Li bajarê Sydney ê Avûstralyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komeleya Ciwanên Kurd ve çalakiyek hate lidarxistin, êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin şermezarkirin û girêdayî seferberiya neteweyî banga xwedîlêderketinê hate kirin.
Ciwanê bi navê Baran Sogut li ser navê Komeleya Ciwanên Kur a li bajarê Sydneyê axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Em ê bibin dengê gelê xwe û têkoşîna gelê xwe ya ji bo azadiyê.’’
Nûnerê KNK’ê Tîmûr Tatwan jî di çalakiyê de axivî û got: ‘’Weke gelê Kurd ê li çar perçeyên Kurdistanê, ger em naxwazin sedsaleke din bêyî statu û di bin êrîşên komkujiyê de derbas bikin, em neçar in ku heya ku em ji seferberiya neteweyî encamekê distînin bê navber çalakiyên xwe bidomînin.’’
Her wiha Senatorê Partiya Keskan David Shoebridge, Parlamenterê Partiya Karekaran Charishma Kaliyanda, nûnera rêxisrina civakî ya bi navê İnternational Progressive Larissa Payne, Nûnerê Tifaqa Sosyalîst Pip Hinman, Edîtorê Rojnameya Grenleft û Serokê Komîteya Piştevaniya li gel Rojava Peter Boyle û Hevserokê Federasyona Civaka Demokratîk a Kurd a Avûstralyayê Brûsk Ayverî jî di çalakiyê de axivîn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên weke sık “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava”, Bijî berxwedana Rojhilat”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Australia: Don’t be silent”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Colanî” hatin berzkirin.

