Pêncşem, 12 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Divê ji bo Birêz Ocalan mercên karkirinê yên azad bên afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda leşkerî ya Îtalî ya li Hewlêrê bû hedefa êrişê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo Salih Muslim peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê NY’î yê MRAP’ê: Divê şert û mercên ji bo Abdullah Ocalan bên afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Abdullah Ocalan yekan e lîder e ku pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi rengekî stratejîk dît’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KCK’ê peyama sersaxiyê ya ji bo Salih Muslim: Xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê droneyek ket: Zarokek birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran ji bo Salih Muslim peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Hevrêyê me Hêzil Arjîn di êrîşên çeteyan de li Reqayê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê jin û zarokên keç di hedefa şer de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê bi dirûşma ‘Niha dema jinê ye’ çiyayên Kurdistanê xemilandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo paşerojeke azad û aştiyê li vê derê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPJ’ê nasnameya şehîd Azadî Helebçe eşkere kir
Rojava

YPJ’ê nasnameya şehîd Azadî Helebçe eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJˊê nasnameya şervana YPJˊê şehîd Azadî Helebçe eşkere kir û got, "Em rêhevalên şehîd soz didin ku heya em negihîjin serkeftinên xakên kevnar ên mirovahiyê û azadiya fizîkî ya Rêber Apo em dev ji têkoşînê bernadin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya şervana xwe şehîd Azadî Helebçe eşkere kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Her şehîdek felsefeya jiyana azade. Tovên jiyana azad ku bi salane li ser van axan bi destên keç û xortên serhildêr ve tên şitilkirin, her kêlî berdêlên giranbuhabi awayekî birûmet hêza wateyê diyarî gelan dike. Derwêş û Edûleyên hemdem bi şkandina hêzên tarî ve, ji bo avakirina jiyana wekhevû bi edalet bi salane di heman çeperan de, li hember dagirker û desthilatdaran bi her guleyekî re  ji bo avakirina hevjiyana azad mil bi mil şer dikin. Hebûna jin ku dibin feraseta zayendperestî de diperçiqiya, careke din li Rojavayê Kurdistanê bi xwe rêxistinkirin û şerkirinê re hebûna xwe weke jin bi wateyê re gihande hevdû. Ji bo tevahiya jin û gelên cîhanê bûn banga jiyana birûmet. Jiyana wekhev azweriya azadiyê dixwaze. Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja meya îro, di hemû çeperên şer û jiyanê de bi sedan jinên leheng ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe, bi hemû hêz û vîna xwe ve destanên lehengiyê nivîsandin. Ji van Lehengan yek jî Fermandara me Azadî Helepçe bû ku ew bi tarzê jiyan û fermandariya xwe ve bû yek ji remza jina ku jiyana azad diafrîne.

Di seri de em ji Rêber Apo, ji malbata xwe ya heja û welatparêz re tevahî gelê xweyê azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin. Rêhevala me Azadî Helebçe bi nasnav Helepçe Bekirsala 1989’an de li bajarê Efrînê dayik dibe. Di nava çanda resen ku di hûndirê xwe de dîrokekî qedîm hildide de mezin dibe. Di nava malbatê de jî bi kesayeta xwe ya dilnizm, jîr û jêhatî derdikeve pêş. Hîn di temenekî biçûk de nakokiyên pir mezin jiyan dike. Li ser Rêberê Gelê Kurd û doza azadiyê gelek lêhûrbûnên kur jiyan dike. Li zanîngehê de beşa hiquqê dixwîne, di van deman de li ser rewşa jin lekolînan dike û vê derbarê de nêrînên Rêber Apo bandor dibe. Ji bo li dijî zayendperestiya di nava civakê de têkoşîna xwe hin aktîftir bike sala 2012’an de tevlî xebatên ciwanan dibe. Gelek ciwanan bi rêxistin dike û dinava gel û ciwanan de dibe cihê heskirin û rêzdayinê. Ev xebat tenê ji bo asoyên rêhevala me têrê nake û ew edî ji bo têkoşîna xwe mayinde bike heman salê de tevlî nava refên YPJ’ê dibe. Di despêka şoreşê de di nav hemû zor û zehmetiyên şerê Rojava de xwe wek şoreşgerekî avadike. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re erk û berpirsiyariya şoreşê girtiye ser milên xwe, ji bo ku weke jineke Kurd xwedî li mîrasa jina azad derbikeve, di gelek qadên şoreşê de bûye xwedî kedeke mezin.

