Êrîşên çeteyên HTŞ/DAÎŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Di roja duyemîn a agirbestê de jî hewldanên êrîşkirina Kantonên Kobanê û Cîzîrê berdewam dikin.
Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê bersiv dan êrîşan û derbên giran li komên çeteyan dan. Gelek çete hatin bêbandorkirin û di pevçûnan de wesayîtên zirxî û tank hatin îmhakirin.
Şervanekî YPG’ê li eniyên pêş ji ANF’ê re axivî û birîna porê şervanekî YPJ’ê bi tundî şermezar kir û got, “Jina azad, rûmeta me, gel û Rêbertiye. Em keziyê hevrêyên xwe yên jin nadin malê dinê.”
Şervanekî ku tevî birîndarbûna xwe jî li eniyê li ber xwe dide, diyar kir ku ev ax nayên terikandin, berxwedan nayê şikandin û ew ê bi biryardarî têkoşînê bidomînin.

