Li kampa Serêkaniyê nêzî 689 malbatên (7 hezar kes) koçberên Serêkaniyê konên xwe radikin û xiradên xwe di kamyonan de bi cih dikin da ku sibe vegerin Serêkaniyê.
Li gorî Nivîsgeha Çapemeniyê ya Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji parêzgehê û herêmê ji aliyê ewlehiyê ve garantî hatiye dayîn û li ser vî bingehî wê karwanê koçberên Serêkaniyê yê duyemîn di 8’ê Îlona 2026’an de vegere Serêkaniyê.
Karwanê koçberên Serêkaniyê yê yekemîn 10’ê Tebaxê vegeriyabû warê xwe û dema li Serêkaniyê êrişî wan kirin, hinek malbat neçar man ku vegerin Hesekê.

