Yekşem, 8 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta jinên hatine windakirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çomanê êrîşa bi SÎHA

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê meşa 8’ê Adarê: Rêber Apo wetayeke mezin li jinan bar kiriye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran û Rojhilatê Kurdistanê wê bibin welatê jinên azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Armanca vê 8’ê Adarê divê azadkirina Rêber Apo be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê Sûdanî û Nêçîrvan Barzani bi telefonê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Temsîliyeta jinan a li qadên dîplomasî û siyasetê bisînorkirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rojava banga 8’ê Adarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Dema azadî û rizgariya jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 8’ê Adarê semîner hate dayîn, dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e
Rojane

Demirel: Dema ku li Rojava şer bidome, li Tirkiyeyê aştî ne pêkan e

Hevserokê OHD’ê ya Şaxa Stenbolê Îshak Demîrel derbarê êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê çeteyên HTŞ’ê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin de got, "Dema ku şer li Rojava berdewam dike, nabe ku mirov li bendê be ku li Tirkiyeyê bangên aştiyê werin k

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çeteyên girêdayî HTŞ’ê bi piştgiriya Tirkiye û DYE’yê êrîşên xwe yên li ser Rojava dijwar kirin. Bi taybetî jî çete hewl didin çeteyên DAÎŞ’ê yên li girtîgehan serbest berdin.

Her ku êrîşên li ser Rojava zêde dibin; Kurdên li Tirkiye, Bakur, Başûr, Rojhilat û Ewropayê ji bo piştgiriya Rojava derdikevin kolanan. Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Stenbolê Îshak Demîrel êrîşên li ser Rojava ji ANF’ê re nirxand.

‘EV ÊRÎŞ JI BO TASFIYEKIRINA HERÊMÊN KURDAN TÊN KIRIN’

Demîrel diyar kir ku Peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de girîng bû, lê di vê qonaxê de HTŞ pê ve girêdayî nema. Demîrel destnîşan kir ku HTŞ bi taybetî piştî civîna di navbera Barrack û Trump de pêşî êrîşî Helebê kir û piştre jî êrîşî bajarên Kurdan ên wekî Kobanê û Hesekê kir û wiha domand:

“Peymana 10’ê Adarê çi dixwest? Bi rastî, dewletek cuda ji Sûriyeyê nedixwest. Di çarçoveya feraseta neteweya demokratîk de, tiştên ji Tirkiyeyê dihatin xwestin ji bo wir jî dihat xwestin. QSD naxwaze ji Sûriyeyê veqete an jî dewletek serbixwe ava bike. Di bin banê rêveberiya xwe de avnaiyeke xweser ku karibe biryarên xwe bi xwe bide dixwest. Jixwe çarçoveya Peymana 10’ê Adarê ev bû. Ew pêvajoyek bû ku her du aliyan wê demê erê kiribûn û me hêvî dikir ku komîsyon werin avakirin da ku wê bi cih bînin.

Çeteyên cîhadîst di serê meha çileyê de li du taxên Helebê komkujiyek li dijî Kurdan dan destpêkirin. Wê demê eşkere bû ku ev komployek navneteweyî bû. Komîsyona ku her tim piştgiriya xwe ji bo QSD’ê ragihandiye, ji wê demê ve tu daxuyanî an jî piştgirî pêşkêş nekiriye. Berevajî vê, em dibînin ku ew piştgiriyê dide HTŞ’ê. Hevdîtina Tom Barrack û Trump bi Şara re vê yekê nîşan dide.

Piştî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, wekî ku Mazlûm Ebdî jî diyar kir QSD ji bo pêşîgirtina li şerê navxweyî vekişiya. Lê HTŞ bi vê yekê razî nebû û di vê qonaxê de êrîşek ferz kir û hewl da ku bi tevahî deverên ku Kurd ji bo hebûna xwe têkoşin ji holê rake.”

Îshak Demîrel bal kişand ser bandorên pêvajoya li Rojava ya li ser Tirkiyeyê û diyar kir ku divê Tirkiye demildest dawî li piştgiriya HTŞ’ê û Şara bîne. Demîrel anî ziman ku dema ku şer li wir berdewam dike aştî li Tirkiyeyê ne pêkan e û wiha pêde çû: “Xebata komîsyonê li ber bidawîbûnê bû. Niha li bendê bûn ku qanûnan derxin. Lê di vê nuqteyê de bê ev qanûn wê çiqas azadîxwaz be tê nîqaşkirin. Her çiqasî li Rojava hewldaneke ku Kurdan bi tevahî bêtefînin heye jî, ne raste ku zêdetir mafên Kurdan bidin û Kurdan wekî hêmanên damezrîner bibînin. Eşkere ye ku Tirkiye nikare vê yekê pêk bîne.

Di bin van şert û mercan de, pêvajoyek bi tendurist pir ne mimkûn bimeşe. Ji bo ku pêvajo bi awayekî tendurist bimeşe, hewceye ku Tirkiye demildest li Rojava hemberî Şara û HTŞ’ê derkeve. Divê ev hewldana komkujiyê ya li dijî Kurdan rawestîne. Ji ber ku ji Helebê ve û bi taybetî piştî şeva borî, şerê li Kobanê nîşan da ku Kurdên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hev re dengê xwe bilind kirin; ev yek di çalakiyên li Ewropa û Hewlêrê bi zelalî hat dîtin. Xuyaye ku Kurd êdî vê yekê qebûl nakin û li herêmên din jî bêdeng namînin. Ger şer li wir berdewam bike, pir ne pêkan e ku li vir aştî pêk were.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEV 21’Ê ÇILEYA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê mafên Kurdan bêne misogerkirin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di nava 24 saetan de li Xezeyê nêzî 90 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê de yên li ser Şerîda Xezeyê, di nava 24…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Rewşa dawî li eniya Tişrînê

Dewleta Tirk a dagirker li eniya Tişrînê hêzên xwe zêde dike, her wiha cih bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 8’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

“Girtiyên jin ên nexweş bila werin berdan”

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Helebceyê bi dronan êrîşî bircên peywendiyê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Urmiye û Hemedanê êrîşa dijwar

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?