweser ti tişt nayê qebûlkirin. Em bêçare ne! Yanî rêyek din tineye.
Dema ku sibê yekîtiya neteweyî pêk were, dema ku Mala Kurdî ya berfireh were damezrandin, divê xweseriya civaka Êzidî li hemû beşên Kurdistanê di nav wê avahiya neteweyî de were parastin. Divê em ji bîr nekin ku sedema êrîşên li ser civaka Êzidî ew e ku koka Kurdistanê ye. Ji ber ku zimanê ola min Kurdî ye. Bêguman di nav Kurdan de Cihû jî heye pirtûka xwe ya pîroz Tewratê, bi Îbranî dixwînin; civaka me ya Misilman heye Quranê bi Erebî dixwîne. Yanî Mesîhî û gelek olên din hene. Lê di civaka me ya Êzidî de, dema ku dayikên me her sibeh şiyar dibin û rûyê xwe ber bi rojê ve dizivirînin, ew ji bilî zimanê Kurdî, Kurmancî bi ti zimanê din dua nakin û yan na duayên me qebûl nabin. Ji ber vê yekê, ez neçar im ku Kurdî bikar bînim. Ez nikarim ji bilî Kurdî bi zimanên din dua bikim. Çi ez rast bizivirim, çi çep bizivirim, çi pêş, çi paş, ez her sibe bikaranîna Kurdî neteweya Kurd diparêzim. Ji ber vê yekê, ez dibêjim ku dema ku ew êrîş li ser civaka Êzidî pêk hat, dijminên çar beşên Kurdistanê pir baş nas dikirin ku bê ew çi dikin. Wan dixwest ku darê ji kokê ve bibirin. Dema êrîşî Şengalê kirin, xwestin navê Kurdistanê û gelê Kurd ji ser rûyê erdê rabikin. Ez ji sedî sed ji vê bawer dikim.
‘WERIN EM BANEK HEVPAR A KU EM HEMÛ TÊ DE BIJÎN AVA BIKIN’
Pirsa min a dawî li ser rêxistinên Êzidî yên li Ewropayê ye. Hûn dixwazin li ser yekîtî û hevkariya rêxistinên Êzidî çi bibêjin? Yekîtiya civaka Êzidî wê li hember Fermana 74’an roleke çawa bilîze?
Ez xwe naxapînim û dizanim ku piştî Fermana 74’an bi dehan dest di nava civaka me de ne û ev dest, tevî ku civaka Êzidî ber bi her alî ve dizîvirînin, qet naxwazin em bibin yek. Ew fitneyê belav dikin, lîstikan dilîzin. Lîstikên dijmin gelek in. Ne tenê li qada şer; berevajî, li qada şer tu dizanî ku dijmin e. Li hemberî wî dikarî berxwedanê bike û serî hildî. Lê belê di siyasetê de, di dîplomasiyê de, di xebatên lobiyê de li rast û çepê te gelek dest hene û gava ew yekîtî û tifaqê naxwazin, bar hê girantir dibe.
Divê em nêzîkî hev bibin û yekîtiya xwe misoger bikin. Werin em banek ava bikin da ku em bikaribin di bin wê de bijîn. Divê raman û hestên me hemûyan tê de hebin. Divê ew mala me hemûyan be. Demokrasî gelek girîng e. Pirrengî û pirrengiya ramanan nîşaneya demokrasiyê ye. Divê em hev qebûl bikin û bingehek hevpar ava bikin. Di yekîtiya neteweyî ya Kurdan de, xeta sor Kurdbûn e. Di her Êzidî de xeta sor ola Êzidî û Melekê Tawiz e. Divê ev xeta me ya sor be.