Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê de xîtabî sed hezaran kir û peyamên girîng da. Bakirhan, Newroza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Bakirhan, ji ewil Salih Muslim bibîr anî û got: “Ez Bavê Welat Salih Muslim û Sirri Sureyya Onder û hemû şehîdan bibîr tînim. Newroza hemû gelê Amedê û gelê Rojhilata Navîn pîroz dikim.”
Bakirhan, bi domdarî xwest Newroz îsal bibe Newroza avakirina Zagonên Aştiyê û çareseriyê ye û wih dirêjî da axaftina xwe: “Li Rojhilata Navîn her sînorek birînek e. Her paytext agir e. Di nava vî agirî de Kurd hene. Kurd hem ewlehiya xwe diparêzin û hem piştgiriyê dide îstiqrara Rojhilata Navîn. Divê Enqere vê yekê bibîne. Niha li pêş Enqere firseteke dîroki heye. heke Enqere vê firsendê bi kar bîne, dê gaveke dîrokî bavêje. Dê karibe li Rojhilata Navîn bibe hêz. Me têra xwe ciwanên xwe winda kir. Divê neyê jibîrkirin ku yên dikevin pey daxwazên rojane dê di siberojê de winda bikin. Werin em bi hevre vê meselê çareser bikin. Ev welat bi sedan caran xwîn bûn. Bila ev xwîn raweste. Em bi hevre Tirkiyeyeke Demokratîk ava bikin. Siberoja Tirkiye ne li zindana Kandira, Edîrne û Amedê ye. Siberoja Tirkiyeyê di destê meclisa Enqereyê de ye.”
Bi domdarî Bakirhan da zanîn ku her tim pirsa “Kurd çi dixwazin?” tê kirin û wiha axivî: “Îro di Newroza 2026’an de Kurd daxwazên xwe tînin ziman. Kurd nasname, statuyê dixwazin. Kurd perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin. Mîsogeriya statuya zagonî dixwaze. Kurd welatiyên wekhev û rêveberiya xweser dixwazin.”
Di berdewamê de Bakirhan, destnîşan kir ku di Şerê Rizgariyê de li Çanakkale Kurd hebûn û wiha lê zêde kir: “Dema komar hat avakirin Kurd hebûn. Kurd bûn şirîkê hemû êşên Tirkiyeyê. Em vê giraniya kêşeyan nehêlin siberojê. Em dikarin bi hevre çareser bikin. Daxaza Kurdan ne cudakarî ye. Kurd parçekirinê naxwazin. Yekitiya demokratîk dixwazin. Kurd dixwazin bi hevre bi rêve bibin. Dixwazin muzakere bikin. Dixwazin xwedî nasname û çand bin. Ev pêvajo dê teqez bi aştiyê çareser bibe.”
Tuncer Bakirhan, diyar kir ku Kurd li cihekî din li çaresseriyê nagerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurd li Enqereyê li çareseriyê digerin. Sala par birêz Ocalan pêvajo da destpêkirin. Çek hatin şewitandin. Rêxistinê xwe fesix kir. Niha dor dora zagonên aştiyê, zagonên ewlehiyê û zagonên hiqûqê ye. Ji bo vê yekê divê êdî dewlet gavan bavêje. Divê êdî girtî serbest bin. Divê Ayşe, Fîgen, Selehattîn bên berdan. Divê yên li sirgûnê û yên li çiyê vegerin tev li siyasetê bibin. Divê statuya birêz Ocalan û şertên wi bi zagonan bên temînkirin û birêz Ocalan karibe li vir li vê qadê biaxeve. Ez bang li erka dewletê dikim, werin em hiqûqa aştiyê ava bikin.”
Bakirhan, bang li îktîdar, muxalefet û raya giştî ya Tirkiyeyê kir û axaftina xwe wiha qedand: “Bila îsal zagonên aştî û çareseriyê bên avakirin. Bila muxalefet netirse, piştgiriyê bide aştiyê. Ez bang li cemaweriya Tirkiyeyê dikin. Li her bihosta axa Tirkiyeyê êş heye. Xwîn hat rijandin. Divê êdî kes bedelan nede. Dema hembêzkirinê ye. Ez bang li Kurdan dikin. Em ne çar in. Em yek in. Em yekitiya xwe ava bikin.
Ev Newroz Newroza ji îsyanê derbasbûna avakirinê ye. Ev vîn tê tu carî têk neçe. Ev gel teqez dê bi ser bikeve. Newroza gelê me pîroz be.”

