Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî ku her sal 21’ê Sibatê tê pîrozkirin, balê dikişîne ser cihêrengiya ziman a li seranserê cîhanê. Li gorî daneyên UNESCO li cîhanê ji sedî 40 ê heft hezar zimanan bi metirsiya tinebûnê re rû bi rû ne. Tê gotin, herdu hefteyan zimanek bi temamî winda dibe. Beşeke mezin a nifûsa cîhanê tenê çend zimanan bi kar tînin.
Ev roja taybet ku di sala 1999’an de hate ragihandin û ji sala 2000’î û vir ve bi rengekî fermî tê pîrozkirinn, girîngiya perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina mîrateya çandî jinûve dixe rojevê. Li gorî rapora ku UNESCO’yê di 4’ê Adara 2025’an de weşand, 8 hezar û 324 ziman hene ku têne axaftin an jî weke zimanê işaretê têne bikaranîn. Ji van heft hezar hîn jî têne bikaranîn. Lê belê tenê 352 ji wan zimanê perwerdeyê ye. Li tevahiya cîhanê ji sedî 40 ê zarokan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin.
Yek ji van zimanan jî Kirmanckî ye. Li gorî daneyan ji 2 heta 4 milyon mirovî bi vî zimanî diaxivin, lê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.
Ev zimanê ku ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê bi taybetî li bajaran nayê axaftin, li dibistanan weke dersa hilbijartî tê dayin. Malbatên ku dixwazin zimanê xwe yê dayikê biparêzin jî li malan an jî li qadên cemaweriyê di navbera xwe de yan jî bi zarokên xwe re bi Kirmanckî diaxivin û bi vî rengî hewl didin biparêzin.
Malbat dibêjin, “Ji bo zimanê dayikê dibistana destpêkê mal e” û ji bo zarokên xwe ji her cûre polîtîkayên asîmîlasyonê biparêzin hewl didin. Yek ji van kesan jî bavê Rodîn ê 6 salî Huseyîn Dalga ye. Huseyîn Dalga ku bi eslê xwe ji Çewlîgê ye, ji bo parastina zimanê xwe yê dayikê Kirmancî bi salan têdikoşe.
Dalga ku bi kurê xwe yê 6 salî re ji roja ji dayik bûye bi Kirmanckî diaxive, got “Kesekî bi zimanê xwe yê dayikê nizanibe nikare bi çanda xwe bijî. Kesekî vê neke wê asîmîle bibe. Parastina çand û zimanê xwe di destê me de ye.”
Dalga ji bo hişmendiyeke baş û erênî ya civakê banga parastin û pêşvebirina zimanê dayikê kir û anî ziman ku divê Kirmanckî bigihêje nifşên nû. Huseyîn Dalga anî ziman ku zimanê dayikê ji bo nasname, çanda kes û hebûna civakî hêmaneke bingehîn e.
Dalga ragihand ku hînbûna bi zimanê dayikê zehmet nîne û destnîşan kir ku ziman, çand û jiyan bi hev ve girêdayî ne. Dalga got, “Eger mirovek bi zimanê xwe yê dayikê neaxive nikare bi çanda xwe bijî. Bi zimanê xwe neaxive, çanda xw enejî hingî wê winda bibe, asîmîle bibe. Hebûna xwe ya civakî wê tine bibe.”
Dalga got, “Dema ku kurê min Rodîn mezin bû, dixwazim ku bi ziman û çanda dayik û bavê xwe zanibe. Ji ber vê yekê ji roja ku ji dayik bûye em bi zimanê xwe yê dayikê bi Kirmanckî pê re diaxivin. Em timî bi zimanê xwe didin û distînin. Lê belê Rodîn mezin bû wê biçe dibistanê û li dibistanê û derdora hevalên xwe bi Tirkî biaxive. Tirsa min a herî mezin ew e ku bi vê bandorê ji zimanê xwe yê dayikê dûr bikeve. Ez bi fikar im weke gelek ciwanên me paşerojê bibêje ‘Ez fêhm dikim, lê nikarim biaxivim’.”
Dalga ragihand ku mafên wan ê ziman berê hate înkarkirin û îro hîn jî têkoşîn dewam dike û got, “Li gorî berê şert û merc baştir in, înternet heye, hînbûn hîn hêsan e. Li gel vê yekê jî em bi têrkerî hewl nadin. Dema konserek an jî çalakiyek tê lidarxistin her kes kêfxweş dibe, lê belê em gelek caran nizanin bê ev yek bi kîjan têkoşînê bûye.”
Dalga diyar kir ku mirov dema zimanê xwe yê dayikê winda bike ji çanda xwe dûr dikeve û dibe xwedî çandeke cuda.
Ji bo têkoşîna ji bo zimanê dayikê Huseyîn Dalga bang kir û got, “Divê em xwedî li mafên xwe derkevin, ziman û çanda xwe biparêzin. Ji ber ku perwerdeya destpêkê ya ziman a mirov ji malê destpê dike.”

