Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye
Jin

YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

YPJ'ê di daxuyaniya xwe ya salvegera 11’an a Serketina Kobanê de destnîşan kir ku serketin ne tenê leşkerî, li dijî zîhniyeta DAÎŞ’ê şoreşa îrade û jiyanê ye û bilêv kir ku têkoşîna wan a ji bo hêzên ku dixwazin heman zîhniyetê ji nûve hilberînin bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 11’an a Serketina Kobanê ya li  hemberî çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Di salvegera 11’emîn a serkeftina berxwedana Kobanê û têkçûn û derxistina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ji herêmê de, em îro di qonaxek dîrokî ya girîng de ku ne tenê Kobanê, lê gelên herêmê û hemû mirovahiyê eleqedar dike, derbas dibin. Ev salveger ne tenê serkeftinek leşkerî bû, lê şoreşek îradeyê û qîrînek jiyanê li hember projeyek mirin û tariyê bû.

Beriya 11 salan, Kobanê bi yek ji êrişên herî dijwar ên ku ji hêla DAIŞ’ê ve; rêxistina herî hov û terorîst a serdema nûjen ku dixwest îdeolojiya xwe ya tundrew bi rêya komkujiyan, kolekirinê û wêrankirina sîstematîk a mirovahiyê û şaristaniyê ferz bike, re rû bi rû ma. Wê demê, Kobanê ji her alî ve hatibû dorpêçkirin. Tevî îmkanên biçûk lê baweriya bi dozê, girêdana bi axê û îradeya polayî hebû.

Kobanê bû sembolek gerdûnî ya berxwedanê û şerê wê destpêka hilweşîna rastîn a DAIŞ’ê nîşan da. Her wiha ew efsaneya rêxistina ku xwe wekî hêzek neşikestî pêş xistibû, şikand. Ji kolanên Kobanê, derbên yekem ên biryardar hatin avêtin û rê li ber rizgarkirina tevahiya bajar û gelan ji destê terorê hate vekirin.

Di vê salvegerê de, em bi rêzgirtineke mezin şehîdên Kobanê yên ku jiyana xwe ji bo parastina hemû mirovahiyê kirin qurban û bi xwîna xwe sînorên rûmet û azadiyê diyar kirin bi bîr tînin. Şerkirin û qehremaniya wan ne tenê ji bo parastina bajarekî, lê ji bo nirxên jiyana hevbeş, mafê diyarkirina çarenûsa gelan û redkirina hemû şêweyên zordarî û tundrewiyê bû.

Em bi serbilindî û şanazî şervanên xwe; şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên ku îdealên herî bilind ên qehremanî û fedakariyê temsîl kirin û îspat kirin ku îradeya rêxistinkirî ya gel dikare hêzên herî dijwar ên tarîtiyê têk bibe, silav dikin. Beşdarbûna jinan li eniyên pêş peyamek şoreşger bû ku zihniyeta bindestî û baviksalarî ku DAIŞ hewl da biçîne, şikand û piştrast kir ku rizgarkirina civakê bi rizgarkirina jinan dest pê dike.

Her wiha em spasî û rêzgirtina xwe ya bê sînor ji bo gelê Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, ji bo gelê me yê Kurd li Ewropayê û ji bo hemû gelên cîhanê û hêzên azad ên ku bi awayekî siyasî, mirovî û bi rêya medyayê li kêleka Kobanê sekinîn û red kirin ku bajar bi çarenûsa wê re bihêlin, pêşkêş dikin. Vê hevgirtinê îspat kir ku doza Kobaniyê bi rastî jî dozeke mirovî bû.

Serkeftina li Kobanê di çarçoveya şerê li dijî terorê de ne bûyerek demkî bû, lê belê kêliyek dîrokî ya hişyariyê bû û piştrast kir ku tundrewî tenê bi çekan nayê têkbirin, lê di heman demê de bi projeyek demokratîk, bi îradeya gel û bi modelek alternatîf a li ser bingeha edalet, wekhevî û jiyana hevbeş di navbera hemî civakan de jî tê têkbirin.

Îro, yanzdeh sal piştî wê serkeftina dîrokî, Kobanî careke din rastî gef, dorpêçkirin û êrişan tê. Bi berdewamî hewldanên têkbirina îradeya gelê wê û ceribandina wê ya demokratîk tê kirin. Li ser vê bingehê em piştrast dikin ku ev polîtîkayên dijminane, çiqas amûrên wan cûrbecûr bin jî, dê nikaribin îradeya Kobanê bişkînin an jî rastiya rola wê ya dîrokî ji holê rakin.

Em bi eşkereyî radigihînin: Çawa ku me DAIŞ ji hêla leşkerî û îdeolojîk ve têk bir, em soz didin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku hemû kesên ku zîhniyeta DAIŞ’ê diparêzin û hemû kesên ku dixwazin desthilatdarî, zilm û jinavbirinê ji nû ve hilberînin têk bibin. Ji ber ku zîhniyeta ku kuştin, dorpêçkirin û birçîbûnê rewa dike, ew heman zîhiniyeta DAIŞ’ê ye. Lewra em ê parastina rewa ya gelê xwe, axa xwe û mafên xwe bidomînin. Em ê dilsozê xwîna şehîdan bimînin, bi biryara berxwedanê ve girêdayî bin da ku civakek piralî û demokratîk ku rûmet û azadiya mirovan bêyî cudahî garantî bike, ava bikin.

Kobanê caran qet bajarekî asayî nebûye. Ew her gav dibistanek berxwedanê bû û dê her bimîne. Ew çirayek ji bo şervanên azadiyê ye û peyamek zelal ji bo cîhanê ye ku gelên baweriya xwe bi mafê jiyan û azadiyê tînin nayên têkbirin û dê her serkevin.

Şehîd namirin

Berxwedan Jiyan e

Bijî Kobanê; sembola rûmet, berxwedan û azadiyê.“

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dîlana Azadiyê li Qada Jina Azad mezin dibe
Nûçeya Pişt re Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrîşî gundê Safa yê Çilaxayê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bala jinên ji Tûnis û Fasê li ser Rojava ye

Aktîvîstên ji Tûnis û Fasê yên tevlî Komxebata Piştevaniya Jinê bûn, diyar kirin ku paşeroja…

Ji aliyê Stêrk TV

HRE: Li Marê û Ezazê 10 dagirker hatin kuştin

HRE’yê ragihand ku wan li Marê û Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Abdullah Ocalan meşiya

Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?