Piştî ku hate ragihandin Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Star û HPG’ê û Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, ji fermandarên YJA Starê Zozan Çewlîk têkildarî mijarê aivî û anî ziman ku Emîne Erciyes bi sekna xwe ya îdeolojîk, siyasî û tecrûbeyên xwe yên cidî yên li ser gerîlatiyê yek ji jinên şoreşger ên ji kesayetiyeke hevgirtî bû û got, “Sekna wê ya gelparêz, kedkar û dilnizm, dilsoziya bi hevrêyan re li her qadê, li her cihê ku lê xebitî û bi hevrêyên xwe yên ku perwerde dikir, guherînek diafirand. Weke jineke şoreşger kesayetiya xwe dabû rûniştandin.”
Zozan Çewlîk anî ziman ku Emîne Erciyes xwedî romantîzma gerîla ya Gulnaz Karataş bû ku yek ji sembolên têkoşîna azadiyê ya jinê bû û got, wê rizgariya gelan di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de didît û li ser vê bingehê weke çemekî ber bi têkoşînê ve herikî.
Nirxandina Zozan Çewlîk bi vî rengî ye:
“Beriya her tiştî yek ji fermandarên me yên hêja hevrêya me Emîne Erciyes bi hurmet, hezkirin û hesretê bi bîr tînim. Ji malbata wê ya hêja re sersaxiyê dixwazim. Her çiqas ji bo min zehmet be ku qala hevala Emîne bikim jî, min piştre ji xwe re got, hevala Emîne dîroka xwe ya azadiyê jiya, nivîsand, vegot. Weke yek ji ewladên leheng ên Anatoliyê, weke jineke şoreşger a Anatoliyê êşa gelê xwe jî di dilê xwe de hilgirt, li pêşberî pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê bi xemsarî tevnegeriya, ji nedîtî ve nehat, bi vî rengî êşa gel û jinên Kurd jî dît û li ser vê bingehê weke çemekê bû ku ji Anatoliyê ber bi têkoşîna Kurdistanê ve herikî.
SEKNA HEVALA EMÎNE JI BO ME XETEK E
Hevala Emîne di nava têkoşîna rastiya gelê Kurd de ne tenê li hemberî rewşa ku gelê Kurd û jinên Kurd di nav de ye, her wiha li hemberî rewşa ku gel û jinên Rojhilata Navîn di nav de ne jî têkoşiya. Lewma kesayet û nasnameyeke sembol bû ku nasname, kesayetî, têkoşîn û dîroka azadiyê ya jinên Rojhilata Navîn diafirand, rizgariya gelan û hemû jinan di rizgariya gel û jinên Kurd de didît. Sekna hevala Emîne sekna jin a azad e û ji bo me jî xetek e.
Hevala Emîne li gundekî Nevşehîrê ji dayik bû. Li gund bandora feodalîzm û ol hebe jî li nava derdoreke welê mezin bû ku nirxên xwe diparast, bi xwezayê re di nava hev de bû û cewhera xwe ya civakî parastibû. Hevala Emîne piştre piştre derbasî nava jiyana bajêr bû. Bi gotina xwe, li wê derê nakokiya navbera gund û bajar bi şênberî dît. Heta wê demê pirsgirêkên civakî dîtibe jî zêde wate nedida wan. Lê belê di nava jiyana bajêr de ev hemû bi şênberî dît. Li vê derê yek ji pirsgirêkên ku sereke didît, nêzîkatiya li jinê bû. Haya xwe ji pirsgirêkên civakî çêbû.
DI DEMA XWENDINA LÎSEYÊ DE APOYÎ NAS KIR
Ji bo hevala Emîne serdema ku nakokiyên wê, lêkolînên wê şênber bû salên xwendina lîseyê bû. Hevala Emîne dema ku derbasî lîseyê bû, kete nava pêvajoyeke welê ku gelek nêrîn, nakokiyên cuda hebûn. Di vê demê de dikeve bin bandora şoreşgeriyê. Di salên lîseyê de yekemcar tevgerên şoreşger, Kurdan nas dike. Lewma salên xwe yên lîseyê di nava gelek nêrîn û pevçûnan de derbas dike.
