Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRA’yê Necilmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gel bi dirûşmeyan çû qada bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Rêber Apo misogeriya demokrasiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulîstan Tara û Hêro Behadîn hatin bîranîn: Em ê şopdarê şehîdên xwe bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê ji bo şehîdan wê taziye were danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo şehîdan di roja 3’yan de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Komîsyon divê demildest biçe Îmraliyê’
Rojane

‘Komîsyon divê demildest biçe Îmraliyê’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, “Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re û guhdarîkirina wî, dê lez bide pêvajoyê. Dê rê li ber baweriyê veke. Bi pêşdaraziyan pêşketin çênabin. Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, li Meclisê di civîna heftane ya koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di serî de bal kişand ser şewata di febrîqeyeke li Kocaeliyê de ku 6 karkeran jiyana xwe ji dest dan û got: “Ev ne qezayekî kar e, ev cînayeta kar e. Ev nîşan dide ka pergala heyî ya kambax çawa keda zarok, jin, kal û pîrên nehatine teqawidkirin diixwe û ewlehiya wan a kar çawa tune dihesibîne. An em tevek dê di bin çerxa ve pergala kapîtalîst de bên hêrandin an jî dê bi awayekî rexistinkirî li dij derkevin.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bi bîr xist ku biryara DMME’yê ya der heqê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de teqez bûye û xwest biryar bên cîbicîkirin û girtiyên ji Doza Kompasê ya Kobanê tavilê bên berdan.

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku Tirkiye veguheriye girtîgehê, hêj jî girtîgehên bi tîpên cuda tên çêkirin, ew der ji bo girtiyan veguherîne êşkencexaneyan, mafên girtiyan bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin û tehliyeyên girtiyan tên astengkirin.  

Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir ku dikarin aştiyê bi hev re mezin bikin û got: “Di rêya ber bi aştiyê ve de gelek berpirsyarî dikeve ser milê siyaseta demokratîk. Di vê pêvajoyê de peywireke mezin li ser milê muxalefet û îktîdarê ye. Lê ya ku aştiyê dikare bi ruh bixe, qada siyaseta demokratîk e. Pêvajoya zêdetirî saleke didome, derbasî qonaxa duyemîn bûye. Qonaxa duyemîn jî dema siyaseta demokratîk e. Di vê qonaxê de divê ne stratejiyên şer lê stratejiya aştiyê were nîqaşkirin. Ev qonax, qonaxa herî girîng e.

Ev ew serdeme ku îradeya gel a rêxistinkirî, rêveberiyên xwecihî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk tê de çalak cih bigirin. Tovê aştiyê tevlî axê bû. Divê em nebêjin me tov çand û erh tişt qediya. Kulîlka aştiyê nazik e, heke were paşguhkirin û neyê avdan, hişk dibe. Weke muxalefeta civakî û hêzên demokratîk, tişta dikeve ser milê me ew e ku em vê kulîlkê av bidin, xurt bikin û veguherînin darekê. Divê em di vê demê de xwe bêhtir birêxistin bikin û gotina demokrasiyê xurt bikin. Heke em xwe birêxistin nekin, dê dijberên aştiyê xwe birêxistin bikin, şer xwe birêxistin bike, nefret xwe birêxistin bike.

Di nava muxalefetê de hin derdorên ne bi aştiyê re hene. Yên vê firsenda dîrokî asteng dikin, yên xwe ji aboriya şer û dijberiyê xweyî dikin hene. Yên xwe bi dijberiya aştiyê xweyî dikin hene. Di nava îktîdarê de jî em dibînin ku yên manşetên dijî aştiyê diavêjin hene. Ev manşet, li ser navê aştiyê şermekî pir mezin e. Yên tirsa aştiyê dijîn, yên dixwazin şer bidome, yên dixwazin birînên civakê kûrtir bibin, bi sedan sal jî derbas bibin dê di hizûra dîrokê de her tim weke nûnerên xerabiyê di wijdana gel de cih bigirin. Dijderketina aştiyê, sûcekî dîrokî yê li dijî nifşên pêş e.

