Kekê girtî Firat Îşgoren Zulkîf Îşgoren ev pirs kir, “Tu li girtîgehê poşmaniyê li girtiyan ferz dike, poşmaniya ji ber çi?” û got, “Bibêjin, me zimanê we qedexe kir, mafên we asteng kir, avêt girtîgehê, avêt bîrên asîtê. Em li bendê ne ku hûn poşman bibin.”
Firat Îşgoren li Çewlîgê sala 2007’an dîl kete destê leşkeran û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî lê hate birîn. Kekê Firat Îşgoren Zulkîf Îşgoren ji ANF’ê re axivî.
Zulkîf Îşgoren ku rêveberiyê ji MATUHAY-DER’ê re dike, anî ziman ku di pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir re divê dewlet têkildarî girtiyan gavê biavêje.
Îşgoren diyar kir ku birayê wî yê bi birîndarî dîl hate girtin, gelek caran emeliyat bû, niha nexweşê giran e û nikare milê xwe yê çepê bi kar bîne. Îşgoren bal kişand ser rewşa birayê xwe yê li Girtîgeha Tîpa F a Alîaga ya Îzmîrê û got, “Pêvajoyeke aştiyê destpê kir, lê di gotinê de ma. Malbat li benda aştiyê ne, dixwazin, lê belê baweriya wan nîne. Birêz Bahçelî rabû bang kir, lê belê ji aliyê Kurdan ve dema ku mirov li mijarê binihêrin, dibînin ku gavek ji bo aştiyê nehatiye avêtin. Madem pêvajoya aştiyê heye, divê girtiyên nexweş berdin. Mirovekî ku 30 salan cezayê lê hatiye birîn qediya ye, tu çima bernade? Weke malbatên Kurd em ji Rêberê xwe û Tevgera Azadiyê ya Kurd bawer dikin.”
‘YÊN KU AVÊTIN BÎRÊN ASÎTÊ HÛN BÛN’
Îşgoren nerazîbûn nîşanî zexta poşmaniyê da ku li ser girtiyan tê ferzkirin û anî ziman ku wê teslîmiyetê qebûl nekin. Îşgoren got, “Em qala aştiyê dikin, lê belê hîn jî şer heye. Qala poşmaniyê dikin. Em poşman nînin, em çima poşman bibin? Em dixwazin bi ziman, çanda xwe bi rengekî wekhev bijîn. Kurd dixwazin bi çand, ziman, ol û baweriya xwe azad bin. Em poşman nînin. Tu çima li girtîgehan poşmaniyê li girtiyan ferz dike, poşmaniya ji ber çi? Çi kiriye ku poşman bibe? Heta ku em hebin em ê ax û zimanê xwe biparêzin. Poşmaniya çi? Yên ku divê poşman bibin hûn bi xwe ne; em li bendê ne ku hûn poşman bibin. Werin bibêjin; bi salan me zimanê we qedexe kir, mafên we asteng kir, avêtin girtîgehan, avêtin bîrên asîtê. Em li bendê ne ku aliyê hember lêborînê bixwaze. Me ji bo xwişk û biratiyê destê xwe dirêj kirin. Ne teslîmiyet. Eger poşmaniyek hebe em ji wan hêvî dikin.”