Amîr Kerîmî li Çiyayên Zagrosê di roportaja xwe ya li gel endamê Rebaz Majeed a desteya weşana The Amargiyê de protestoyên li Îranê, pêşeroja siyaseta Kurd û hevsengiyên herêmî nirxandin.
Amîr Kerîmî diyar kir ku rejîm hê jî xwediyê dewletê ye lê belê rewabûna xwe ya civakî ji dest daye got: ‘’Jixwe Komara Îslamê ya Îranê hilweşiyaye.’’
Amîr Kerîmî Komara Îslamê şiband însanekî ku mejiyê miriye lê belê dilê wî diavêje û anî ziman ku li gorî wî rejîm bes bi rê û rêbazên zextê xwe li ser piyan digire.
‘PERGALA TUND A SEDSALA 20’EMÎN TÊK DIÇE’
Amîr Kerîmî krîza li Îranê bi têkçûna modela netewdewleta klasîk a li seranserê Rojhilata Navîn ve girê dide. Amîr Kerîmî, vê modelê bi nêzîkatiya ‘’yekreng, yekotorîte, yekziman û yekal’’ pênase dike û diyar dike ku gelê Kurd di nava vê pergalê de bi awayekî sîstematîk tên vederkirin.
Kerîmî di axaftina xwe de diyar dike ku gelê Kurd ji hiqûq, siyaset û hemû tiştan dûr xistin û dibêje: ‘’Dihat payîn ku yan asîmîle bibin yan jî tune bibin.’’
Kerîmî destnîşan dike ku lawazbûna avaniyên dewletên navendî dibe ku ji bo gelê Kurd bibe derfetek û dibêje ku ev yek bes bi veguherîneke demokratîk pêkan e.
Kerîmî piştre dibêje: ‘’Hilweşîna avaniya netewdewletê… ev yek bêguman ji bo gelê Kurd derfetek e. Lê belê ger guherîn ber bi demokrasiyê ve neçe… ev yek teqez ji bo gelê Kurd talûkeyek e.’’
ÎRAN WEKE KOREYA BAKUR A GIRTÎ YE
Kerîmî di dewama axaftina xwe de diyar dike ku li Îranê qutkirina ragihandinê ya di dema protesyan de stratejiyeke bi zanebûnî ye û van yekan tîne ziman: ‘’Komara Îslamê ji bo ku li ser piyan bimîne hemû rêyên ragihandinê qut kirin. Çima? Ji bo ku bi awayekî rehet însanan qetil bike.’’
Kerîmî destnîşan dike ku dibe komkujiyeke mezin pêk hatibe û ev yek aniye ziman: ‘’Îro Komara Îslamê weke Koreya Bakur a girtî ye û nayê zanîn ku li hundirê çi diqewime.’’
Kerîmî diyar dike ku amûrên rewabûnê yên weke ol û neteweperestiyê ku rejîmê berê pişta xwe didan wan, bi dawî bûne û fikarên xwe yên têkildarî serdema piştî rejîmê anîn ziman.
Amîr Kerîmî piştre van yekan tîne ziman: ‘’Tecrûbeya me ya sala 1979’an heye. Şah çû, hemû kes bextewer bû. Lê belê piştre dîktaroriyeke talûketir hat. Dibe ku vê carê jî heman tişt pêk were.”
YEKÎTIYA KURDAN
Kerîmî, anî ziman ku çarçoveya siyasî ya hevpar a ku partiyên Kurd li Îranê diyar kirine ji ber pêwîstiyan derketiye holê. Kerîmî, destnîşan kir ku wan vê carê rêbazek cûda ceribandiye û got, “Me zemînek a diyalogê û nêzîkbûnê ava kir.”
Kerîmî, da xuyakirin ku pêwîst e di siyaseta Kurd de dev ji pêşbaziya hegemonîk bê berdan û got divê tu hêz xwe li ser yên din ferz neke û got, “Kurd xwedî wê hêzêne ku pirsgirêkên xwe bînin rojevê û çareser bikin.”
EM HÊZEKE RÊXISTINBÛNÊ YA SIYASÎ NE
Kerîmî, anî ziman ku PJAK li gelek herêmên Kurdan ên Îranê çalak e. Kerîmî, li hember nêrîna ku PJAK tenê weke rêxistineke çekdar e nerazîbûn nîşan da û got, “Ji hêzeke çekdarî bêhtir em xwe weke hêzek rêxistinkirina siyasî dibînin. Têkoşîna çekdarî ji bo me ne rêbaza çareseriyê ye; amûrek a xweparastinê ye. Civak xwedî mafek rewa ne ku xwe biparêzin.”
RÊYA SÊYEMÎN
Kerîmî, da zanîn ku ew bi aktorên navneteweyî û DYE’ê re di nava têkiliyê de ne, lê ew çareseriyek li ser bingeha destwerdana derve qebûl nakin.
Kerîmî got, “Em li dijî dîktatoriya dewletê ne. Lê baweriya me nîne ku hêzek ji derve were û me rizgar bike.”
XETEREYA PEHLEWÎ
Kerîmî, diyar kir ku hevkariyeke eşkere bi Îsraîlê re tune ye, lê xetera avakirina rejîmeke otorîter a nû bi rêya Riza Pehlewî ye heye. Kerîmî got, “Gel dîktatoriyeke nû naxwaze.”
Kerîmî, destnîşan kir ku armanca PJAK ne cudaxwazî ye, berevajî Îraneke demokratîk û nenavendî ye û got, “Bernameyeke me ya bi navê Komara Demokratîk a Îranê heye.”
Kerîmî got ku, ew pergalek li ser esasê xwerêveberiya gel dipejirînin.
Kerîmî, anî ziman ku krîza li Îranê ne tenê bi rejîma heyî ve sînordar e, encama xitimîna modela netew-dewlet a navendî ya sed salî ye û got ku xetera herî mezin ew e ku ev pêvajo veguhere otorîterîzmeke nû.
Kerîmî, diyar kir ku tenê garantiya li dijî vê yekê demokrasî, yekîtiya Kurdan û rêxistina siyasî ya li ser bingeha civakê ye.

