În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan banga tevlîbûna meşa 8’ê Adarê ya Dusseldorfê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Êriş Berxwedan ruh û îradeya Kobanê bû’
Kurdistan

‘Êriş Berxwedan ruh û îradeya Kobanê bû’

Yek ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad Şehîd Êrîş Berxwedan bi bîr anî û got: ‘’Hevrê Êrîş Berxwedan ruh û îradeya Kobanê di kesayeta xwe de berceste kiribû.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Yek ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Çiya Mahabad têkildarî jiyan û têkoşîna gerîla Êriş Berxwedan ê ku 3’ê Kanûna 2023’an di êrişa dewleta Tirk de li Pênciwinê şehîd bû, ji ANF’ê re axivî. Çiya Mahabad bi vî rengî qala têkoşîna Êriş Berxwedan kir:
 

‘’Di destpêkê de em li ser navê Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (HRK) ji malbata hêja û gelê me yê Kobanê re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê heval Êrîş de em bejna xwe li hemberî hemû şehîdan ditewînin. Ji bo zîndîkirina bîranînên wan û pêkanîna armancên wan em soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dubare dikin.

Heval Êriş, weke ciwanekî ji Kobanê ku berxwedaniya xwe û têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê navê xwe li seranserê cîhanê belav kir, ji roja beşdarbûna xwe û heya roja şehadeta xwe ku me bi hev re li qada Rojhilatê Kurdistanê  têkoşîn meşand, bi wî ruhî, bîr û bawerî û sekna berxwedêr tevlî Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bûbû. Heval Êrîş, li derdora xebatên me yên li qadê kar dikir. Di warê teknîkî de pispor bû. Bi rastî jî ji teknîkên di destê me de fêm dikir û her tim hewl dida ku wan bi awayekî serkeftî bi kar bîne û nedihişt di kar û xebatên hevalan de ên têkildarî parastin û jiyanê pirsgirêk rû bidin. Bes ne di warê teknîkî de pêşketî bû di heman demê de bi qasî wî aliyê xwe jî di warên jiyan, hevaltî, hezkirina hevalan û tevlîbûna şoreşê de jî ciwanekî bêhempa bû. Heval Êrîş, xwe deyndarê gelê Rojhilat jî didît. Gelek caran me pêre nîqaş dikir û wî jî digot ku gelek ciwanên ji Rojhilat hatin û li Rojava û Kobanê şehîd ketin.  Ez jî weke ciwanekî ji Kurdistanê bi wan hest û ruhê neteweyî  girêdayî bîranîn û wefedariya wan şehîdan dixwazim li Rojhilatê Kurdistanê têbikoşim. Bi qasî ku li qada Başûr xwedî hewl û ked bû û hewl dida xwe di warê leşkerî û îdeolojî de pêş bixe, di heman demê de ew qasî hewl dida ku biçe Rojhilatê Kurdistanê û li wir li qadên gerîlayan pratîk bimeşîne.

Li ser vî esasî bi taybetî di branşa sekvaniyê de ku di taktîka gerîlayan de branşeke girîng e,  perwerdeyên leşkerî standin. Perwerdeya wê branşê dît û xwe amade dikir û pêşniyar kir ku biçe pratîkê. Lê belê ji ber ku hewcehî hebû me demekê ew di xebatên wî yên berê de da sekinandin. Her wiha ew xebatên xwe jî domandin û tu caran negot ku pêşniyara min heye û ev karekî dubare ye. Yanî nêzîkatiyeke cuda nîşan neda. Heval Êrîş li ser esasên weke pêwîstiya rêxistinê û valahiya li qadan xwe berpirsiyar didît û tevlî kar dibû. Bi rastî karê ku dikir paqij bû. Ez dikarim bibêjim ku ruhê Kobanê di kesayeta xwe de berceste kiribû. Ew ruh û îradeya gelê Kobanê ku bi salan weke qad û navendeke têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê bû, di kesayeta xwe de pêk anîbû. Tim ew mezin dikir û wisa dijiya. Heval Êrîş, di pratîkê de hevalekî berçav bû û kesekî bêhempa bû. Li ku derê kar, pêwîstî û pirsgirêk hebûna berê xwe dida wir û bi awayekî xurt li ser wan disekinî û ew çareser dikirin. Tim hewl dida ku xwe di warên perwerde, pratîk, teknîk, zanistiya teknîkî, fêrbûn û lêkolînê de xwe pêş bixe. Nedigot ku ez vê yekê dizanim, ev têra min dike û bes e. Di nava çend salan de me pêşketinên heval Êrîş bi xwe dît. Xwe gihandibû asteke wisa ku dikarî di çend qadên cuda de kar bide meşandin û pêşengiyê bike. Her wiha girêdayî pêşniyara xwe tim bi kelecan û bi biryar bû ku biçe hundir û pratîk bimeşîne. Ji Şaho bigirin heya Ûrmıye û Makûyê. Daxwazeke heval Êrîş ya bi vî rengî hebû. Lê belê mixabin şehadeta heval Êrîş rê neda ku ev xwestek û hêviya wî pêk were û biçe pratîkê.

