Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Yekîtiya Kurdan girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    MATUHAY-DER’ê nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Ramazan Aktaş li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’
Kurdistan

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

Ji Başûrê Kurdistanê 28 partiyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand û daxwaza bicihanîna "mafê hêviyê" ji bo Rêber Apo kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Ji Başûrê Kurdistanê 28 partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û kesayetiyan li ser “mafê hêviyê” yê Rêber Apo nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Gabriel Revel re şand. Name bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Abdullah Ocalan a li Başûrê Kurdistanê hate şandin.

Name bi vî rengî ye:

“Birêz Gabriel Revel
Balyozê Monakoyê li Konseya Ewropayê
Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê

Birêz Cenabê Gabriel Revel, weke hûn dizanin şerekî wêranker temamiya Rojhilata Navîn girtiye bin bandora xwe. Ev şer bûye sedema bandorên giran ên aborî û siyasî û têkiliyên civakî yên herêmê bi tundî têk birine. Di demekê de ku hîna hêzên herêmî û cîhanî bi navê çareserkirina nakokiyên heyî, xwe ji bo şer û pevçûnên zêdetir amade dikin; di rewşeke wisa de dengekî nû ji Rojhilata Navîn bilind bûye ku banga çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û bêyî tundiyê dike. Ev dengê ku di banga Aştî û Civaka Demokratîk de olan daye, projeya birêz Abdullah Ocalane û nêrînek nû ji bo çareserkirina nakokiyên Rojhilata Navîn pêşkêş dike.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibata 2025’an de hat ragihandin, heta niha bandorek pir erênî li ser herêmê kiriye. Piştî wê bangê PKK’ê demildest agirbest ragihand, piştre biryara hilweşandina rêxistinê, destberdana ji stratejiya têkoşîna çekdarî, şewitandina çekan û vekişandina hêzên xwe yên gerîla ji Tirkiyeyê hat ragihandin. Bi encama van gavan, dijminatiyên li Tirkiye, Bakurê Sûriye û Bakurê Iraqê sekinîn û Tirkiye bû yek ji wan welatên herêmê ku bi şêweyekî rasterast neketiye nav şerê berfireh ê Rojhilata Navîn. Her wiha di rûbirûbûna li gel aloziyên Sûriyeyê de, Birêz Ocalan peyamek da hemû aliyên peywendîdar û giringiya kêmkirina alozî û çareseriya siyasî ji bo bidestxistina aramiya daîmî anî ziman.

Herêma Kurdistana Iraqê di nav salên borî de herî zêde bar û êşa pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê hilgirtiye û bi sedan welatiyên sivîl ji ber êrişên hewayî û bejayî yên artêşa Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane. Banga Abdullah Ocalan di nav sal û nîva borî de bû sedema rawestandina dijminatiyan li vê herêmê. Her wiha rayedarên herêmê û raya giştî ya Kurd jî ev bang bi piştgirî û bi hêviya aştî û rûniştina hevsengiyê pêşwazî kirine.

Tevî vê rewşa giran a herêmê, Abdullah Ocalan di nav sala borî de bi şêweyekî berdewam nîşan daye ku ew pabendî pêvajoyê ye. Di salvegera banga xwe ya di sala 2026’an de, careke din daxuyaniyek belav kir û tê de pabendbûna xwe ya ji bo aştî û demokratîkirina Komara Tirkiyeyê dubare kir. Di encama van hewldanan de, di sala borî de bi sedan sazî û kesayetiyên cîhanî ku di nav wan de 88 xwediyên xelata Nobelê hebûn, piştgiriya xwe ji bo hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo pêşvebirina pêkvejiyana gelan ragihandin.

Mixabin, hêza Abdullah Ocalan a ji bo tevlîbûna çalak di pêvajoya aştiyê de, ji ber rewşa girtîbûna wî ya li Girava Îmraliyê hatiye sînordarkirin. Di mercên girtîgehê de tu guhertin bi ser de nehatine û têkiliyên Wî yên bi cîhana derve re hêj bi biryarên siyasî yên rayedarên Tirkiyeyê ve girêdayî ne.

