Welatiyekî bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê, bi armanca piştevaniya nobedarên bajêr, hejmarek sobe çêkir.
Diyar Ebdulqadir nêzî 100 sobe çêkir û li nobedarên taxan bajêr diparêzin belav kir.
Ebdulqadir diyar kir ku ev sobe li şûna mazotê li ser zeytê erebeyan a berê hatiye bikaranîn, dixebite.
Ebdulqadir anî ziman ku armanc ji vê yekê nobedar di saetên dereniya şevê yên sar de xwe germ bikin.
Ev gav, ruhê hevgirtina civakî ya xelkê herêmê nîşan dide. Welatî bi hemû şêweyan piştgiriyê didin û parastina bajarê xwe dikin, çi birêxistinkirina nobedariyê, alîkariya koçberan û peydakirina rêbazên germkirinê di vê zivistanê de.

