Yekîtiya Ciwanên Êzidxane (YCÊ) ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê di nava çalakiyan de ne. Ciwanên Êzidxanê ev demekiye Şengalê her şev li komelgeh an li gundekî çalakiyan lidar dixin.
Yekitiya Ciwanên Êzidxanê îşev li navenda bajarê Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel çalakiya piştgiriya Rojava lidar xistin. Çalakiya ciwanan bi xwendina sîrûda ‘Îro Çerxa Şoreşê Fire Digerîne’ hate destpêkirin. Ciwanan pankartên ‘Em Bi Gelê Xwe yê Rojava re ne’, ‘Şengal û Rojava Yekin’ hildan, agir pêxistin û li dora agir dirûşmeyên ‘Biji Serok Apo’ ‘Ciwan Fedaîyên Rêber Apo’ne’ Biji Berxwedana Rojava’ qêriyan.
Di heman demê de ciwan îro ji bo piştgiriya seferberî û berxwedana Rojavayê Kurdistan li Komelgeha Dahûla ji meşiyan.

