Sala 1961’ê li gundikekî biçûk ê taxa Kûskûnlû ya navçeya Hîlwan a Rihayê ji dayik bû. Mezinê sê xwişk û birayan bû. Wê demê her zarokekî li nava maleke ji keviran ji dayik dibû, weke ku bi çarenûsa xwe ji dayik dibû. Çarenûsa wî hîn di roja destpêkê de diyar bû: xizanî, barê giran ê nan, ji ber nedîtina çavê bavê wî hîn di temenekî zû de weke berpirsyarî ketibû ser milê wî.
Bavê wî nedidît, lewma barê malê jî diket ser milê zarokên biçûk. Dayika wî di nava rojê de karê malê dikir, êvarê jî ji hal diket. Alî hîn di zarokatiyê de neçar mabû ku karê bavê wî nekarîbû bikira, pêk bîne. Dema ku hevalên wî ji xwe re dilîstin, ew li ser kar bû, yan jî li gund alîkarî dida dayika xwe. Xizanî bûbû rastiya wî ya destpêkê.
Zeviyên Hîlwanê berhemdar bûn, lê belê ev berhemdarî bi kêrî gundiyên xizan nedihat, bi kêrî axa, began dihat. Alî hîn di zarokatiyê de bi malbata xwe re li nava karên gund xebitî. Havînê bi malbata xwe re koçî Edeneyê dikir. Bi piyê xwas li nava zeviyên pembo, di bin wê germa zêde bi saetan çape dikir. Li bexçeyên pirtiqalan gelek caran bi birçî dixebitî. Zivistanê vedigeriya Rihayê, di karên rojane de dixebitî û alîkarî dida malbata xwe.
Lê belê Alî ne tenê xizanî, her wiha bê edaletî jî dît. Li gel xizaniya gundiyan ku ji bo pariyekî nak ji sibehê heta êvarê dixebitî, her wiha malên bi heybet ên aga û began jî li ber çavên wî diket. Di zarokatiy xwe de ev nakokî bi dengekî bilind li nava hevalên xwe dianî ziman.
-“Ew naxwebitin lê dewlemend dibin, em ji sibehê heta êvarê dixebitin lê gelek caran nikarin zikê xwe jî têr bikin. Gelek caran em bi birçî radizên’. Van gotinan nîan dida ku hîn di zarokatiyê de xwedî nêrîneke şoreşgerî ye.
Rastiya duyemîn a di jiyana Alî de ya herî mezin, înkarkirina nasnameyê bû. Zimanê ku li malê pê diaxivî Kurdî bû; bi xwişk û birayên xwe re bi Kurdî diaxivî. Lê belê dema dest bi dibistana seretayî kir, hîn bû ku ev ziman qedexe ye. Mamoste ceza dida zarokên ku li dibistanê bi Kurdî diaxivîn. Qedexe bû ku zarok bi zimanê xwe bistirên, bilîzin. Dewletê hîn di zarokatiyê de hewl dida zimanê wan ji wan bistîne.
Vê zextê bandoreke mezin li Alî kir. Li mêtingeriya kedê û xizaniyê vê carê jî înkara nasnameyê zêde bûbû. Li gund zexta jendermeyan, li bajêr zordariya polîsan, li daîreyên dewletê jî neçariya Tirkî… Alî ev hemû bi çavên xwe dît. Bi vî rengî hêrsa wî ne tenê li hemberî agayan bû, her wiha li hemberî dewletê bû.
Sala 1978’an Alî 17 salî bû. Wê demê li Rihayê pêleke nû rabû bû: Tevgera Ciwanan a Apoyî. Ev tevgera ku ji bo gelê Kurd daxwaza azadî, wekhevî û jiyana bi nasnameya xwe dikir, di demeke kurt de li nava ciwanan belav bû. Alî dema ku ev fikir nas kir, hîs kir ku nasnameyek ji bo raperîna xwe dîtiye.
Durustiya wî, karakterê wî yê ku serî li ber neheqiyê neditewand û bêtirsbûna wî bala tevgerê kişand. Di demeke kurt de çalak bû, li qada leşkerî bi berpirsyariyê rabû. Ew êdî ne tenê ciwanekî bi hêrs bû, ew şoreşgerekî zane bû.
Ji ber karên xwe yên rêxistinî hate girtin û ew şandin Girtîgeha Edeneyê. Li vê derê li Kemal Pîr rast hat ku jiyana wî bi temamî pê re guherî. Nêzî şeş mehan pê re li heman koxûşê ma. Kûrahiya îdeolojîk, rêbaza jiyanê û biryardariya Kemal Pîr bandoreke mezin li Alî yê ciwan kir. Dibistan ji bo wî bû weke dibistanekê. Tevlî nîqaşan bû, pirtûk xwend, çanda şoreşgerî pejirand. Dema ku hate berdan, bûbû kesekî gelekî cuda.
