Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku di çarçoveya Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatiye avakirin û karê xwe dewam dike, 20’ê Tebaxê roja Şemiyê li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdarî kir. Serokê Komîsyonê Nûman Kûrtûlmûş ku ji bo guhdarîkirinê bang li Dayikên Aştiyê kir, ji bo dayikên ku dixwestin bi Kurdî biaxivin rêziknameya navxweyî ya meclîsê kir hinceta astengiyê. Ev rewşa ku li komîsyonê rû da li nava nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî bû sedema nerazîbûnê.
Zanyarê Zimanê Kurdî Zana Farqînî li ser qedexeya Kurdî ya li komîsyonê ji ANF’ê re axivî û got, “Bi banga lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêvajoyeke nû destpê kir. Çekdanîna PKK’ê û avabûna komîsyonê li meclîsê ji bo aştî û wekheviyê hêvî da gel. Lê belê me heta niha gavek nedîtine ku bersivê bide daxwazên gelê Kurd. Ji ber ku baskê dewletê vê pêvajoyê di bin navê ‘Tirkiye ya bê teror’ dimeşîne. Aliyê Kurd jî pêvajoyê bi rengê ‘civaka demokratîk’ bi wate dike.
Eger pirsgirêkek hebe li naverastê, ji bo çareseriya wê meseleyê divê herdu alî li hev bikin. Aştî û lihevkirin jî li ser esasê maf, hiqûq û edaletê tê avakirin. Gel gelekî meraq dike bê pêvajoyê wê çawa bi rê ve biçe. Gelê Kurd nizane bê wê bersiv ji daxwazên wan ên li ser ziman, çand, nasname û statuyê re bê dayin yan na.
Vê pêvajoyê destpê kir û di vê demê de siyaset û danûstandin kete şûna şer. Komîsyonek hate avakirin; ev komîsyon li herdu aliyan guhdarî dike. Ji niha û pê ve jî ji bo aştiyê divê gavên pratîkî bêne avêtin. Lê belê heta niha gavên pratîkî nehatine avêtin. Aliyê Kurd hêvî dike ku tavilê bigihêje aştiyê. Dixwaze ev pêvajoya şer êdî biqede. Dixwaza nasname, hebûn û çanda wan li vê erdnîgariyê bêne naskirin.”
‘LI HEMBERÎ DEWLETÊ BÊBAWERÎ HEYE’
Farqînî qala pratîka kar a komîsyona li meclîsê kir û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser navê komîsyonê, xwişk û biratî di nav de heye. Gelo xwişk û biratiyeke çawa? Ew xwişk û biratî ye ku ji damezrandina komarê û vir ve qalê dikin? Eger ew be, hingî ne navê xwişk û biratî tê de heye ne jî mafê wê. Ji xwe ew xwişk û biratî bû sedema şer. Yanî xwişk û biratiyek li ser bingeha edaletê û naskirina maf, nasname û hebûna Kurdan? Kes xwe ji xwişk û biratiyeke bi vî rengî nade alî.
Beriya çend rojan Dayikên Aştiyê xwestin li komîsyonê bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, lê belê destûr ji wan re nehate dayin. Nêzîkatiyên bi vî rengî wê pêvajoyê lawaz bike. Ji xwe sedema destpêkirina vê meseleyê jî polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdan e. Kurdî li her qadê hate astengkirin û êrîş lê hate kirin. Lewma bêbawerî ji bo dewletê heye; gel ji dewletê bawer nake; ji ber ku tecrûbeyeke pêvajoya dema derbasbûyî heye.
Lê belê her kes aştiyê dixwaze. Dixwaaze ku ev pêvajoya şer êdî biqede û çareserî bi diyalogê pêk were. Bi rastî jî eger em qala aştî û demokrasiyê dikin, girîng e li gorî vê yekê gav bê avêtin.”
‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKARKIRINÊ DIVÊ BÊNE TERIKANDIN’
Zana Farqînî destnîşan kir ku polîtîkayên yekperest ên dewleta Tirk divê tavilê bêne terikandin ku ji damezrandina komarê û vir ve tê meşandin û got, “Divê li gorî taybetmendiya sosyolojîk a welêt tevbigere. Sedemên şer divê ji holê rake û tavilê dest ji polîtîkayên înkarkirinê berde. Çawa ku em qala sedsaleke nû dikin, li pêşiya me cîhaneke nûjen heye. Dikare bala xwe bide ser pratîkên vê cîhana nûjen û ji bo demokratîkbûnê gavan biavêje. Tirkiye dikare welatên nûjen ên ku şer qedandine ji xwe re bike mînak û li gorî wê tevbigere.
Divê êdî dest ji jiberkirinên xwe yên berê berde. Polîtîkayên yekperest aramiyê xera dike û nahêle aramî pêk were. Şer jî ji ber vê înkarê destpê kir. Divê pêvajo êdî ji pêvajoya şer bê rizgarkirin û bi danûstandinan bê çareserkirin. Zemîneke bi vî rengî êdî heye. Ji niha û pê ve ji bo gelan divê gav bêne avêtin û bawerî bê dayin. Gelê Kurd amade ye ku bi navê aştiyê her tiştî bike.”