Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Taxa Sigorta ya Eyyubiye ya navçeya Rihayê bi beşdariya bi sedan kesî buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, namzedên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê yên DEM Partiyê Celaleddîn Erkmen û Gulşen Ozer, namzetên Hevşaredariyê yên navçeya Eyyubiye Halîl Akbaş û Adalet Erîş, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek welatî tevlî vekirina buroyê bûn.
Di vekirinê de namzetên Hevşaredariya Eyûbiyê Halîl Akbaş û Adalet Erîş û namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Rihayê Gulşen Ozer û Celaledîn Erkmen gel silav kirin. Girseyê gel a li buroyê bêyî navber dirûşmeyên “Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan”, “Bîjî berxwedana zindanan” û ” Bijî Serok Apo” berz kirin.
‘EM Ê PEYAMA HERÎ MEZIN JI RIHAYÊ BIDIN’
Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got: “Riha bajarekî qedîm e. Yek ji baştirîn mînaka jiyana bi hev re ya bi Kurd, Ereb û Tirkmenan re ye. Pirsgirêka herî girîng a van axan aştî ye. Pirsgirêka herî mezin a van axan, pirsgirêka Kurd a ji nedîtî ve tê dîtine. Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin. Tecrîda 25 salan ji bo ku pirsgirêka Kurd çareser nebe û desthilat bi ser bikeve ye. Em ê li vir peyama herî mezin bidin. Me di navbera 1’ê Sibatê û 15’ê Sibatê de li du hêlên Qers û Wanê, Meşa Azadiyê li dar xist û diyar kir ku ji bo aştî û çareseriya pirsgirêka Kurd divê demildest Birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”
‘WÊ CIWAN BERSIVA DIJMINÊ KURDAN BIDE’
Ûçar anî ziman ku ev desthilat, desthilatekî dijminê Kurdan e û wiha pê de çû: “Hûn li Meclîsê bişopînin, dema bi Kurdî tê axaftin, di peyva duyemîn de mîkrofon tên girtin. Desthilata ku nikaribe zimanê me yê zikmakî, nasnameya me û siyaseta demokratîk a ku em dimeşînin tehemûl bike. Ev desthilat dijminê jinan e. Li her milekî vî welatî madeyên hişber bi serbestî belav dibin, lê em nikarin pankarta ku li ser Kurdistan dibêje hilgirin. Em ê rê nedin vê. Em tên dev ji dijminatiya Kurdan berdin. Wê ciwan bersiva vê dijminatiya Kurdan bidin. Kurdistanî hem ji ber şer û hem jî ji ber hejariyê neçarî koçber dibin û li cihên din rastî tundiyê tê. Hunermendê ciwan ê ku strana ‘Ez ê bimirim Tirkiyeya min” negotibû li vî welatî hat qetilkirin. Me Gulîstan Dokû û Îpek Er ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Em ê nehêlin tu hevalek ciwan bibe amûra van polîtîkayên qirêj.”
Ûçar, girtiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dayikên Nobeta Edaletê yên di greva birçîbûnê de ne silav kir û got: “Erdnîgarî ya me ye, ziman a me ye, nasnameya me ya me ye û em ê her tiştê ku yê me ye wergirin. An serkeftin an serkeftin.”
Piştî axaftinan qurdeleyên buroya hilbijartinê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatin birîn. Merasîma vekirinê bi stranên Koma Perwer, govend, lîrandin û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.