Guherîna avhewayê bi rekorên nû yên germê bandor li cîhanê kir. Servîsa Guherîna Avhewayê Copernicus a Yekîtiya Ewropayê di rapora xwe ya mehane de ku 10’ê Îlonê roja Pêncşemê hate weşandin, ragihand ku Tebaxa 2026’an meha herî germ e ku di asta navneteweyî de heta niha hatiye pîvandin.
Li gorî daneyên Copernicusê, di Tebaxê de germa hewayê di asta navneteweyî de bi nîveka 16,96 pile bû. Di qeyda saziyê de ku ji sala 1940’î û vir ve dike, bû pileya herî bilind a germê ya hemû mehan. Rekora beriya niha di Tîrmeha 2023’an de bi 16,95 pileyî hatibû pîvandin.
Lê belê ji ber cudahiya herdu mehan a germê gelekî kêm e, Copernicos Tebaxa 2026 û Tîrmeha 2023’an ji aliyê rekorê ve weke hev dibîne.
Zanyara Copernicusê Samantha Burgess anî ziman ku Tebaxa 2026’an di dîroka avhewayê ya global de meheke “balkêş” e.
Burgess got, “Dibe ku mirovahî herî kêm 100 hezar sal in germeke bi vî rengî nedîtibe.”
Daneyên avhewayê yên cuda û karên zanistî yên têkildarî demên beriya niha hatin kirin, nîşan didin ku germa heyî dibe ku asta herî bilind a 125 salên dawî be.
Demsala havînê ya navbera Hezîran-Tebaxê jî bû havîna herî germ a ku heta niha hatiye pîvandin. Copernicusê diyar ku bi havîna 2024’an re heman ast hate qeydkirin.

