Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Civak dixwaze tiştên ku li Îmraliyê têne axaftin, werin bicihanîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TUHAY-DER û OHD’ê rapora têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk’ li girtîgehê hate qedexekrin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî şehîd bi bîr anîn, soza dilsozî û biryardariyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervanên YPG-YPJ’ê: Divê gelê Kurd tevlî seferberiyê bibin
Rojava

Şervanên YPG-YPJ’ê: Divê gelê Kurd tevlî seferberiyê bibin

Şervanên YPG-YPJ’ê yên ku li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê li Kobanê di çeperên berxwedanê de ne, diyar kirin ku ew şerê man û nemanê dikin û bang li hemû gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ciwanên Kurd kirin ku tevlî seferberiyê bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta dagirker a Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser Rojava berdewam dike. Şervanên YPG-YPJ’ê yên li eniya şer in diyar kirin ku dewleta Tirk û çete dixwazin bi êrîşa li ser Şoreşa Rojava li dijî gelê Kurd qirkirinê bikin.

Şervanên YPJ’ê ku di tunelên berxwedanê de li dijî çeteyên barbar ên ku porê şervanên jin ên Kurd dibirin, destdirêjiyê dikin û her cûre hovîtiyê dikirin şer dikin, anîn ziman ku çi dibe bila bibe ew ê dev ji axa xwe bernedin. Şervanên YPJ’ê diyar kirin ku gelê Kurd jî piştgiriyê dide berxwedanê û têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan bi van gotinan vegotin:

 

“Berî her tiştî, em silavên xwe ji hevalên xwe yên li eniya şer û ji gelên Kurdistanê yên li her çar parçeyan re dişînin.

Wekî hêzên YPJ’ê, em îro di tunelên xwe de ne. Wek şervanên jin, çi dibe bila bibe em ê dev axa xwe bernedin û gelê me piştgiriyê dide me. Dijmin dixwaze şoreşa me ya jinan ku me bi salan bi zehmetî û hewildanek mezin parastiye, bi tevahî ji holê rake. Ji bo vê yekê, ew serî li her cûre hovîtiyê didin, porê jinan dibirin. Ew êdî nikarin me jinan di nav çar dîwaran de bigirin; em êdî bihêz, bi biryar û berxwedêr in. Ez bang li hemû gelên Kurdistanê dikim; beşdarî seferberiya ku ji bo Rojava hatiye destpêkirin bibin.

Wekî YPJ’ê em li Kobanê ne. Kobanê û Rojava di bin dorpêça dijmin de ye. Lê divê dijmin bizanibe ku ew çiqas dorpêç bikin jî, wê nikaribin Kurdan têk bibin. Heta ku Kurdek tenê jî bimîne jî em ê dîsa li ser axa xwe bijîn. Em ê tu carî dev ji axa xwe bernedin. Dibe ku ew hin deveran dagir bikin û desteser bikin, lê em ê dev ji axa xwe, welatê xwe bernedin. Îro roja Kurdan e. Her hevalekî me beşdarî berxwedanê dibe, şer dike. Tevî hemû êrîşan, dijmin nikare îradeya me bişkîne. Ew propagandayê dikin, dibêjin ‘me ev der girtiye, me ew der girtiye’, lê ne wisa ye.

Bila ew vê yekê bizanibin; em niha li Kobanê ne, dibe ku em di bin dorpêçê de bin, lê em ê tu carî li ber kesî serî netewînin, nemaze jin. Gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê rewşa Rojava dibîne, ji ber vê yekê divê her kes berê xwe bide Rojava û piştgiriyê bide gelê xwe. Em Kurd in û heke em hev neparêzin, kes me naparêze.”

‘DIJMIN HER KU ÊRÎŞ DIKE DERBÊN GIRANTIR DIXWE’

 

Şervanê YPG’ê Tolhildan Qamişlo tevî ku di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê de birîndar bûye jî, berxwedana xwe didomîne, diyar kir ku Kobanê di bin êrîşeke mezin de ye. Tolhildan Qamîşloanî ziman ku ew bersivê didin êrîşên çeteyan û wiha domand:

“Em niha li Qereqozaqê ne. Me bersiva êrîşa çeteyan da; ew neçar man ku paşve vekişin, miriyên xwe li dû xwe hiştin û reviyan. Piştî vekişînê, wan dîsa bi çekên giran û droneyan dest bi êrîşê kirin, lê dîsa jî nekarîn bigihêjin armancên xwe. Piştre bi 4 wesayîtên zirxî êrîş kirin û me jî bi çekên ku me hebûn bersiv da, wan neçar kir ku dîsa paşve vekişin. Di êrîşa dawî de hewl dan ku nêzîkî me bibin û me bi teqandina mayînan bersiv da. Em birîndar bûn û negihîştin dermankirina cidî; me tenê birînên xwe pêçan, lê tevî her tiştî, em berxwedana xwe didomînin û em ê bidomînin.

Moralê hevalên me bilind e. Rast e dijmin êrîş dike, lê ew bi wesayîtan êrîş dikin. Ew ne di rewşeka ku karibin sîng bi sîng şer bikin. Ew tenê bi çekên giran êrîş dikin, ew nikarin pêşve biçin ûcihekî ku ew karibin birevin tuneye. Her cara ku ew êrîşî me dikin, em derbên giran li wan dixin. Bi sedan miriyên wan hene. Li erdê ne û nikarin cenazeyên xwe jî bistînin. Gelê me jî berxwedaneke mezin raber dike, berxwedana wan silav dikim. Di dawiyê de ez dixwazim vê bibêjim; ciwanên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welêt, werin û tevlî vê seferberiyê bibin. Em ê bi ser bikevin, gelê Kurd wê bi ser bikeve. Bila gelê me bizanibe ku ev şer şerê man û nemanê ye. Divê em di vî şerî de xwe îspat bikin. Divê hemû ciwanên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tevlî vê seferberiyê bibin. Wekî min got, ev şerê man û nemanê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervanên Zindana Eqtanê: Çavên cîhanê li vir e
Nûçeya Pişt re Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navek, du jiyan: Agir Adar

Çîroka Tahîr Yavîç (Agir Adar) û birayê wî Fatîh ku di bin siya zextên li…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku Rêber Apo azad dibe, wê rêya Zîlanan bê domandin’

Gerîla Newroz Dersim diyar kir ku çalakiya şehîd Zîlan tol ji zihniyeta baviksalar stand û…

Ji aliyê Stêrk TV

Konseya Ewlehiyê wê derbarê endamtiya Fîlîstînê ya ji NY’ê re biryara xwe bide

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê heta dawiya meha Nîsanê têkildarî serlêdana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Efrînê dest danîn ser zeviyên zeytûnan ên gel

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hawarî: Eger gelên Sûriyeyê mafên xwe misoger nekin dibe ku sedsalek ji dest biçe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Til Temirê daxwaza mîsogerkirina Kurdî di destûrê de hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?