Hevala Emîne ne kesayeteke welê bû ku li pêşberî van bi xemsarî tevbigere. Di vê demê de ji kesayetên pêşeng ên şoreşger bi bandor dibe ku mohra xwe li dîrokê xistin. Yek ji van jî Mahîr Çayan e ku gelekî li ser nivîsî û nirxand. Cara destpêkê di salên xwendina lîseyê de fikrên Mahîr Çayan nas dike. Denîz Gezmîşan, Huseyînan, her wiha Che Guavera… Lewma pêvajoya lîseyê dibe zemînek.
Di atmosfera dibistanê de li aliyekî zextên dewletê, sekna faşîstan, neteweperestî, li aliyê din jî komên ciwanên çep şoreşgerî yên Tirkiyeyê, li aliyekî din jî ciwanên Kurd ên welatparêz şoreşger ên Apoyî hene. Nakokiyên civakî yên ku hevala Emîne di nav de bû, dibû sedem ku bikeve nava lêgerînê. Ew bi xwe ti carî neket nava lêgerîneke ji rêzê.
Timî digot, piştî emrekî ez ê nebim a mêrekî, nebim a sîstemekê… Lê belê divê ya çi bim, bidim pey kîjan xeyalî, divê ez li ku derê xwe bibînim… Digot ku di vê mijarê de difikirî.
Dianî ziman ku li lîseyê piştî ku kesayetên şoreşgerî nas kir, lêgerînên wê jî şênber bûn. Hevala Emîne hemû kom dişopand, lê herî zêde ciwanên welatparêz şoreşger ên Apoyî, tevlîbûna wan, sekna wan bala wê dikişand. Hîn bêhtir bandor li wê dikir. Biryar da ku tevlî wê komê bibe. Li vê derê Kemal Pîr nas dike, Hakî Karer nas dike, berxwedana wan, feraseta wan a ku di şexsê têkoşîna Kurdan de rizgariya gelê Kurd û Tirkiyeyê, xwişk û biratiya gelan dibîne û ev yek bandorê li hevala Emîne dike.
Ji vir û pê ve meyla hevala Emîne ber bi nêrînên Apoyî û têkoşîna PKK’ê ve diçe. Ev meyla xwe destpêkê di salên xwendina lîseyê de destpê dike. Hevala Emîne di nava komê de dest bi kar dike.
TEVLÎBÛN Û DERBASBÛNA LI QADA RÊBERTÎ
Li gel nakokî û pevçûnên vê demê hevala Emîne her wiha bi xwe jî xwedî nakokî û pevçûnan bû. Tevlîbûna xwe ya vê demê bi naskirina nêrînên Rêbertî ya bi rêya komê vedibêje. Vê biryara xwe ya tevlîbûnê weke biryareke hestewarî nabîne. Digot, ‘Ez bi rengekî hestewarî tevlî nebûm, bi rengekî rasyonel tevlî bûm. Sekni gotinên hevalan bandor li min kiribû. Her wiha bi şênberî jî tiştên min dîtibûn hebûn. Vê yekê jî bi rengekî cidî xîtabî lêgerîna min dikir.”
Hevala Emîne di 14’ê Hezîranê de bi komek ji hevalan di ser Yewnanistanê tevlî bû. Piştre hevala Emîne di dawiya sala 1997’an derbasî qada Rêbertî, derbasî Akademiyê bû. Min jî yekemcar hevala Emîne li wê zemînê nas kir.
Bêguman a ku destpêkê bala min kişand sekna wê, eleqeya wê, tevlîbûn, lêgerînerî û baldariya wê bû. Piştî ku me hev li wê derê nas kir, heta sala şehîd bikeve em li gelek qadan, di gelek karî de bi hev re man, wezîfe kir.
Ji bo hevala Emîne qada Rêbertî gelekî girîng bû. Naskirina Rêbertî ya yekser, tevlîbûna li rastiya Rêbertî ji bo hevala Emîne ji bo têkoşîna wê bingeha herî diyarker bû. Hevala Emîne bi coş, cidiyet û baldariyeke mezin hewl da rastiya Rêbertî nas bike, bi rengekî cidî beşdarî rastiya Rêbertî bibe.