Weke hevalên wî emê tim girêdayî bîranînên wî nêzîkî pratîkê bibin. Em ê nehêlin xeyalên wî û hemû hevalên wî yên şehîd li erdê bimînin. Bi awayekî teqez ev biryardariya me û soza me ya ji şehîdan re ye. Em di baweriyê de ne ku ger heval şehîd nebûna ew tiştên ku li qadên dikir wê bi awayekî mezintir li hundir jî bikirana û ser bixistana. Wê bigihîşta asta fermandarekî mezin û gerîlayekî pisportir.

Dagirkeriya Tirk di 3’yê Kanûna 2023’yan de bi balafirên bêmirov êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama wê êrîşê de li gel heval Aryen gihîşt şehadetê. Heval Êrîş, bi wî rengî gihîşt asta şehadetê. Dewleta Tirk dema ku heval li ser erka xwe li dijî hevalan êrîşeke nemerdane pêk anî. Mixabin ku di encama wê êrîşê de heval Êrîş gihîşt şehadetê. Em dikarin têkildarî şehadeta heval Êrîş Berxwedan bibêjin ku ew ji bo Rojava û gelê me yê Kobanê ku ji bo hemû welat û Kurdistanê bûye sembol, ji bo gel û gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê jî cihekî girîng ê Kobanê û Rojava heye ku weke dînamîk û hêzeke pêşeng û ruhekî ku têde berxwedan heye û azadî çêbûye, sekn û îradeyekê sembol e û heval Êrîş jî zarokê wê herêmê ye. Weke gelê Rojhilat û hevalên wî yên ji Rojhilat em tu caran wî ji bîr nakin. Wê tu caran cihê wan di xebat û têkoşîna me de vala nemînin.

Weke rêhavalên heval Êrîş Berxwedan em dikarin vê sozê bidin gelê xwe yê Rojava, Kobanê û malbata heval Êrîş ya hêja. Divê bi kurê xwe, zarokên serbilind bin ku wisa bi serbilindî diçin qadên din ên welat û beşdarî Tevgera Azadiyê dibin ku ew jî hat beşdarî tevgera me ya Rojhilat PJAK’ê bû û li wir heya roja şehadeta xwe xebat dan meşandin û bi serbilindî jî erkên xwe bi cih anîn. Bila malbat jî bi vî zarokê xwe yê hêja, qehreman û dilsozê welat serbilind be. Heval Êrîş jî weke hemû hevalên şehîd erkên xwe pêk anîn û wisa tevlî karwanê şehîdan bû. Her çend şehadet ji bo giran in û bêguman her windahiyek li gel me dibe sedema rûdana êşeke mezin. Weke ku Rêbertî dibêje, parçeyekî ji beden û laşê me diçe. Bi rastî jî wisa ye û ev yek heqîqetek e.

Lê belê ji bo armancên mezin, destkeftiyên mezin, welatekî azad û Kurdistaneke azad çawa ku me li Kobanê bi hezaran şehîd dan û ji her beşên welat hatin û beşdar bûn. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bedêlên giran hatine dayîn û pêwîst bike wê ji vir û pê ve jî hê werin dayîn. Ev têkoşîn û rêwîtî bi beşdariya hemû keç û xortên ji beşên welat wê li Rojhilat çêbibe û çêdibe jî. Ev yek a niha jî heye û wê ser bikeve. Em di wê baweriyê de ne ku heya leheng û qehremamên weke heval Êrîş hebin  bu guman wê ser bikeve. Wê tu caran çekên wan, alên wan û fikra ku di oxira wê de meşiyan û gihîştin şehadetê jî winda nebin, li erdê nemînin û tune nebin. Serketin wê ya me gelê Kurd be.

Çawa ku Kobanê di şexsê gelê Kurd de ji cîhanê re serketin afirand, wê li Rojhilat jî Kobanê bibe bingeheke serketina Rojhilatê Kurdistanê û beşên din ên welat.  Wê ruhê Kobanê wê li Rojhilat jî zindî were girtin. Em ê li gel hevalên weke heval Êrîş ruh û berxwedaniya Kobanê zindî bigirin. Heval Êrîş zarokê wê berxwedanê bû ku hat û heya roja dawîn jî beşdarî têkoşîna li qada Rojhilat bû. Bû gerîlayekî YRK’ê û xebat dan meşandin. Weke rêhevalên wî em careke din bejna xwe li hemberî bîranînên wî ditewînin û ji Rojhilatê Kurdistanê rêz û silavên xwe ji Rojava û bi taybet jî ji gelême yê Kobanê re pêşkêş dikin û dibêjin ku Bijî Serok Apo, şehîd namirin û şehîd namirin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayramoglû: Hevdîtinên yekser ên bi Ocalan re dikare pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî bide destpêkirin
Nûçeya Pişt re HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sistan-Belûcistanê êrişa li ser hêzên Îranê: 3 mirî

Li eyaleta Sistan-Belûcistanê ya Îranê di êrîşên çekdarî de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Mijara esasî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Divê komîsyon ne tenê di nava hewldana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Siwêdayê çalakiya piştgiriya ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Li Siwêdayê gel çalakî lidar xist û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelên Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?