Malbata Omer Koyun ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Sêweregê ya Riha girtî ye, çûbûn serdana wî. Dema ku vedigeriyan, qezayeke trafîkê qewimî. Di qezaya ku di ketina bajarê Amedê de qewimî de, Baran Koyun ê 18 salî jiyana xwe ji dest da.
Baran Koyun li gundê Qubeyşî ku girêdayî navçeya Xana Axpar e, hate veşartin.
Taziye li mala şînê ya li taxê tê qebûlkirin.

