Xwendevan û şêniyên bajarê Qamişloyê li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina dersên Zimanê Kurdî ji bo 3 saetan, xwepêşandanek li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan lidar xist.
Di xwepêşandanê de pankartên “Parastina zimanê dayîkê parastina çand û nasnameya me ye”, “Divê Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî”, “Em zimanê xwe dixwazin”, “Ziman me çand û rûmeta me ye”, “Şehîdan ji bo ax, welat û ziman can da”, “Zimanê Kurdî sembola hebûna me ye” û “Bê ziman jiyan nabe”hatin vekirin.
Bê navber dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin.
Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin. Bang kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî û hate gotin, perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî bingehîn ên xwendekaran e.
Her wiha hate desntîşankirin ku 3 saet tenê ji bo zimanê Kurdî hêviyên gelê Kurd ê ku bi salan bedelan dide, bi cih nayîne.
Her wiha hate xwestin ku perwerde îsal li gorî bernameya Rêveberiya Xweser were meşandin heya ku bernameyek Sûriyeyî ya yekbûyî were çêkirin ku mafên hemû pêkhateyan li ber çavan bigire û di destûra nû de were fermîkirin.