Di sibata 2026’an de komîsyona peywendîdar rapora xwe ya dawî belav kir. Tevî ku di raporê de işaret bi giringiya bicihanîna tevayî biryarên Dadgeha Mafê Mirov ya Ewropa û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê dike û pêşniyara bihêzkirina mekanîzmayên berdest dide, lê berdewamiya nêrîna li dijî terorê wekî çarçoveyek sereke, hîna jî li pêşiya diyalog û lihevkirineke rastîn astengiyeke. Her wiha di raporê de hatiye diyarkirin ku hikûmeta Tirkiyeyê tenê têbîniyên Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê di Îlona sala borî de wergirtiye, lê ti pêngavek pratîkî ji bo bicihanîna wan neavêtiye.

Ji bona wê em wek partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl yên Herêma Kurdistana Iraqê, daxwaz ji Komîteya Wezîran a Parlamentoya Ewropayê dikîn ku biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê ya têkildarî doza Abdullah Ocalan a ‘Mafê Hêviyê’ nas bike. Ev yekem pêngava giringe ji bo çareserkirina rewşa yasayî ya Birêz Ocalan û rêdana bi temamî ya beşdarbûna wî ya di pêvajoya aştiyê de ye.

Her wiha bang dikin ku Abdullah Ocalan azad bibe, derfetek tam û bêsinor bê dayîn daku bi awayek pratîkî tevlî pêvajoya aştiyê bibe.”

Rêxistin, kesayet, partî û aliyên siyasî yên ku navê wan dibin nameyê de hene wiha ne:

Partî û aliyên siyasî;

1- Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê
2- Partiya Komûnîst a Kurdistanê
3- Tevgera Helwesta Nîştimanî
4- Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê
5- Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK)
6- Partiya Kesk a Kurdistanê
7- Partiya Parêzgarên Kurdistanê

Rêxistinên Civaka sivîl;

1- Rêxistina Azadbûn
2- Rêxistina Dabîn
3- Rêxistina Peywendiyan a Jinên Kurd (REPAK)
4- Tora Rêxistinên Kurdistanî ya li dijî Jenosîd û Tawanên Navdewletî
5- Rêxistina Kampanyaya Jiyanê ya ya li Dijî Darvekirinên li Kurdistanê
6- Rêxistina Çavdêriya Kurdsayd
7- Rêxistina Yesna ji bo Pêşxistina Felsefeya Zerdeştî
8- Rêxistina Serxwebûna Jinan

Kesayetan:

1- Kafiye Silêman, wezîra berê ya Şaredarî û Geştûguzariyê, parêzvana mafên jinan û endama desteya damezrêner a Yekîtiya Jinên Kurdistanê
2- Dr. Muhsîn Edîb, rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê
3- Rêzan Şêx Dilêr, parêzer û endama berê ya Parlamentoya Iraqê
4- Dr. Serwer Ebdulrehman Omer, serokê Saziya PEY ji bo Perwerde û Geşepêdanê
5- Bilêse Cebar Ferman, endama berê ya Parlamentoya Iraqê û endama (KNK)
6- Dr. Fayîq Mihemmed Ehmed Gulpî, bijîşk û endamê dema yekem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê
7- Prof. Dr. Şoreş Hesen Omer, mamosteyê zanîngehê, pisporê hiqûqa giştî
8- Prof. Dr. Merîwan Omer Dewlet, mamosteyê zanîngehê
9- Cemîl Mihemmed Hewramî, serokê Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn ên Kurdistanê
10- Mihemmed Emîn Pêncwênî, nivîskar û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
11- Kardo Mihemmed Pîrdawid, parlamenterê dema sêyem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê
12- Şine Elî Xeyat, çalakvana siyasî û parêzvana mafên jinan
13- Esrewan Awat Hisamedîn, Zerdeştî

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rekora germê: Dibe ku dema herî germ a 125 hezar salên dawî be
Nûçeya Pişt re Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Polîtîkaya Hikûmeta Demkî ya li hemberî pêkhateyên Sûriyeyê

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sala borî li dijî pêkhateyên Sûriyeyê polîtîkayên mîna cihêkarî, zext, mudaxileyên…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Pêwîst e li dijî dagirkeran em hemû bibin yek’

Rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê li dijî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo şehîd Bêrîtan li bajarên Rojava merasîma bîranînê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?