Piştî hate berdan berê xwe da Hîlwanê. Wê demê Hîlwan veguherîbû eniyekê. Agayan bi piştgiriya dewletê zilm li gel dikirin. Ciwanên Apoyî jî xwedî li gel derdiketin û berxwedan bi rêxistin dikirin.
Alî li gel temenê xwe yê ciwan jî tevlî nava komên çekdar bû. Tivingek jê re hatibû dayin, ku tivingeke Îngiliz bû. Çek bi qasî bejna wî bû, dema ku dimeşiya bi erdê re dikişiya. Hevalên wî li pêşberî vê biryardariya wî navê ‘Îngiliz Alî’ lê kirin. Çek ji bejna wî mezintir bû lê belê bi îrade û wêrekiya xwe çek biçûk dikir.
Alî ti carî dest ji çeka xwe bernedida. Bi şevê tevlî civînên veşartî dibû, çeka xwe datanî ser lingên xwe û bi bêdengî paqij dikir. Rojekê hevrêyên wî henek pê kirin û gotin, ‘Alî ev çek ji bo te mezin xuya dike, bide hinekî din’. Alî jî bi dengekî hişk û bi biryar li ber rabû û got, “Ev çek ne di destê min de ye, ew di dilê min de ye. Windakirina wê wê bibe windakirina rûmeta xwe.”
Vê gotinê têkiliya wî ya bi çekê re nîşan dida. Li gundên Hîlwanê di şerê li hemberî zilamên agayan de weke yek ji ciwanên li refên pêş bû. Temenê xwe biçûk bû, lê belê wêrekiya wî mezin bû. Êdî li Hîlwanê weke Îngiliz Alî dihate naskirin û di nava gel de dibû efsane.
Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re li Tirkiyeyê zexteke giran li tevgerên şoreşger hate kirin. Alî heman piştî darbeyê hate girtin. Ew xistin êşkencexaneyên tarî.
Daliqandin, elektrîk, birçîhiştin, tîhiştin… Bi her rêbazî êşkence lê kirin. Lê belê nekarîn gotineke bi tenê jî ji Alî hîn bibin. Rojekê di dema lêpirsînê de li rûyê êşkencekaran nihêrî û got, “Wezîfeya we êşkence ye, ya min jî berxwedan e. Ez dikarim serê xwe bidim, lê sira xwe nadim.”
Vê gotinê li odeyê deng veda. Êşkencekaran bi hêrs kirin qareqar, lê belê di dilê Alî de tiştek neliviya. Nekarîn wî bidin axaftin. Dawiya dawî gotin, ‘Ew neaxive’ û birin girtîgehê. Lê belê ew kêlî bû kesayetiya Alî: Ew êdî ne tenê milîtanekî ciwan bû, navê wî êdî berxwedan bû.
Girtîgeha li Amedê ne tenê girtîgehek bû; veguherîbû navendeke êşkenceyê ku rûmeta mirovan tine bike. Sîstema zextê ya Esat Oktay Yildiran dixwest girtiyan teslîm bigire. Lê belê di heman demê de zindana Amedê bû navê berxwedaneke mezin.
Alî li vê derê bi kadroyên pêşeng ên weke Hayrî Dûrmûş û Kemal Pîr re ma. Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dema ku Hayrî Dûrmûş destpêkirina rojiya mirinê ragihand, Alî bêteredût rabû û got, “Ez jî tevlî dibim.”
Hîn 21 salî bû. Lê belê biryardariya wî xurt bû. Di rojiya mirinê de bedena wî lawaz bû. Di rojên dawî de li gelek ku hişê xwe winda kir, berxwedana xwe dewam kir. Hemû hewldanên qanihkirinê yên doktoran, hemşîryan û efseran red kir. Ji bo wî berxwedan bi qasî jiyanê hêja bû.
Hayrî Dûrmûş ji ber sekna wî ji bo wî digot ‘Alî Stêrka me ya Sor e’. Ji wê rojê ve Alî Çîçek weke stêrka sor a zindanê hate bîranîn.
Alî Çîçek 17’ê Îlona 1982’an li zindana Amedê tevlî karwanê nemiran bû. Hîn 21 salî bû, di dema herî bi coş a ciwantiya xwe de bû, ji bo gelê xwe canê xwe feda kir.