Şemî, 21 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Êdî tekane çare aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Zana: Gel dixwaze serok li Amedê bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî: Li Tirkiyeyê aştî wezîfeyeke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Kurd êdî dixwazin bi dewletê re muzakere bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin
Rojane

Bakirhan: Divê qanûnên entegrasyona demokratîk bêne derxistin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Entegrasyona demokratîk ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e, her wiha mifteya demokratîkbûna topyekûn a Tirkiyeyê ye" û xwest, sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Civîna Koma Meclîsê ya heftane de rojev nirxand.

Bakirhan di destpêkê de serokê HEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik ku di 3’yê Mijdara 1992’yan de hatibû qetilkirin bi bîr anî. Bakirhan, bi xêr hatina Wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel jî kir ku piştî sê salan duh hate berdan. Bakirhan, cezayê li Huda Kaya jî bi bîr xist û got ku pirsgirêk bi cezakirina muxalîfan çareser nabin. Bakirhan, bal kişand ser operasyona siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an û got: “4’ê Mijdarê ne tenê operasyoneke hiqûqê ya jirêzê bû. Her wiha mîlada paradîgmaya radîkal a îktîdarê ya li dijî meseleya Kurd bû. Hedef ne tenê hevalên me yên htain girtin bû. Hedef Rêya Sêyemîn bû.”

Bakirhan, 4’ê Mijdarê weke “Derbeya Siyasî” nirxand û qeyûmên piştre hatin tayînkirin bi bîr xist. Bakirhan, got ku ji wê rojê heta niha tayînkirina qeyûman didome, gelek hevşaredar hatine girtin û tayînkirina qeyûman hêj didome. Bakirhan, diyar kir ku tevî ewqas zextê jî têkoşîna wan a ji bo aştî, edalet û azadiyê didome û dê paşve gavê neavêjin.

Bakirhan, destnîşan kir ku divê dozên kompasê bi dawî bibin û biryara DMME’yê ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de bi bîr xist: “Îktîdarê li dijî biryara DMME’yê îtîraz kir lê hate redkirin. Bi vê yekê re biryara der heqê Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên me yên di Doza Kompasê ya Kobanê de tên darizandin tekez bû. Tirkiye mecbûr e biryarên DMME’yê bicih bîne. Lewma divê tavilê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevalên me yên din bên berdan. Divê bi hezaran hevalên me yên girtî bên berdan.”

Di berdewamê de Bakirhan îşaret bi kesên ji ber sedemên siyasî ji neçarî ji welat derketin kir û ev tişt anî ziman: “Hewceye hemû hevalên me yên li sirgûnê bikarin vegerin welatê xwe. Bila dosyayên kompasê bên girtin, qada siyaseta demokratîk fireh bibe. Bingeha aştiyê, siyaseta demokratîk e. Temînata pêvajoyê, siyaseta demokratîk e. Di salvegera 4’ê Mijdarê de em careke din bang dikin; bila hevalên me yên li sirgûnê vegerin welat û girtiyên siyasî li qadan û aştî jî vegere vê xakê. Ji bo vê jî veguherîna demokratîk şert e. Pêvajoya di 1’ê Cotmehê de destpêkirî ne tenê pêvajoya aştiyê lê ezmûna veguherîna demokratîk a dewletê ye.”

Bi domdarî Bakirhan bi lêv kir ku hewceye pêkvejiyaneke ku cihêkarî li tu kesekî nayê kirin, daraz serbixwe, Meclis bihêz û rêveberî şefa were avakirin û wiha pê de çû: “Bila pergaleke venêrîn û hevsengiyê were avakirin. Pirsgirêk ne bi tundiyê lê bi rêya mizakereyan were çareserkirin. Bila aştiya civakî çêbibe û îrade di rêveberiyên xwecihî de, di destê gel de be. Demokrasiya herêmî bila awayekî xurt were misogerkirin. Bila rêz ji mafê şînê re bê girtin. Bi vê wesîleyê dixwazim bibêjim ku duh li Şirnexê, rojek bertirê jî li Riha û Agiriyê li dijî şînan êrişên qirêjî hatin kirin. Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Rêya aştiyê ew e ku rêz ji mafê şînê re bê girtin. Bi kurtasî, welatek bi aştiyê mezin dibe, bi tirsê jî biçûk dibe. Em jî dixwazin bi aştî û demokrasiyê mezin bikin.”

Di berdewamê de Bakirhan daxuyand ku divê pêvajo hemû derdorên civakî bigire nav xwe û got: “Rêya vê jî ew e ku em pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke veguherîna demokratîk. Ji Mêrdînê heta Mûgla, Qers û Hatayê divê her kes kirdeya vê veguherînê be. Ji ber ku em dizanin meseleya Kurd, hîmê bingehîn ê demokrasiya Tirkiyeyê ye. Heta ku ew hîm rûnene dê tu tiştek saxlem nebe. Lewma her ku pirsgirêka Kurd çareser dibe, Tirkiye jî dê demokratîk bibe.

