Li avahiya Ronahî Tv ya li bajarê Qamişloyê şewat derket. Weşanê kanalê demkî hatiye rawestandin.
Ajansa ANHA’yê ragihand ku berbanga îro li avahiya kanala Ronahî Tv şewat a li bajarê Qamişloyê şewateke mezin derket.
Gorî agahiyan di encama şewatê de studyoya sereke û odeya kontrolê bi tevahî şewitîn û weşana zindî ya kanalê demkî hate rawestandin.
Tîmên agirkujiyê gihiştin cihê bûyerê û şewat kontrol kirin. Têkildarî zerarên mirovî heya niha agahî nehatin bidesxistin.
Aliyên têkildar der barê bûyerê de lêkoîn dane destpêkirin.

