Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Tevgera Ciwanên Xwendekar ên Komunalîst hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Starta kampanyaya, ‘Budce ji bo Nan, Aştî û Edalet’ hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin
Rojane

Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Zeynep Karayilan, ji ber cîbicîkirina qanûna çarçoveyê bi biryara MGK’ê ve hatiye girêdan rexne kir û bal kişand ser wê yekê ku meseleya Kurd tenê bi çekdanînê nayê sînordarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd hatiye destpêkirin de, nîqaşên têkildarî gihandina zemîna hiqûqî ya danîna çekan û vegeran dewam dikin. Digel ku li ser vê pêvajoyê re du sal borîn jî, biryara Desteya Ewlehiya Millî (MGK) ya ku ji bo pêkanîna qanûna çarçoveyê ya di 10’ê Tebaxê de bi dengên erê yên 467 parlamenteran ji Meclîsê derbas bibû, hêj nehatiye girtin.

 

Ji bo ku mekanîzmaya ku qanûna di 16’ê Tebaxê de di Rojnameya Fermî de hatî weşandin pêşbînî dike bixebite, tespîtkirina yekîneyên ewlehiyê yên derbarê danîna çekan de û piştrastkirina vê bi biryara MGK’ê re pêwîst e. Tevî ku Meclîsê dest bi sala xwe ya nû ya qanînî kiriye û MGK jî civiyaye, neavêtina gavên şênber a têkildarî pêkanîna qanûnê dibe sedema rexneyan.

Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayilan, ji ANF’ê re nirxandin li ser aliyê hiqûqî yê pêvajoyê, kêmasiyên qanûna çarçoveyê, bendewariyên demokratîkbûnê û gavên ku divê bên avêtin kir.

‘ALIYÊ KURD GAVÊN DÎROKÎ AVÊTIN LÊ DESTHILATDARÎ PÊVAJOYÊ BI ZELALÎ NAMEŞÎNE’

Zeynep Karayilan got: “Me gelek caran anî ziman ku ev qanûn qanûnek çiqasî qels e, di serlêdan an jî pêkanînê de dê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimîne. Bi rastî jî ji çareseriya meseleya Kurd dûr e, dîsa di bingeha wê de polîtîkayên ewlehiyê hene.”

Zeynep Karayilan got ku Tevgera Azadiya Kurd di çarçoveya pêvajoyê de biryarên girîng girtine, lê belê desthilatdarî gavên şênber û şefaf neavêtine. Zeynep Karayilan, diyar kir ku têkildarî çawaniya xebitandina mekanîzmaya ku ji bo xurtkirin an jî ketina meriyetê ya qanûnê pêwîst e, ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Zeynep Karayilan wiha domand: “Tevî ku du meh bi ser derketina qanûnê re derbas bûne jî, têkildarî ka çawa ev mekanîzma bixebite ti daxuyaniyeke fermî nîne. Sazî civînê dikin, civîn tên lidarxistin lê derbarê naverokê de ti agahiyeke fermî nayê dayîn. Pêvajo ji aliyê wan ve bi awayekî zelal nayê birêvebirin.”

‘ZIMANÊ JEHRÎ Û NEDIYAR BAWERIYA CIVAKÊ QELS DIKE’

Zeynep Karayilan, da xuyakirin ku zimanê cudakar ê di nava çapemeniyê de û nediyariya têkildarî pêvajoyê, pêbaweriya civakî qels dike. Zeynep Karayilan, destnîşan kir ku meseleya Kurd tenê bi çek danînê û an jî rawestandina şer nabe were destgirtin û wiha axivî: “Meseleya Kurd ne tenê mijareke bêçekbûn an jî bidawîbûna şer e. Ji bo çareseriyeke mayinde, naskirina mafên siyasî, çandî û kolektîf ên Kurdan, vekirina rêya siyaseta demokratîk û çêkirina rêziknameyên hiqûqî yên li gorî vê yekê, şert e.”

