Li Hollandayê, nexweşên ji ber vîrûsa Nîl a Rojava hefteya dawî gelekî zêde bû. Li gorî daneyên ku Enstîtuya Hawirdor û Tenduristiyê ya Hollandayê eşkere kir, li vî welatî 18 kes bi vîrûsê ketin û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di daneyên 3’ê Îlonê hate eşkerekirin de hatibû gotin ku 9 kes bi vîrûsê ketin û kesek mir. Bi vî rengî di nava hefteyekê de hejmara nexweşan bi du qatî zêde bû, hejmara qurbaniyan jî bû 2.
Hate ragihandin ku nexweşên bi vîrûsê li Utrecht, Brabant a Bakur, Hollanda a Bakur, Hollanda ya Başûr, Overijssel û Gelderlandê hate dîtin. Tê texmînkirin ku nexweş bi giranî ji ber kermêşan bi vîrûsê ketine.

