Li Brezîlyayê beriya tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê namzet Luiz Inácio Lula da Silva û Flavio Bolsonaro roja şemiyê bi mîtîngan bang li piştevanên xwe kirin. Beriya hilbijartina roja yekşemê bi hezaran kes ji bo her du namzetan daketin qadan.
Flavio Bolsonaro di tûra ewilî de ji sedî 47 deng wergirt, Lula jî ji sedî 45 deng wergirt. Lula yê ku cara 4’an lê belê ne li pey hev dibe namzetê serokkomariyê, li Plaja Copacabana ya li ‘Rio de Janeiro’ bang li bi hezaran piştevanên xwe kir. Mîtîng bi rengên sor a Partiya Karker tejî bû.
Şîrketa lêkolînê Datafolha roja pêncşemê anket weşand û li gorî anketê rêjeya dengên her du namzetan ji sedî 50 wekhev bû.
Senatorê 45 salî Flavio Bolsonaro diyar dike ku ew ê xeta siyasî ya bavê xwe Jair Bolsonaro bidomîne. Namzetê rastgir ê tund diyar dike ku ew ê li dijî sûcan polîtîkayên tund bimeşînin, polîtîkayên aboriyê yên ku destek didin cîhana kar pêş bixin û bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re têkiliyên hîn xurttir ava bikin.
Serokkomarê berê Jair Bolsonaro sala 2022’yan piştî li dijî Lula di hilbijartinan de winda kir, ji ber hewldana darbeyê 27 salan cezayê hepsê lê hate birîn.
Lula jî alîkariyên civakî yên ji bo xizanan, zêde kir û hewl da li qada medyaya dîjîtal jî hîn bi bandortir bibe.
Encama hilbijartinê wê bandorê li Latîn Emerîkayê jî bike.

