Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku ji fermandarên YPG’ê Yaşar Berçelan 13’ê Mijdara 2024’an li Helebê di êrişa dewleta Tİrk de şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em yek ji fermandarên hêza me Yaşar Berçelan ku; di demên herî girîng a dîrokê têkoşîna Kurd de li kêleka gelê Rojavayê Kurdistanê cih girt û gelê me ji êrîşên xeternak yên DAIŞ’ê parast û roleke serekê lîst. Hevrêyê me Yaşar, di dîroka 13.11.2024’an de li Helebê di êrişeke hewayî ya dewleta dagriker Tirk de gihaşt asta şehadetê bi rêzdarî bîr tînin.
Di qonaxên herî girîng ku tevahî herêma Rojhilata Navîn, bi taybet jî li Sûriyê geşedanên ku rojane diqewimîn bi xwe re erkên parastina cewherî dianî. Komên terorîst ên DAIŞ’ê ku herêm tevahî kiribû armanca êrîşên xwe, bi taybet li Sûrî û Iraqê hewldana xwe firehkirinê raber dikir. Hêzên me YPG û YPJ ku tevahî mirovahî ji xeteriya DAIŞ’ê diparast, ev erka dîrokî girt li ser milên xwe û weke hêza sereke ya li dijî DAIŞ’ê derket dika dîrokê.
Bi êrîşên ku ji dagirkirina Musilê û şûnde ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê destpêkir, di nav derfetên kêm de; bi xwe re berxwedaniyeke bêhempa anî. Rêheval Yaşar Berçelan, bi salên dirêj li seranserê çiyayên Kurdistanê ji şervantî heta fermandartiya xwe ezmûnên mezin yên şer bidest xistibû. Bi taybet êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ve, Fermandar Yaşar berê xwe da Rojavayê Kurdistanê daku ew êrîşên qirkirinê tevî rêhevalên xwe bide rawestandin.
Ji bo rizgarkirina gelê me yê Êzîdî, vekirina korîdereke mirovî, bo YPG û YPJ’ê him erkeke netewî û him jî weke erkeke mirovî derket pêş. Rêheval Yaşar, di vekirina korîdora Şengalê de bi rola fermandekirina hêza YPG-YPJ ve rabû û di vî şerî de roleke mezin lîst. Bi van êrîşan ve girêdayî, êrîşên li ser eniyên Rebîaa-Til Koçer û Ceza’a de, Rêheval Yaşar wekî Fermandarê Qadê bi kordînekirina şer ve ango ji ew berxwedaniyên dîrokî re fermandartî kir. Di cihên pêwîst de wek şervanekî di eniyên herî pêş de cih girt û di vê qonaxa dîrokî de bi vîneke mezin li kêleka rêhevalên xwe sekinî.
Pêngavên rizgarkirina herêmê ji tarîtiya DAIŞ’ê de Hevrê Yaşar cardin bi berpirsiyartiya xwe ya şoreşgerî û fermandartiya xwe ya wêrek ve; di pêngavên rizgarkirina bajarên Til Hemîs-Til Berak, Hol û tevahî Başûrê Hesekê û Minbicê de wekî kordîneya pêngavê, navê xwe li dîroka têkoşîna azadiyê a mirovahî de nivîsand.
Hevrê Yaşar, di nav hêzên me de, her tim bû çavkaniya bawerî, coş û peroşê. Salên dirêj di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de; perwerdekirina şervanan ji bo xwe her tim wek xebata herî sereke bo dît û li gorî wê jî tevgeriya. Bi ruhê şoreşgertiya welat ve daneheva jiyanî ku salên dirêj di têkoşîna azadiya gelê Kurd de bidest xistiye, di kesayeta xwe de şênber kir û ev kesayet her tim ji bo me bûye mînak. Ezmûnên şer yên ku fermandarê wêrek Rêheval Yaşar jiyabû, êdî di warê taktîkên şer de Ew kiribû pisporekî şer ku karibe li gorî ruhê demê tevbigere. Ev taktîkên şer, her tim ji bo şervan û rêhevalên Wî dibû mijareke parvekirin û perwerdeyê.
