Şervanên QSD’ê ji vê sibehê û pê ve xwe ji Girtîgeha Eqtanê vekişandin Kobanê.
Girtîgeha Eqtanê ya li Reqayê ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê lê girtî bûn, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê ve dorpêçkirî bûn. Bi rojan li hemberî girtîgehê êrişên giran hatin kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê yên li girtîgehê gelek caran hewl dan ji girtîgehê birevin. Lê belê di encama berxwedana bi rojan a şervanên QSD, YPG û YPJ’ê de ev hemû hewldan hatin têkbirin.

