Li Amedê, karê înşaetê yên Bendava Sîlvanê dewam dike, ku wê bibe bendava duyemîn a herî mezin a li Tirkiyeyê. Bendav wê bi dehan gundan, rê, goristan û zeviyên çandiniyê di bin avê de bihêle. Li herêmên ku wê di binê avê de bimînin karên ji bo çêkirina piran dewam dike. Yek ji van karan jî li Geliyê Godernê tê kirin ku zerarê dide dîrok û xwezayê.
Ji ber teqandina dînamîtan di sala 2024’an de zerar li pira dîrokî Taşkoprû bûbû. Di encamê de nîvê pirê hilweşiya û karê restorasyonê destpê kir. Karê restorekirina pirê qediya. Lê belê aqûbeta kevirên berê yên ji ber pirê mayî nayê zanîn. Pira ku jinûve hate avakirin weke ya berê nîne, ji kevirên cuda hatiye çêkirin.
Ji ber pira ku li trafîkê hate girtin, rêyeke alternatîf hate vekirin. Lê belê kevirên ji derdorê hîn jî li ser vê rêyê dibarin, lewma li ser ewlehiya wesayitên sivîl xeterî ye. Pira ku xisar lê bû ji aliyê karkeran ve jinûve hate avakirin, lê eşkere bû ku di dema avakirinê de kevirên berê nehatin bikaranîn.
Gundiyan diyar kirin ku kevirên pirê yên berê hatin dizîn û hatine birin. Hate ragihandin ku pir ji kevirên dişibe kevirê ji kilsê ji nû ve hatiye çêkirin. Pir bi vî rengî ji xeml û rewşa xwe ya dîrokî dûr ketiye û tenê ji aliyê şekil ve hinekî dişibe pira berê.
Pira ku ji dema Merwaniyan ma û bi sedan salan li ser piyan ma, ji ber karên bendavê di asteke mezin de xisar lê bû. Bi vî rengî xemla dîrokî û xweser a pirê tenê di wêneyan de ma.

