În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > 3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
Kurdistan

3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir

3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

3’yemîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” tê lidarxistin, dest pê kir. Tevî gelek hunermendan, hevşaredarên bajar û navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes beşdarî Festîvala ku li Navenda Çand Amedê hat lidarxistin bûn. Festîval, diyarî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk hat kirin.

PÊŞANGEHA FÎLMÊ ‘RÊ/YOL’

Di festîvalê de pêşî pêşangeha fîlmê “Rê/Yol” ê Yilmaz Guney hat vekirin. Pêşangeh, bi îlhamgirtina ji pirtûka Çêkerê Fîlman Edi Hubsmidt a bi navê “Rê-Çîrokeke Sirgûnê” hat amadekirin. Di pêşangehê de berhemên hunermendan ên di kategoriyên cuda yên wekî wêne, vîdeo û xêz de hatin nîşandan, her wiha dîmenên fîlm û wêneyên di pirtûka Edi Hubsmidt de jî cih girtin. 

‘EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN’

Piştî pêşangehê konser hat lidarxistin. Sîpan Dagdevîren ê ji Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ku beriya konserê axivî, diyar kir ku festîval çîrokên cîhanê û mirovan tîne ba hev û rê vedike û ev tişt got: “Em îro li Amedê çîrokeke nû dinivîsin. Ev festîval dê ji sînemagerên pêşerojê re rê veke, çîrokan bigihîne pêşerojê.” Dagdevîren, navên hunermendên Kurd ên ked dane sînemayê rêz kir û wiha pê de çû got: “Yilmaz Guney çend sal berê gotibû, ‘bila dost û dijmin bizanibe ku em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.’ Em li vir dixwazin bangî Yilmaz Guney bikin; wekî te got em ê bigihîjin serkeftinê. Bijî sînemaya Kurdî, bijî sînemaya azad, bijî sînemaya şoreşger.”

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û diyar kir ku festîval qadeke hevpar a mezin û rêwîtiyek e ku ziman, çand û nêrîn dihewîne. Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku Yilmaz Guney rê li ber sînemaya Kurdî vekiriye, Halîl Dag cesaret dayê, endamê Şandeya Îmraliyê yê jiyana xwe ji dest daye Sirri Sureyya Onder hêz dayê û got: “Em deyndarê keda wan in.”

KONSER Û GOVEND

Piştî axaftinan hunermendên Rojhilatî Elî Ekber Moradî û Ezîz Kangarlû bi çepik û coşeke mezin derketin ser dikê. Performansa Moradî û Kangarlû, li ser piyan bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Piştre Koma Govendê ya Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), performansa govendê ya herêma Rihayê pêşkêş kir. Performans bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

BELGEFÎLMA ‘KARDEŞ TURKULER’

Piştre belgefîlmê “Kardeş Turkuler” ê ku Çayan Demîrel û Ayşe Çetînbaş derhêneriya wê kirine hat nîşandan. Belgefîlm, li gel vegotina hilberîn û rêwîtiya muzîkal û polîtîk a 30 salan a Kardeş Turkuler; cih dide bûyerên civakî û komkujiyên dîroka nêz ên wekî Newroza Cizîrê, Komkujiya Madimakê, kuştina rojnameger Hrant Dînk, Berxwedana Geziyê, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê û erdhejên 6’ê Sibatê.

Festîval dê heta 14’ê Kanûnê dewam bike û sibê jî bi çalakiyên curbecur bidome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû
Nûçeya Pişt re Mazlûm Ebdî salvegera 1’emîn a hilweşîna rejîma Baasê pîroz kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên KBDH’ê li du bajaran çalakî kirin

Milîsên Zeynep Kinaci (Şehîd Zîlan) ên KBDH’ê ragihand ku wan ji bo silavkirina çalakiya fedayî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

Gelek rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyan têkildarî wefata rojnameger Huseyîn Aykol peyam parve kirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji gundewarê bajarê Raco yê Efrîna dagirkirî 2 kes revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê êrişa çekdarî: Kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îstîxbarata Hollandayê derheqê zavayê Trump de kiryareke fînansî ya biguman tespît kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?