Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo cezakirina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakî lidar dixin. Vê hefteyê çalakiya 1100’an hate lidar xistin.
Di çalakiya ku xizmên windayan wêneyên windayan û qurnefîl hilgirtibûn de, gelek parêzvanên mafên mirovan amade bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de rewşenbîrên Ermenî yên ku di gava yekem a Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an di bin çavan de hatin windakirin, hatin bibîr anîn.
Dayikên Şemiyê, bal kişand ser rewşa damezrînerê rojnameya Azadmardê Haçadur Malumyan ku di nav rewşenbîran de bû.