Divê aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi qurbanî hesabên erzan ên hilbijartinê yên partiyên siyasî neyê kirin. Divê gelên Tirkiyeyê bi aşkerayî bizanin ku têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê pir ji zû ve ye. Divê ev rast bê fêmkirin. Îradeyeke bi sala ye di hundir de û têkoşîneke biisrar tê domandin heye. Di nava çaryeksala li îmraliyê de gelek nexşerê, pêşniyarên çareseriyê û bangên aştiyê hatin kirin. Ev yek jî nîşan dide ku aştî ne taktîkek an jî manewrayek e, nîşaneya wê ye ku tercîheke stratejîk e.

Di pêvajoya 1’ê Cotmeha 2024’an de biryardariya birêz Ocalan pir krîtîk e. Ji roja ewil heta niha her tim zimanekî erênî bi kar anî. Di her xitimînê de rê vekir. Li pey mijarên cuda neket û rojevên neyînî nedanî pêşiya civakê. Serokkomar bi xwe jî got ku Îmraliyê heta niha di vê mijarê de her cureyên alîkariyê daye. Ev, tespîteke girîng e. Birêz Bahçelî jî got ku bila komîsyon çendek wekîlan hilbijêre û bişîne Îmraliyê. Ev, gotinên pir girîng in.

Cihê dewlet diçê çima siyaset neçe? Heke saziya siyasetê di meseleyeke wiha dîrokî de çalak tevnegere dê çi bike? Pêvajo 13 meh in didome û me hêj agahiya tu mirinekê negirtiye. Ev ji bo me cihê keyfxweşiyê ye. Ev pêvajo, firsenda qezenckirina sedsala Tirkiyeyê û divê siyaset tenê temaşe neke.

Ji bo birêz Ocalan bikare baştir rola xwe bilîze, ji bo îradeya raber kiriye veguhera qezenca 86 milyon hemwelatiyan, divê çûyîna Îmraliyê daxwaza herkesekî be. Hevdîtina komîsyonê ya bi birêz Ocalan re û guhdarîkirina wî, dê lez bide pêvajoyê. Dê rê li ber baweriyê veke. Bi pêşdaraziyan pêşketin çênabin. Divê komîsyon tavilê biçe Îmraliyê û hevdîtinê bike.

Em, bi krîzên piralî re rû bi rû ne. Tevî her tiştên tên jiyîn jî, tevî zehmetiyan jî me dev ji israra xwe ya aştî û demokrasiyê berneda. Em tevek jî di ferqa zehmetiyên pêvajoyê de ne. Divê em bi hev re li rêya xelasiyê bigerin. Di vê serdemê de pêdiviya me bi seferberiyeke rasteqîn heye. Anku divê em bêhtir bixebitin. Em ê derî bi derî bigerin, ji cîranên xwe re vebêjin, kolan bi kolan biaxivin. Dê li her derê bigerin û ji gel re vebêjin.

Aştî, fermana Îslamê û taetê watedar e. Em ê biçin cem derdora sekûler. Aştî, rêgeza sereke ya komarê ye. Em ê bibêjin ‘komara demokratîk, paradîgmaya rizgariya hevpar a 86 milyona ye.’ We demê em ê ji bo aştiyê zêdetir biaxivin. Em ê biçin cem sosyalîstan, demokratan. Aştî û demokrasiyê her kes di dinyaya xwe de ava dike. Em ê têkevin nava hemû dinyayan û bi her zimanî biaxivin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ÎHD: Bila girtiya nexweş Hatîce Onaran were berdan
Nûçeya Pişt re Îmamoglu bi ‘serokê rêxistinê’ tê tewanbarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo Meşa Gemlîkê ji Wanê ber bi Amedê bi rê ketin

Jinên ku dê tev li Meşa Gemlîkê bibin ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê berê yê îstîxbarata Îsraîlê: Netanyahû welêt tune dike

Sîxurekî berê yê ewlekariya navxweyî ya Îsraîlê Gonen Ben Itzhak ku yek ji kesayetê pêşeng…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê heta dawî li pişta zarokên xwe bin’

Xelkê Kantona Cizîrê ji bo piştgirîdayîna berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên komên çeteyên girêdayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bîranîna gerîlayan: Em ê wan ti carî ji bîr nekin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gerîlayên şehîd li Sancaktepeyê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?