Dawiya sala 1997’an û destpêka sala 1998’an ji bo têkoşîna me ya giştî, her wiha ji bo têkoşîna me ya jinê salên dîrokî bûn. Di vê demê de ji vê yekê jî gelekî bi bandor bû. Nêzîkatiya Rêbertî ya li jinê bandoreke mezin li hevala Emîne kir û ji aliyê îdeolojîk ve ew xurt kir, ji bo têkoşînê jî sûdeke cidî wergirt.
Yek ji van jî civîn û nîqaşên Rêbertî yên li dewreyekê bi hevalên jin re kiribû. Her wiha ragihandina îdeolojiya rizgariya jinê, tevlîbûna li nava vê dîrokê, bûyîna parçeyek ji wê ji bo hevala Emîne bû pêvajoyeke bingehîn kuk di hest û fikrî de bi têkoşînê, bi rastiya Rêbertî re bibe yek.
Hevala Emîne di gelek karî de bi wezîfe û berpirsyariyê rabû. Ji Meclîsa PAJK’ê heta bi Rêveberiya KCK’ê, ji fermandariya Zagrosan heta bi endametiya Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê tevlî gelek wezîfeyan bû. Hevala Emîne li eyaletan, li qadan wezîfe kir, li nava navenda tevgera me cih girt. Li Biryargeha Navendî ya YJA Starê wezîfe girt. Bi sekna xwe di nava hevalan de bû cihê baweriyê, bi vî rengî yek ji hevalên me yên pêşeng bû.
CUDAHIYA WÊ GELEKÎ DIYAR BÛ
Hevala Emîne nasnameyek bû, seknek bû… Xeta jinê ya azad bû. Hevala Emîne xwedî hêzeke girîng a têgiştinê û fikrî bû, xwedî çanda jinê ya azad, çanda milîtaniyê û feraseta wê bû. Hevrêyeke me ya jin bû ku ev hêz di kesayetiya xwe de afirandibû. Bi kesayetî, tevlîbûn û sekna xwe ji me hemûyan xwedî aliyên cuda bû. Hevala Emîne ne tenê rengek bû, cihêrengiya wê ne tenê ji ber Tirkiyeyîbûyîna wê bû. Weke jinekê û mirovekê gelekî cuda bû. Hevala Emîne miroveke rengareng bû. Mejî û fikrê xwe welê bû ku li gorî ya heyî nedimeşiya, li gorî rastiyên dihate ferzkirin tevnedigeriya, teqez ji aliyên cuda ve lê dinihêrî, aliyên cuda didît, ji aliyên cuda ve têdikoşiya, xwedî sekneke bi vî rengî bû.
Di nava jiyanê de jî bi heman rengî bû. Timî diherikî. Erênî bû, hêza xwe ya hest û fikrî gelekî diyar bû. Hevala Emîne xwedî sekneke tevlîbûnê bû ku di kesayetiya xwe de afirandibû.
Yekbûna gelek taybetmendiyan bû. Hem fermandarek bû, hem milîtanek bû, hem jî weke kesayetiyeke jin a azad gelek taybetmendî di fikir, hest û rêbaza xwe de ava dikir, yanî xwe ava dikir, bi vî rengî weke enerjiyekê bû ku diherikî nava her kesî. Hevala Emîne kesayeteke welê bû ku wê bi xwe qala xwe dikir. Di dema xwe de fermandareke gelekî cidî bû. Fermandareke pêşeng bû ku rêbaza otorîter û kolektîf diafirand. Bi sekna xwe, bi rêbaza xwe ya fermandariyê ji bo her kesî dibû cihê baweriyê. Ji ber vê yekê hevala Emîne bi taybetmendiyên xwe yên fermandariyê ji bo me hemûyan dibû mînak.
QÎMA XWE BI YA HEYÎ NEDIANÎ
Dema ku pêwîstî pê hebû hevala Emîne hunermendek bû, helbestvanek bû, şanogerek bû, sînemavanek bû, rojnamevanek bû, nivîskarek bû, akademîsyenek bû, perwerdekarek bû. Û hevala Emîne temamiya van hemûyan bû. Dema ku pêwîstî pê hebû dibû felsefevaneke gelekî baş a Apoyî. Hevala Emîne kesayeteke welê giştî bû ku bi vî rengî tevlî dibû. Hevala Emîne ne ji ber ku hevaleke Tirkiyeyî bû cuda bû; bi van taybetmendiyên xwe cudahiya xwe nîşanî jiyanê û kar dida, lewma hevrêyeke welê bû ku timî diherikî.
