Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên li dijî jinên Kurd da.
ÊRÎŞÊN BI RÊK Û PÊK IN Û JI NAVENDEKÊ TÊNE KIRIN
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Li pêşberî helwest, têkoşîn û berxwedana jinê ya ku di çalakiyên 8’ê Adarê de li ser asta herêmî û navneteweyî hate nîşandan; mêr-dewlet-hevkarên Kurd dest dan hev, li dijî destketiyên jinan giranî dan ser êrîşan. Bi taybetî endam û şopdarên Suleyman Soylû ku kujerê Kurdan e, aktorê sereke yê şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd û şerê taybet e; êrîşa li dijî destketiyên jinên Kurd ji xwe re kirine wezîfe. Eger bê bîra mirovan, Suleyman Soylû li pêşberî raya giştî bi rengekî eşkere gotibû, di têkoşîn û berxwedana gelê Kurd de jin diyarker e û divê êrîş lê bê kirin. Eşkere ye ku yên êrîşê dibin ser sîstema hevserokatiyê, temsîla wekhev û hevjiyana azad, endamên polîtîka û feraseta dijminê jinan, Kurdan, nijadperest û faşîst e. Ev polîtîkaya êrîşê ku demeke bi rêk û pêk li ser hincet û argumanên cuda tê meşandin, vê sala dawî hîn bêhtir bi rêk û pêk bûye û ji navendekê tê meşandin. Ev navend jî bi tevkariya nokerên Kurd ên di bin bandora AKP-MHP/HudaPar/PDK’ê de bi hevkarî tevdigere.
ÊRIŞÊN LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ TÊNE KIRIN
Bi hezaran siyasetmedar û aktîvîstên jin ên Kurd hatin binçavkirin, bi her cûreyî êrîş lê hate kirin, bi polîtîkaya şikandina îradeyê hatin girtin û li girtîgehan dîl hatin girtin. Girtîgeh tijî bûne. Li hemberî vê yekê jî di serî de jinên li girtîgehan berxwedana girtiyên siyasî bi biryardarî dewam dike. Di çalakiyên 8’ê Adarê de hêzên ewlekariyê yên Tirk êrîş birin ser jinan, beşdariya li çalakiyên 8’ê Adarê ji xwe re kirin hincet û careke din jin binçav kirin. Bi van girtinên ku ji aliyê navenda şerê taybet ve bi rêk û pêk tê kirin, tê xwestin ku têkoşîna jinê û destketiyên jinê bêne lawazkirin, bêne bêbandorkirin. Di heman demê de jinên welatparêz û şoreşger ên ku dixwazin polîtîkayê bikin û di têkoşîna azadiya jinê de tawîzê nadin, li ser hinceta ‘nezanîna bi Kurdî’ û rola wan a wekheviyê, bi rêk û pêk dibin hedefa êrîş û lînç a polîtîk. Her wiha êrîşên fîzîkî û psîkolojîk jî têne kirin. Destketiyên temsîliyeta wekhev, hevserokatî jinûve hînbûna zimanê dayikê û bikaranîna wê, ew destketî ne ku bi hezaran jinan di berdêla wan de xwîn û canê xwe dane. Di bingeha destketiayn de ked, berdêl û berxwedaneke mezin heye. Ne ew nirx in ku ji bo siyaseta rojane, daxwazên şexsî, berjewendiyên şexsî û feraseta serweriya mê re bêne fedakirin. Bi çi navî dibe bila bibe, divê dest ji zimandirêjî û nîqaşkirina van destektiyan bê berdan, ji bo berjewendî û daxwazên şexsî neyên bikaranîn. Destketiyên navborî sivik nînin, ne ew nirx in ku bi hêsanî bêne nîqaşkirin. Em bang li hemû aliyên vê nîqaşê dikin ku tavilê dest ji vê feraset û helwesta xwe berdin, li gorgî esasê wezîfe û berpirsyariya xwe li karên xwe vegerin. Her şoreşger û welatparêzên Kurd ên bi nûnertiya wekhev xwe dane ber wezîfeyê, divê li hemberî van polîtîkayên dijmin baldar bin, nekevin vê xefikê û helwestê nîşan bidin. Helwesta ku ji wan tê xwestin li ser vê bingehê ye. Ji bilî mezinkirina destketiyên gelê Kurd, ji bilî parastina destketiyan, berxwedan û têkoşînê rojeveke din nîne.
PARÊZVANA ZIMANÊ DAYIKÊ JINÊN KURD E
Di nava Kurdan de yên ku zimanê dayikê û çand gihandine vê rojê jinên Kurd e. Lewma êrîşa li ser vê mijarê ya li hemberî jinên Kurd nemerdî ye, durûtî ye. Têkoşîna Azadiya Jinên Kurdistanê bi esasî li ser dilsoziya bi zimanê dayikê, xak û welatparêziyê bi pêş ketiye. Di vê mijarê de jinên Kurd destketiyên mezin afirandine, hewl didin van destketiyan her roj hîn bêhtir mezin bikin û bi pêş ve bibin. Li hemû eniyên berxwedan û têkoşînê di nava vê berpirsyariyê de ne. Yên ku li aliyê dijmin disekinin ku ziman, çanda Kurdan înkar dike, êrîş dike, tine dihesibîne, asîmîle dike, êrîşî siyasetmedarên Kurd ên jin dikin ku ev yek polîtîkaya dijminatiyê ye û nayê qebûlkirin. Armanca esasî ya van êrîşan lawazkirina destketiyên polîtîk ên jinan û gelê Kurd e, hewldana ji bo destdirêjiya li destketiyan e.
Li hemberî êrîşên şerê taybet ên li dijî jinan ku her roj hîn bêhtir bi rêk û pêk têne kirin, em dibînin ku gelê me, jinên Kurd û Tirkiyeyî helwesteke têrker nîşan nadin û em vê mijarê rexne dikin. Li hemberî yên ku ziman û dest dirêjî her destketiyên jinan dikin, divê helweesteke xurt bê nîşandan. Girîng e ku heman helwest li hemberî binçavkirin û girtinê jî bê nîşandan. Eger em van êrîşên topyekûn û yekpare yên heyî nikaribin rawestînin, wê komkujiyên jinan hîn zêde bibin.
DIVÊ HELWEST BÊ NÎŞANDAN
Banga me her wiha li wan mêran e ku ji azadiya jinê bawer dikin, li gel têkoşîna azadiyê ya jinan disekinin. Li hemberî ve polîtîkaya qirkirin û êrîşê helwestê nîşan bidin.
Êrîş li dijî nasname û hêza demokratîkkirina siyasetê ye. Cewhera parastin û pêşvebirina siyaseta demokratîk jin e.
Di beralîkirina van êrîşan de têkoşîna jinê ya rêxistinbûyî diyarker jî be girîng e ku hemû hêz û derdorên demokratîk li dora sekna jin a rêxistinbûyî helwestê nîşan bidin. Jin mîna doh wê îro jî çand, zimanê xwe yê dayikê, jiyana azad a demokratîk biparêzin.”