Li Goristana Şehîdan ya Binarê Qendîlê, bi beşdariya gelek çalakvan, welatparêz, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl û malbatên şehîdan, Şehîd Huseyîn Arasan di 3’yemîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn. Arasan beriya sê salan li bajarê Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk û bi hevkariya nokeran hat şehîdkirin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. piştre li ser navê Meclisa Gelê Bakur ya li Başûrê Kurdistanê Hesen Nadir daxuyaniya nivîskî xwend û tê de wiha hate gotin; “Şehîd Huseyîn Arasan yek ji wan kesan bû ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmetkirina gelê Kurd terxan kir. Li hember hemû zext û êrîşan, wî di bawerî û armancên xwe de israr kir. Şehîd Huseyîn gelek salên jiyana xwe di zindanan û di krîzê de derbas kir. Lê wî qet ji armancên xwe paşve gav ne avêt. Xwîna şehîdan dê vala neçe û têkoşîn dê ji bo bidestxistina armancên wan berdewam bike.”
Piştî merasîmê, beşdarên merasîmê gul danîn ser gora Şehîd Huseyîn Arasan.
Di 9’ê Hezîrana 2023’yan de, rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk MÎT’ê bi alîkariya nokerên xwe li Silêmaniyê welatparêz û têkoşerê azadiyê Huseyîn Arasanî qetil kir.

