Hate îdîakirin ku Mûstafa Ûgûr ê 32 salî yê ku li Semsûrê hate binçavkirin û ew birin Navenda Polîsan a Semsûrê, ji kata duyan a Navenda Polîsan ketiye xwarê.
Ûgûr piştî bûyerê bi giranî birîndar dibe, wî dibin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê û li vir tevî hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mûstafa Ûgûr rakirin morga nexweşxaneyê.
Lêpirsîna têkildarî bûyerê hatiye destpêkirin, berdewam dike.