Rojnamevan Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku cezareta Nazim Daştan, cesaret dida wê jî û got, li her derê ku diçûyê şopa xwe dihişt.
19’ê Kanûna 2014’an rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema êrîşên li ser Tişrînê dişopandin, di encama êrîşa balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Rojnamevan Arjîn Dîlek Oncel ku bi Nazim Daştan re heman qadên xebatê parve dikir, ji ANF’ê re axivî.
CESARETA WÎ CESARET DABÛ MIN
Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku dema li buroya Rihayê ya Ajansa Nûçeyan a Dîcle dixebitî, Nazim Daştan nas kir û ev tişt got, “Hem em rojnamevan hem jî kesên ku zehmetiya vî karî dizanin, dema behsa rojnamevaniyê dikin destpêkê zehmetiyên vî karî vedibêjin. Li gorî min a herî zehmet; axaftina li ser hevalên me yên ku jiyana xwe ji dest dane ye. Lewma li ser Nazim axaftin, pir zehmet e. Sala 2015’an min li Rihayê dest bi kar kir. Yek ji rojnamevanên ewilî yên min nas kirî, Nazim bû. Samîmiyet, germbûna wî û hezkirina wî ya ji kar re bandor çêdikir. Salvegera yekemîn a qetilkirina Nazim e, eger we ferq kiribe her kes behsa kenê Nazim dike. Kenekê wî yên mezin hebû ku mirov digirt nava xwe. Cesaret û pozîtîftiya Nazim, cesaret dida min jî. Bi vî rengî min dest bi kar kir. Ez li Rihayê dixebitîm, Nazim jî li Dîlokê. Dibe me bi hev re nûçe neşopandin, lê her tim em di nava peywendiyê de bûn.”
NAZIM LI HER QADÊ Û HER DERÊ ŞOP HIŞT
Arjîn Dîlek Oncel destnîşan kir ku Nazim li her qadê û her derê şopa xwe hişt û wiha dom kir, “Piştî ku Nazim ji Dîlokê çû, em çûn şûna wî û me li wir dest bi xebatê kir. Me dixwest derbarê malbatên Rojavayî yên li wir, nûçe çêbikin. Dema ku me bi çend malbatan re hevdîtin kir, malbata Rojavayî ya li wir pirsa Nazim ji me kiribû. Ji aliyê gelek kesên li wî bajarî ve, dihat naskirin. Nazim li wî bajarê guhdarî çîroka gelek kesan kiribû.”
JI BO HEQÎQETÊ TÊKOŞIYA
Arjîn Dîlek Oncel bi bîr xist ku Nazim sala 2014’an dema ku êrîşên DAÎŞ’ê li ser Rojava zêde bûn, çû Rojava û ev tişt anî ziman: “Nazim li wir jî cesareta xwe nîşan da. Li wir jî ji bo heqîqetê têkoşiya. Piştre di pêvajoya Rêveberiya Xweser de li Silopiyayê xebitî. Li wir jî gelek nûçeyên girîng amade kir. Demekê kete girtîgehê. Piştî ji girtîgehê derket, dîsa bi heman pozîtîftiyê li pêşberî me bû. Piştî wê pêvajoyê Nazim vegeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hem xwest di şoreşa li wir de cih bigire, hem jî hîna êrîşên li ser wir mijara gotinê bûn. Xwest li wir bixebite. Li wir gelek nûçe amade kirin.”
ÊDÎ ŞÎN NÎNE
Arjîn Dîlek Oncel bilêv kir ku yekane armanca Nazim û Cîhan ragihandina heqîqetê bû û got, “Mîna Nazim û Cîhan me gelek hevalên xwe ji dest dan. Bi rastî jî êdî em şîn nagirin. Ji ber agahiyên mirinê yên ku em li pey hev distînin, em êdî şîn nagirin. Ji bo ku em pênûsa wan li erdê nehêlin, em hewl didin têkoşîna xwe bilind bikin. Me ala wan dewr girt û em ê bi rengekî vê bidomînin. Me mîrateya wan dewr girt. Me pênûs, kamera, makîneyên wan ên wêneyan dewr girt û em kar didomînin. Bi ruhê têkoşînê ya ku wan ji me re hiştî, em ê jî vê karî bidomînin û heqîqetê derxin holê.”

