Parêzer, civaknas û fîlozofê Marksîst John Holloway ku bi nêzîkatiya xwe ya rexneyî ya li Marksîzm a Klasîk tê naskirin, destnîşan dike ku bidestxistina dewletê wê kapîtalîzmê hilneweşîne, berevajî wê jinûve wê hilberîne, lewma divê armanc ne desthilatdarî be, lê guhertina cîhanê be.
Holloway ku salên dûr û dirêj tevgera Zapatistayê lêkolîn kir û beriya 12 salan tevgera Kurd nas kir, anî ziman ku herdu tevger ji ber ku li şûna dewletê li ser rêxistiniya gel û civakê têdikoşin, dişibin hev. John Holloway paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd li hemberî tarîtiya kapîtalîzmê ku cîhan dîl girtiye weke ronahiyekê pênase dike. John Holloway ku ji bo Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk hat Stenbolê, ji ANF’ê re axivî.
Fîlozof û civaknasê Marksîst John Holloway ku di temenê xwe yê biçûk de bi malbata xwe ji Îrlandayê çû, diyar kir ku ji ber tecrûbeya xwe ya koçberiyê ew nêzî tevgera azadiyê bû û bala wî kişand.
Holloway li Meksîkayê ku salên dirêj lê ma û li zanîngehê li ser civaknasiyê ders da, têkildarî tevgera Zapatistayê xebitî. Holloway ragihand ku beriya 12 salan li Hamburgê bi saya çalakiyek li ser meseleya Kurd wî tevgera Kurd nas kir. Holloway diyar kir ku di vê demê de bi xwendekarê doktora Azîz Arslan kar kir, vê yekê tevkariyeke mezin kir ku meseleya Kurd nas bike û got, “Hebûna xwendekarê min Azîz Arslan ji bo min şensek bû. Me bi hev re li ser mijara meseleya Kurd kar kir, bi saya vê yekê haya min ji mijarê çêbû. Li Viyana, Cenevre, Hamburgê weke qiseker beşdarî gelek konferansan bûm, piştre jî di dema pandmiyê de ji bo civînan hatim vexwendin û min tevkarî kir. Lewma haya min ji pêvajoyê heye.”
‘ROJAVA LI HEMBERÎ SÎSTEMA KAPÎTALÎST DIKARE MODELEKÊ AVA BIKE’
Holloway destnîşan kir ku tevgera Zapatista û tevgera Kurd dişibin hev û anî ziman ku herdu tevger jî weke alternatîfa dewletê li ser rêxistiniya gel û civakê têdikoşin. Holloway diyar kir ku ji ber vê yekê ew tevlî pêşniyar û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe ku li hemberî amûra dewletê komunan destnîşan dike. Holloway got, “Bi Abdullah Ocalan re di gelek mijaran de em hemfikir in. Lê belê ez bi şexsî ne di wê baweriyê de me ku divê qutbûnek ji Marksîzmê çêbibe. Berhemên Marx gelekî dewlemend in û pêkan e ku mirov Marksîzmê bi şêweyên hîn cudatir binirxînin û bigihînin vê serdemê.
Rexneya bingehîn a Birêz Ocalan a li Marksîzmê -ku rexneyeke ez jî gelekî hêja dibînim- ew e ku heta roja îro Marksîzma klasîk mesele li ser têkiliyên hêz, domînasyon û desthilatdariyê xwend û dewlet ji xwe re kir perspektîf. Lê belê weke ku di mînakên Yekîtiya Sowyetan û Çînê de tê dîtin, piştî bidestxistina amûra dewletê, gel li derveyî pêvajoyê têne hiştin. Marksîzm a Klasîk ‘Kapîtal’ weke reçeteyekê dît. Halbûkî rexneyeke li ser aboriyê bû. Marx ne tenê li ser domînasyonê kûr bû, di heman demê de têkiliyên pere û ked ên neşênber ên kapîtalîzmê jî nirxand. Lewma mirov dikare li Marx vegerin û bi neqandin û terikandina van şîroveyên nebaş, dikarin kevneşopiya Marksîst dewam bikin, biparêzin. Ji ber vê yekê teoriya Abdullah Ocalan û tevgera Zapatistayê, têkoşîna tevgera Kurd dike ku mirov jinûve li ser derfet û dibetiya şoreşê bifikire. Mînak, Rojava li dijî sîstema kapîtalîst dikare bibe modelek. Ez qet neçûm Rojava lê belê bi qasî ku min ji tiştên xwendiye fêhm kir, ji aliyê jinûve avakirina civakê li ser zemîna komunal ve gelekî girîng dibînim. Her wiha veguherîna civakî ya li ser bingeha jinê, aboriya kooperatîf û hilberîna komunal a li dijî kapîtalîzmê gelekî girîng in.”
‘TEVGERA KURD GAVÊ DIAVÊJE, LÊ MEYLA HIKUMETA TIRK LI SER PARASTINA STATUKOYÊ YE’
Holloway li Tirkiyeyê destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd destpêkê ew matmayî hişt û got, “Bi taybetî dema ku min şert û mercên tecrîdê yên Abdullah Ocalan lê dihatin ragirtin û helwesta otorîter a hikumeta Tirk dida ber çavan, ne li benda rewşeke bi vî rengî bûm. Haya min ji hevdîtinên navbera Birêz Ocalan û hikumetê tine bû; bêguman jinûve destpêkirina pêvajoyekê ez şaş kir. Bêguman li gel matmayîbûnê vê rewşê weke pêşketineke gelekî girîng dibînim. Bi dîtina min, ji bo rizgariya Abdullah Ocalan û lîderên din ên Kurd, ji bo pêşvebirina çanda Kurd divê qadek bê avakirin. Ji ber ku azadiya Kurdistanê tê wateya azadiya çanda Kurd, vê gelekî girîng dibînim. Gelekî hêja ye ku muzakereyên li Tirkiyeyê destpê kirine di vê rêyê de bi pêş ve diçin. Baş zanim ku ev rewş pêwendiya xwe bi konjonktura cîhanê heye, lê belê li ser detayên wê serwext nînim. Lê belê ji ber ku muzakere bi dewletê re tê kirin, di heman demê de xwedî hin xeteriyan e. Dewlet mekanîzmayeke welê ye ku digire nava xwe û dihelîne, lewma rîsk heye ku tevgera Kurd di dema pêş de ji koka xwe ya komunal û şoreşger dûr bikeve û di nava dewletê de bikeve ber erozyonê. Lê belê bi qasî ku ji dûr ve lê temaşe dikim, tevgera Kurd bi nêt û daxwaz e ku ber bi pêş ve gavê biavêje, lê belê meyla hikumeta Tirkiyeyê li ser parastina statukoyê ye.”