Di jiyanê de û di şer de jî bi kesayeta xwe ya çalak ve dibe pêşengê rêheval û gelê xwe. Di demekî kin de dibe xwedî ezmûn û danehevên pir girîng. Her wiha ji bo avakirina kesayetên li gorî feraseta netewa demokratîk, cîhê xwe demekê di xebatên  perwerdehiyê de jî digre. Di van perwerdeyan de gelek rêhevalên xwe di asta pêşeng de amade dike. Piştre ji bo erka xwe li hember welatê xwe di asteke herî jor de bigre ser milên xwe, berê xwe dide çeperên şer. Rêhevala me Azadî di gelek çeperên şer de bi awayekî lehengane şer dike, tevî ku birîndar dibe jî her kelî giyana xwe bi azweriya azadiyê mezin dike û bi kelecaneke mezin di qadên şer de rista pêşengtiyê dilize. Piştî ku di çepera şer de birîndar dibe, vê ji xwere nake asteng û wek Reveberiya Federasyona Gazîyên şer ya Bakur Rojhilatê Sûrîyê erk hildigre ser milê xwe û  xebatên giring dide meşandin.  Piştî demekê dema ku birîndariyên wê lê giran dibe dubare derbasî tedawiyê dibe. Herî dawî di pêvajoya tedawiyê de rûxmî hemû hewldanan tevlî karwanên şehîdan dibe.

Nasnav: Azadî Helebçe

Nav û paşnav: Helebçe Bekir

Navê dayik: Mewlîde

Navê bav: Mihemed

Dîroka şehadetê: 2025

Rêhevala me Azadî Helebçe ji kêliya ku gavê xwe avêtiye nava kar û xebatên şoreşê, di her qada ku xebat daye meşandin de dilwêriyeke mezin tevgeriya ye. Di jiyanê de bi rûkenî û dilgermiya xwe ve cihê xwe di nava dilê hemû rêhevalên xwe de daye avakirin. Fermadar Azadî di nava meşeke şoreşgerî ya bê eman de, weke jineke têkoşer bi îdayeke mezin, serî ji tu bêmafî, paşverûtî û êrîşan re netewandiye. Her çiqasî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên emperyalîst ve polîtîkayên qirkirin, bişaftin û talankirinê were meşandin jî, vîna jina berxwedêr ji bo parastina ax û gelê xwebedena xwe kiriye mertal. Bi her dilopek xwîna xwe, di her çeperekê de li ser van axan destan nivîsandine.

Em wek Yekîneya Parastina Jin (YPJ), ji şehadeta qehremanên gelê xwe serbilind in. Em wek rêhevalên wê soz didin ku heya em negihejin serkeftinên xakên kevnar ên mirovahiyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, emê dev ji vê tekoşînê bernedin. Em ê li pêy şopa şehîdên xwe de xwedî li mîrateya şehîdên qehreman derbikevin. Em dubare ji malbata rêhevala xwe û hemû gelên xwe yê serhilder re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêya xwe ya şehîd Azadî bi serkeftinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîdê QSD’ê li Kobanê hat veşartin
Nûçeya Pişt re YPG: Şervanê enternasyonalîst Fûad Mûstafa Sûltanî şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya li Enqereyê dîmenek taybet weşand

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya ku 23’yê Cotmehê li Enqereyê hatî lidarxistin, dîmeneke taybet…

Ji aliyê Stêrk TV

Şandeya KNK’ê derbasî Rojava bû

Şandeya KNK’ê ku Hevserokê wê Ahmet Karamûs jî di nav de ye, derbasî Rojavayê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêbî Sazmanî

Înqilabî u Kurdistan(209)Helsengandinî Sazmanî Inqîlabî û kurdistanBe geyiştinewem le serubendî salî taze 2021 le Kurdistanewe…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şehîd Ehmed Kerkûkî merasîma bîranînê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê Salih Muslim bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Kobanê: Divê hikumet berpirsyariyên xwe yên peymanê bi cih bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?