Afirînerek bû. Qîma xwe bi ya heyî nedianî. Pêwendyia vê yekê bi lêgerîneriya wê hebû. Xurt bû ku cewherî, dilnizmî û aqlê kolektîf ji xwe re dikir esas, parve dikir, ji pirsgirêkên her kesî re dibû bersiv. Hevala Emîne ne tenê bi fermandariya xwe, di heman demê de weke hevrêyekê hebû.
Hêza wê ya xewn û xeyalê bilind bû. Ji ber fikrê xwe, hevala Emîne di mijara jiyanê de nerm bû. Mesela dema tu bi rengekî yekser li bûyerekê binihêre, wê ji aliyê cuda ve dinirxand. Kesayetiyeke welê bû ku bedewiya wê ya fikrî xwe dispart bedewiya wê ya navxweyî.
Hevala Emîne dilgerm bû, mirov baş nas dikir. Lewma bi hemû hevalan re eleqedar dibû, zor û zehmetiyên hevalan zû didît, ji bo zehmetî ji holê bêne rakirin piştgirî da û xwedî karakterekî parvekirinê bû. Hevala Emîne li qadên ku lê meşiya, kar û gerîlatî kir, çi ji aliyê siyasî çi jî ji aliyê îdeolojîk û aliyê gerîla ve ev hêz nîşan dida. Xwedî wê sekn, kesayetî û nasnameyê bû ku xwe bi pêş ve dibir, xwe tevlî xetê dikir, li ser bingeha xetê xwe bê fikar tevlî têkoşînê dikir.
MIROV NIKARE TENÊ BI ÇEND RASTIYAN WÊ BÎNIN SER ZIMAN
Hevala Emîne bi kesayetiya xwe ya civakî, taybetmendiya gelparêzî, dilnizmî, kesayetiya xwe ya rengîn û afirîner, bi aliyê xwe yê hunerî ne tenê li ser gerîla her wiha bandor li ser mirovên ji gel, siyasetmedaran dikir. Li her rêya jê derbas dibû, bi kîjan hevrêyên xwe derbas bûbe, teqez şopeke xwe lê hiştibû.
Lewma mirov nikare hevala Emîne tenê bi çend rastiyan vebêjin.
Şehadeta hevala Emîne ji bo me windahiyeke mezin e. Yek ji wan hevalên me bû ku bi sekna xwe ya îdeolojîk, sekna xwe ya siyasî û bi tercûbeya xwe ya gelekî cidî ya gerîlatiyê kesayetiyeke komple bû. Ji ber taybetmendiyên xwe yên gelêrî li her qada ku lê bû, zû pê re dibû yek. Ji xwe xwedî karakterekî dilnizm bû. Lê belê bi esasî gelparêzî, kedkarî, sekna dilnizm û dilgermiya hevrêtiyê li her qadê, di her karî de bi her hevrêyên ku perwerde kir guherîn pêk anî. Weke jineke şoreşger jî kesayetiya xwe dabû rûniştandin.
Min timî ji hevala Emîne re digot, ‘Bi te re romantîzma gerîla ya hevala Gulnaz Karataş, heval Bêrîtan heye’. Mirov dikare vê yekê bi îdeolojiyê, felsefeyê, xwezayê, civakê, gerîlatiyê vebêjin. Ev hemû jî di asta eşqê de bi hevala Emîne re hebûn. Hem hişmendiya dîrokî, hem tevlîbûn, hem jî berpirsyariya li pêşberî gelan hemûyan ne tenê gelê Kurd, gelekî li pêş bû. Hevala Emîne ji me hîn bêhtir bi Kurdî hîn bû û bi Kurdî axivî. Di gelek bernameyan de, bi hemû hevrêyên xwe re, di dersên akademîk hemûyan de ku wê dida, bala wê bi hêsanî li ser zimanan û nasnameyan bû. Lewma xwedî sekn û kesayetiyeke welê bû ku xwe da têkoşîna ji bo jinan û gelan. Kedeke hêja da.
Şehadeta hevala Emîne ne tenê ji bo hêzên me yên YJA Starê, ji bo tevahiya hêzên me yên giştî windahiyeke mezin bû. Em careke din hevala Emîne bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna wê re dubare dikin.