Ciwanên Qamişloyê ku bersiv dan banga seferberiyê, ji bo parastina taxên xwe komên nobedê ava kirin.
Ciwanên ku parastina taxan dikin bang li hemû ciwanan kir ku tev li seferberiya giştî bibin da ku herêm û axa xwe li hember êrişan biparêzin û diyar kir ku ew li ser şopa şehîd Ziyad Heleb li ber xwe didin.
Şêniyekî ku tev li nobedariya parastinê bûye, diyar kir ku wî bersiva banga seferberiya giştî da, ji bo ku piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bike.
Ciwanekî jî bang li şêniyên Qamişloyê kir ku bi awayekî çalak tev li seferberiya giştî bibin, derkevin kolanan û axa xwe biparêzin.

