Ozanê gel Tacîm Yildiz (Tacim Baba) ku li navçeya Elbîstan a Mereşê dijiya, di 78 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Tacîm Yildiz ê ku piştî erdheja 6’ê Sibatê neçar ma li Enqereyê bi cih bû, ji Îlona 2022’yan û vir ve ji ber kansera pişikê tedawî dibû. Tacîm Yildiz ku ji kevneşopiya heqîqetê dihat, li Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê ya ku 40 roj in li beşa lênêrîna giran dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) ji bo ozanê gel ê ku nêzî 800 berhem li pey xwe hiştiye û weke domdarê kevneşopiya devkî ye, peyama sersaxiyê weşand.
Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Tacîm Baba ku li herêma Elbistan Mereşê bi gotin û duayên xwe Elewîtiya rast zindî hişt, ber bi heq ve meşiya. Bila stêrk her û her bibin rêhevalên te! Tacim Baba ku dilsozê gelê xwe, heqîqet û baweriya xwe bû, bi afirîneriya xwe teknîka bi hostatî bi kar anîna nefesa xwe emanetî me kir. Klam û stranên biwêj ên Elewîtiya resen bi hezkirineke mezin pêk anîbû. Jiyana Tacim Baba di xizmeta gelê de derbas bû. Tacim Baba, nirxekî me yê girîng ê ku bi baweriya Raa/Reya Heq bawer dikir, bi kesayeta xwe ya nefsbiçûk, dûrî pozbilindiyê û mutewazî, jiyaneke mînak jiya. Tacim Baba ku hem li hember geşedanên civakî û siyasî hem jî li ser mijarên baweriya Elewî û nasnameya etnîkî ya Kurd gelek hesas bû, ew ê her tim di dilê me de bijî. Weke FEDA em ê Tacim Baba û xizmetên wî ji bîr nekin û nirxên ku wî ji me re hiştiye em ê biparêzin. Em ji malbata wî û hemû hezkiriyên wî re sebrê dixwazin. Oxir be Tacim Baba!”