Piştî erdhejê li herêmê rê û camên avahiyan zirar dîtin, pêlên tsunamiyê gihişt bilindahiya 70 cm.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê hişyarî da ku dibe piştî erdhejê di nava 7 rojan de li herêmê car din bi heman mezinahiyê yan jî hîn mezintir erdhej biqewime.
Hişyarî ji bo herêma Sanriku ya li bakurêrojhilatê Honshu û girava Hokkaido derbasdar e.
Ajansê diyar kir ku eger erdhejeke mezin çêbibe, wê tsunamiyeke girîng çêbibe. Li gorî çapemeniya herêmî, di rojên pêşiya me de îhtimala çêbûna erdhejeke mezin ji sedî 1 e.
Japonya par cara ewilî hişyariyeke heman ji bo herêma Faya Nankai kiribû.
Pispor hişyarî didin ku di nava 30 salên pêşiya me de “erdheja mega” a ku li vir çêbibe û tsunamiya piştî wê, dê bibe sedemê 298 hezar windahiyên can û zirara 2 trilyon dolar.