Şandeya me duh bi birêz Ocalan re hevdîtinek kir û piştre daxuyanî da. Silavên birêz Ocalan ji bo kedkar, xizan û tevahiya gelên Tirkiyeyê hebûn. Hevalên me got ku tenduristî û mirûzê wê baş e. Birêz Ocalan, bi taybet jî li ser dîrok û sosyolojiyê sekinî û pêşniyar kir ku têkiliyên Tirk-Kurdan ji du aliyan ve xurt bike. Got ku ji bo meseleyeke dîrokî xebatên mezin tên klirin, dema vê dikin ne bi xêzkirina xetan, ne bi nêrîneke neyînî û hilweşîner lê divê bi nêrîneke pozîtîf nêz bibin. Herî dawî jî ji bo hêmaya Kurd daxilî zagoniya komarê were kirin bal kişand ser entegrasyona demokratîk û banga berpirsyartiyê li her kesî kir. Baş e lê em ê çawa bikin? Bêguman em ê bi derxistina zagonên entegrasyona demokratîk bikin.

Çi ye ev entegrasyona demokratîk? Entegrasyona demokratîk, hînbûna hev, xwedîderketina li hev e. Hin kes weke pêvajoya bişaftinê pênase dikin lê ne wisa ye. Bişaftin, dixwaze her tişt were jibîrkirin. Dibêje nasname, xwe, rûmeta xwe û her tiştê xwe ji bîr bike. Bişaftin dihelîne, tune dike, yektîp dike. Lê entegrasyona demokratîk a birêz Ocalan behs dike, dibêje hebûna xwe biparêze. Dibêje tu weke Kurd, yên din bila weke Tirk, Suryan, Elewî û hwd. hebûna xwe biparêzin. Dibêje em weke hemwelatiyên wekhev ên komara demokratîk bijîn. Ferqa di navbera wan de ev e.

Entegrasyona demokratîk; tê wateya jiyaneke azad a hemû gel, bawerî, çand û nasnameyan e. Di vir de peywira dewletê ne yektîpkirina her kesî ye, misogerkirina hebûna van cudahiyan e. Lewma entegrasyona demokratîk ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e, her wiha mifteya bi temamî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Hevduqebûlkirin û pêkvejiyanê esas digire. Hatina cem hev û temamkirina hevdu a reng û çandên cuda ye. Rêya vê jî zagonên entegrasyona demokratîk e. Hêviya me ew e ku di rojên pêş de bên derxistin. Dîrok, vê firsendê dide me. Dem dema vê veguherîna mezin e. Em bi hev re xwedî li vê firsendê derkevin û ji dest nedin.”

Bi domdarî Bakirhan, bal kişand ser krîza aborî, xizaniya li welat û got ku bi milyonan kes neçarî nanê tisî hatine kirin. Bakirhan, destnîşan kir ku mûçeyê kêmtirîn li dijî enflasyonê tune dibe û gel di reweşeke zehmet de dijî. Bakirhan, got ku weke DEM Partiyê ew pêşniyar dikin ku mûçeyê kêmtirîn ê sala 2026’an herî kêm bibe 46 hezar lîre û ev reqem li gorî reqemên enflasyonê jî were nûkirin.

Bakirhan, bi domdarî behsa qetlîamên li Sudanê kir û got: “Şerê navxweyî yê li Efrîqayê, parzemîn veguherandiye gola xwînê. Bi bi ditirsî geşedanên li Sudanê dişopînin. Hefteya bihûrî li bajarê El Faşirê qirkirineke mezin hate kirin. Ev qirkirin, encama polîtîkayên hêzên hegemon li Efrîqayê ferz dikin e. Em van qirkirinan, bi tundî şermezar dikin.”

Bakirhan, êrişa bi satoran a li Zanîngeha Hacettepeyê hatiye kirin jî şermezar kir û got ku êrişkar hatine parastin û xwendekar hatine cezakirin. Bakirhan, got ku ew piştgiriyê didin xwendekaran.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bakirhan: Divê komîsyon tavilê li Birêz Ocalan guhdarî bike
Nûçeya Pişt re Emeklî-Sen: Divê faîlên Rojîn Kabaîş bên eşkerekirin û darizandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Polîtîkaya şerê taybet: Ciwanên Kurd di pencê çeteyan de ne

Krîza aborî û siyasî ya li Tirkiyeyê, zextên dewletê û çete li taxên xizan zextê…

Ji aliyê Stêrk TV

Gergerlîoglu: Hin derdorên Îslamî li dijî destketiyên Kurdan derdikevin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kir ku piştî êrîşên li ser Rojava, hin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?