Şemî, 24 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevanan li gelek bajaran li dijî sansûrê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Xwendekarên Komunalîst: Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çawişê pispor tundî qebûl kir, lê heyeta dadgehê di asta ‘gumanê’ de ma

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karamus: Ji bo Kurd li NY’ê bên temsîlkirin stratejiyeke neteweyî ya hevpar şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ku ev pêvajo bibe ya tevahiya civakê, divê rojnamevan jî tevlî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê edalet xwestin
Rojane

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê edalet xwestin

Xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê hatin ba hev û ji bo windayan edalet xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” çalakiyên xwe yên heftane domandin û aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin pirsîn.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 924’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê domand. Parezvanên pafên mirovan, endam û rêveberên saziyên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamza Arslanoglu, ê ku di 25’ê Cotmeha 1995’an de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû şopandin û windakirin pirsî.

Alîkarê Serokatiya Giştî ê Ercan Yilmaz daxuyaniyên ku ji aliyê Wezareta Edaletê ve derbarê Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Bêfaîl de hatine kirin bi bîr xist û got: “Herî dawî di 3’yê Cotmeha 2026’an de daxuyaniyek hat dayîn. Di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta îro 58 dosyayên hatine ronîkirin. Berê jî me gelek caran di vê mijarê de bang kiribû. Li Tirkiyeyê windakirina bi zorê û cinayetên faîl nediyar rastiyek e. Lê belê em dibînin ku sûcên bi mebestên siyasî hatine kirin heta îro hatine paşguhkirin.”

Piştî Ercan Yilmaz kurê Hamza Arslanoglu, Mesut Arslanoglu diyar kir ku bavê wî ji ber xebatên xwe yên siyasî ji aliyê JÎTEM’ê ve dihat şopandin û li Cadeya Hatboyu li Torosa Spî hat siwarkirin û hat revandin. Mesut Arslanoglu got ku divê êdî aqûbeta windayan were eşkerekirin û wiha axivî: “Tevî salên ku derbas bûn jî em negihîştin encamekî. Me hîna nekariye ku em şîn û konê van windayan deynin.”

Çîroka Arslanoglu ji aliyê Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya bi deqeyekê bi dawî bû.

RIHA

ÎHD a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 86’an de çalakiya xwe domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Şefîk Geçgel ê ku di sala 1993’an de li navçeya Sêwregê ya Rihayê piştî hat girtin û tu agahî jê nehate girtin, hat pirsîn. Endamên saziyên sivîk û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Rêvebera ÎHD’ê ya Rihayê Demet Aykut çîroka Şefîk Geçgel xwend.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD a Êlihê di hefteya 760’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de aqubeta Abdûrrahman Coşkûn ê ku di 29’ê Cotmeha 1995’an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dema ku ji mal derketiye û hatiye windakirin, pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê, Xizmên Windayan, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD’ê yê Êlihê Sedat Yildirim çîroka windakirina Abdûarrahman Coşkûn xwend.

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD a Colemêrgê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 250’an de çalakiya xwe li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Hamît Temel ê ku 19’ê Cotmeha 1991’an li gundê Pelan/Peyîla hatibû binçavkirin û winda kirin hate pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebirê ÎHD’ê Keskîn Erol ve hate xwendin. Keskîn Erol behsa çîrok û kuştina Hamît Temel kir û ev yek got: “Hamît Temel di sala 1991’ê de ji aliyê komeke ku ji 10 kesên bi rûpêş û bi çek ve pêk tê, li mala xwe bi êşkenceyê tê binçavkirin. Heta 4 rojan malbata wî ruxmê hemû hewldanan jî tu agahiyê derbarê wî de bi dest naxe. Di roja 5’emîn a windabûna wî de, li ser rêya gundê Pêlan ê navçeya Geverê cenazeyê wî ku du gule berdane serê wî ji aliyê şivanekî ve tê dîtin. Li ser agahdarkirina şivan malbata wî diçe cenaze hildigire û vedişêre. Saziyên dewletê tu bersiveke fermî nade malbatê di derbarê kuştina Hamîd Temel de. Piştî salan dozgeriya Geverê di derbarê dosyaya Hamît Temel de biryara neşopandinê dide.”

Beşdarên çalakiyê û xizmên windayan daxwaza tespîtkirin û darizandina kujerên Hamît Temel kir.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, ji bo bal kişandina ser rewşa kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve” hate vekirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD a Îzmîrê Hatîce Erdogan ve hat xwendin.

Hatîce Erdogan diyar kir ku ew li dijî dana jibîrkirinê û bêcezahiştinê; parastina bîr, rastî û edaletê didomînin û got: “Heta ku windayên me neyên dîtin, kiryar neyên darizandin û rastî neyên derxistin holê, ne aştiya civakî ne jî edalet dê pêk bê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya
Nûçeya Pişt re Konferansa Xwendekarên Komunalîst: Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cotkarên Yewnanistanê bi sedan traktoran çalakî li dar xistin

Li Yewnanistanê, nêzî 300 traktor û bi dehan kamyonên mêşên hingiv li lêdana qorneyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan vir de carek din vebû

Rêyên çûyîn û hatinê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştî 4 mehan û vir de…

Ji aliyê Stêrk TV

Bavê Jîna Emînî: Hezkirina mirovan bi hezaran ewlad tevlî malbata me kir

Di ser qetilkirina Jîna Emînî re 4 sal derbas bûn, ku bû sembola serhildana 'Jin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şehîd Berîtan li gelek bajaran hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rojnamevanan li gelek bajaran li dijî sansûrê meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Konferansa Xwendekarên Komunalîst: Bi kampusên komunbûyî re dema rêxistinbûnê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Huseyîn Toraman hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?