Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgira Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yaman û Cîgira Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz, di 24’ê Mijdara 2025’an de, li ser navê Komîsyona Meclisê, serdana Girava Îmraliyê kiribûn û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn.
Kurteya girtekan, di 4’ê Kanûna 2025’an de li Komîsyona Meclisê hatibû xwendin.
Meclisê piştî hevdîtinê bi du mehan, bi sernavê Girteka Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di malpera xwe de weşand.

