Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Hevseroka Şaxê Amedê ya OHD’ê Zeynep Karayilan rexne kir ku bicihanîna qanûna çarçoveyê bi biryara MGK’ê ve hatiye girêdan û got, nabe ku pirsgirêka Kurd tenê bi bêçekbûnê ve bê vegotin.
Çalakiyên ji bo bîranîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) wê bêne şopandin ku 25’ê Cotmeha 1992’an li Başûrê Kurdistanê şehîd bû.
Li dijî binçavkirin û girtina rojnamevanan, tayînkirina qeyûm li saziyên medyayê û astengkirina ragihandinê li 10 bajaran çalakî hatin lidarxistin. Rojnamevanên ji ANF’ê re axivîn anîn ziman ku zextên li ser çapemeniyê êrişa li ser mafê wergirtina agahiyê ye.
Gerîlayên Kurd û Ereb ji fermandarên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera şehadeta wê de bi bîr anîn û destnîşan kirin ku xeta berxwedanê ya Bêrîtan rêya azadiyê nîşanî jinên Rojhilata Navîn daye.
Şoreş Botan û Dilsoz Sînornenas ku piştî Manîfestoya Civaka Aştî û Civaka Demokratîk beşdarî nava refên HPG’ê bûn, qala sedemên tevlîbûna xwe kirin. Gerîlayan gotin, “Em tevlîbûna xwe weke tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase dikin.”
Parêzer Serdar Tum diyar kir ku li girtîgehên Riha û Sêweregê berdan tê astengkirin, girtiyên nexweş nayên dermankirin û gelek caran mafên mirovan têne binpêkirin.