Zeynep Karayilan, anî ziman ku ji bo misogerkirina hiqûqî ya pêvajoyên danîna çekan û vegeran pêdivî bi rêziknameyên berfirehtir heye û rexne li nêzîkatiya qanûna çarçoveyê ya heyî ku kes û tîpên sûcan cihê dike, kir. Zeynep Karayilan got, “Ji bo pêşî li rêya siyaseta demokratîkbûnê vebe, divê azadiya îfade, raman û rêxistinbûnê jî werin misogerkirin.”

‘BI FEDEKARIYÊN YEKALÎ EV PÊVAJO NAYÊ MEŞANDIN’

Zeynep Karayilan destnîşan kir ku di wan şert û mercên ku qada siyaseta demokratîk hatiye tengakirin de, nayê çaverêkirin ku kesên çek berdan vegerin û wiha got: “Meşandina pêvajoyê bi fedakariyên yekalî êdî ne di asteke domdar de ye. Ji bo ku gavên hatine avêtin bersivê bibînin, divê desthilatdar derbarê demokratîkbûn û ewlehiya hiqûqî de berpirsiyariyeke berbiçav bigire ser milên xwe.”

‘REWŞA HIQÛQÎ YA OCALAN Û MAFÊ HÊVIYÊ SERNAVÊN BINGEHÎN Ê PÊVAOYÊ NE’

Zeynep Karayilan anî ziman ku ji bo Abdullah Ocalan bikaribe di pêvajoyê de roleke çalak bilîze, divê şert û mercên ragihandinê û xebatê werin pêşkêşkirin. Zeynep Karayilan, da zanîn ku pêkanîna biryarên DMME’yê û misogerkirina Mafê Hêviyê yê di hiqûqa navxweyî de mecbûrî ye.

Zeynep Karayilan da xuyakirin ku gavên wekî bidawîanîna pêkanînên qeyûman, serbestberdana girtiyên nexweş û rakirina zextên li ser azadiya xweîfadekirinê, bêyî ku li bendê qanûneke nû werin seknandin, dikarin bên avêtin. Zeynep Karayilan, got ku di rapora komîsyona Meclîsê de jî ev mijar cih girtine, lê belê di pêkanînê de ti gav nayên avêtin.

‘DIVÊ KOMÎSYONÊN HEQÎQET Û HEVRÛBÛNÊ WERIN AVAKIRIN’

Zeynep Karayilan, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê mafên demokratîk bên naskirin û bi rabirdûyê re hevrûbûnek pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şert e ku gavên hiqûqî yên ku dê aştiya erênî pêk bînin, bên avêtin. Pêwîst e peymaneke civakî ya nû ku hemwelatîbûna wekhev esas digire, bê avakirin; mafên çandî, siyasî û civakî yên ku dê bersivê bidin pirsgirêkên avahî yên meseleya Kurd bên naskirin. Her wiha ji bo ku mirov bi encamên şer re hevrûbûnê bike divê Komîsyonên Heqîqet û Hevrûbûnê werin avakirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’
Nûçeya Pişt re Li Brezîlyayê hilbijartina krîtîk: Lula yan Bolsonaro wê serbikeve?
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bajarekî li ber siya tora dejerenebûna bi destê dewletê hatiye honadin: Amed -I

Tiryak, fûhûş, çetebûn û sixurtî, weke çar stûnên stratejiya ‘’komkujiya çandî’’ ya dewleta Tirk li…

Ji aliyê Stêrk TV

Heval Bozdag: Pergala tenduristiyê pêşiya çeteyan vedike

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag diyar kir ku pirsgirêkên li sîstema tenduristiyê tenê weke meseleya…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Tebqayê li qadan e: Rêber Apo çavkaniya hêza me ye

Gelê Kantona Tebqayê tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û peyama, "Em hêza xwe ji têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?