Ji çiyayên Kurdistanê heta bi Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya welatparêzî û çanda qadîm a gelê Botanê dikir. Hevrê Yaşar di tevahî civata rêhevalên xwe de; bi dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û kesayeta xwe ya fedekar dikir para wê civatê. Bi têgihiştina ku mirov bi kedê ava dibe, ji bo her rêhevalekî/e xwe ked dida ango kedkariya Wî li pêşiya her tiştî bû. Rêheval Yaşar têkîliyekî wiha ku him bi xwezayê re û him jî bi rêhevalên xwe re ji dil çêdikir ku dihişt ew têkîlî bibe mîrateyeke ji hemû rêhevalan re. Xwedî cewhereke paqij, resen û girêdayî nirxên pîroz bû.
Hevrê Yaşar Berçelan, di nava xebatên têkoşîna azadiyê de, bê rawestan; senger bi senger di cengên herî dijwar de bêdudilî pêşengtiya şer kir. Di tevahî kêliyên jiyana xwe de; ji gelê xwe re ji bo karibe hîn bêhtir xizmetê bike xwe tevlî xebatan kir. Ji gelê xwe hez kir û di oxira xizmetkirina ji gelê xwe re bi hemû şaneyên laşê xwe ve tevgeriya. Ev girêdana Rêheval Yaşar bi gel re, di şêwazê têkîliyên Wî yên bi gel re jî xwe dida der. Ji dayikeke temen mezin heta bi zarokê di pêçekê de ji bo Wî sedema girêdana bi têkoşînê re bû. Bi her ferdekî civakê re wekî rêhevalekî nêz bû û bi rêzdarî nêzî mirovên li hawirdora xwe dibû.
Hevrê Yaşar, taybetmendiyên kesayeta şoreşger her gav di xwe de dida jiyandin. Di nava refên azadiyê de ji wan şerên ku jê re pêşengtî dikir, çend caran birîndar bû. Lê ev birîndariyên heyî her çiqas di laşên Wî şop hiştibin jî, ev ji bo Rêheval Yaşar nebû sedemeke ku; xwe ji têkoşînê paş de bihêle. Her wiha di êrîşên DAIŞ’ê yên li ser xeta Kerkuk-Maxmurê de jî Rêheval Yaşar di berxwedaniya ji wir re pêşengtî kir û cardin birîndar bû. Ruxmî pêwîstiya xwe bi dermankirinên demdirêj hebû jî vê yekê nepejirand û di ji bo azadiya gelê xwe her dem pêşengtiya bêqisûr kir.
Hevrê Yaşar, her çiqas fermandarekî şer bû ewqas jî şervanek jîr û bi pîvan bû. Ji bo her devera ku kar û barên şoreşgerî lê heyê; xwe ji tevahî erkan re amade dikir. Bi berpirsiyartiyeke xwezayî ku ji şoreşgertiya xwe ve kiribû para kesayeta xwe, di ber hemû erkên şoreşê de xwe berpirsiyar didît. Bi têgihiştina ku ‘’erka biçûk yan a mezin nîne, tevahî erk di ber xizmeta gel û şoreşê de ne” nêzî erkên ku jê re dihat re nêz dibû. Rêheval Yaşar, bi feraseta şoreşgeriya yekpare xwest kesayeta xwe ava kir û li gorî wê jiya. Barê azadiya welat hilgirt li ser milê xwe û ti caran newestiya ango westandin di ferhenga jiyana Wî de nebû.
Şoreşgerê welat û fermandarê wêrek, herî dawî li herêma Helebê bi erka fermandarê herêmê xebat dimeşand. Di van xebatên xwe yên li Helebê de jî bi heman pîvan û rêgezan tevgeriya. Di dîroka 13.11.2024’an de dema li ser erka xwe bû, di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker ve li Helebê gihaşt asta şehadetê.
Em weke Fermandariya YPG’ê, ji malbata hêja û welatparêz ya Rêheval Yaşar Berçelan, rêhevalên Wî û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Soza xwe ya rêhevalî didin ku xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bînin.
Nasnameya şehîdê me wiha ye:
Nasnav: Yaşar Berçelan
Nav û Paşnav: Aydin Elmas
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê: Zelîha
Navê Bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb – 13.11.2024″

